Nêçîrvan Barzanî Cejna Ekîtoyê pîroz kir

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Ekîtoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Ekîtoyê li Xirîstiyanan pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyameke xwe ya ku li ser Xê de, Cejna Ekîtoyê ya sala nû ya Aşûr, Suryan û Kildanan pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Ez sersala Aşûrî-Babilî û Cejna Ekîtoyê li birayên xwe yên Asûr, Suryan, Kildan û hemû Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz dikim.

Hêvî dikim cejneke aram û xweş derbas bikin û serkeftinê ji wan re dixwazim. Sersala we pîroz be.”

1ê Nîsanê Cejna Ekîtoyê ku yek ji cejnên herî kevn e, di serdema Sumer, Akad, Babîl, Aşûr, Aram û Kildaniyan de bi çalakiyên bi heybet dihat pîrozkirin.

Cejna Ekîtoyê vejîna xwezayê, dewlemendî û jiyana nû nîşan dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst