Li Rihayê karkerên DEDAŞê dest bi grevê kir

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEDAŞ Grev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê karkerên DEDAŞê ji ber mûçeyê kêm û şert û mercên xirab dest bi grevê kir.

Li Rihayê karkerên Kompanya Dabeşkirina Elerktrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi armanca sererastkirina şert û mercên kar û zêdekirina mûçeyan li navçeya Xelîliyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Grûpa ku dest bi grevê kiriye nêzîkî 50 heta 60 karkerî ne û li avahiya DEDAŞê ya Xelîliyê dest bi çalakiya xwe kiriye.

Sala borî demsala havînê heman karkeran bi heman armancê dest bi grevê kiribû û piştî ku daxwazên wan hatibûn qebûlkirin dawî li çalakiya xwe anîbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst