DEDAŞê li Silopiyayê jî elektrîka çend gund û bajarokan qut kir

17-08-2023
RÛDAW
Nîşan DEDAŞ Qutkirina Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) li Silopiyayê jî elektrîka end gund û bajarokan qut kir.

Van demên dawiyê tîmên DEDAŞê li gund, navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê dest bi qutkitina elektrîka xelkê kiriye.

Li gorî zanyariyên ku di Ajansa Mezopotamyayê de belavbûne tîmên DEDAŞê li bajarokê Tilqebînê yê Silopiyaya Şirnexê elektrîk qut kir.

Herwiha tîman li gundên Salatûn, Kolya, Xirbok, Fêrisî û Dinoyê yên navçeyê bi zora cendermeyan elektrîka welatiyan qut kir.

Tîmên DEDAŞê bi otomobîlên bêplaka li wan gundan çûnûhatinê dikin û ev 2 roj in wêneyên pîverên elektrîkê yên welatiyan digirin û gelek cezayan ji wan re dinivîsin.

Welatiyên Silopiyayê ku vê kelekela havînê û di bin germahiya ku digihe 50 pileyî de bê elektirîk mane karvedan nîşanî DEDAŞê da.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Şirnexê Mehmet Zeki Îrmez jî li ser hesaba xwe ya tora civakî derbarê mijarê de peyamek belav kir û karvedan nîşan da.

“Bi awayekî kêfî elektrîkê qut dike”

Îrmez bal kişand ser zêdebûna pileya germahiyê ya li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û got:

“Di demekê de ku germahî rekoran tomar dike, pirsgirêka herî mezin ew e ku DEDAŞ li Şirnex, Mêrdîn, Riha û Amedê bi awayekî kêfî elektrîkê qut dike.”

Mehmet Zeki Îrmez ragihand ku bi rojan e li navçeya Silopiyayê tîmên DEDAŞê bi otomobîlên bêplaka digerin û elektrîka welatiyan qut dikin û got:

“Li Silopiyayê û gundên wê di van rojên ku serdema berhevkirin û çinîna berhemê garis û fistiqên binerdî ye bi rojan elektrîk tê qutkirin.

Ne daxuyaniyek heye ne jî muxatabek. Divê demildest ev dev ji van kirinan berdin û cotkarên ku ji ber qutkirina elektrîkê zerermend bûne bên qerebûkirin.”

Heman tîmên DEDAŞê ji 11ê Tebaxê ve elektrîka gundê Qerhêtayê yê navçeya Çinarê ya Amedê jî qut kiriye.

Li wir bi hinceta deynê elektrîka bîrên çandiniyê elektrîka hemû xelkê qut kiriye ku ew gund 140 mal in û nifusa wî jî 800 kes e.

Van 2 salên dawiyê, DEDAŞê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê dest bi qutkirina elektrîka welatiyan kiriye.

DEDAŞ, nedana deyn û heqê fatureyên elektrîkê jî wekî hinceta sereke ya karê xwe nîşan dide.

Hinek parlamenterên Bakurê Kurdistanê heta niha çend caran ev mijar biriye rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê lê heta niha jî pirsgirêka elektrîkê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst