Karmandên tenduristiyê dest bi grevê dikin: 2 rojan naçine kar

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan SABIM Grev Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Platforma Yekîtî û Têkoşîna Tenduristî û Xizmeta Civakî (SABIM) ji bo balê bikişîin ser binpêkirinên mafên pizîşkan û kedkarên tenduristiyê du rojan dev ji kar berdidin. 

Grêv giştî ye û dê tenê karmendên beşên hewarçûnê biçine kar. 

19 saziyên civaka sivîl ên ku di sektora tenduristiyê de dixebitin û li ser SABIMê ne, di daxuyaniyekê de ragihand ku dê pizîşk û karmendên tenduristiyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 rojan dev ji kar berdin.

SABIMê derbarê vê çalakiyê de ragihand ku bi deh hezaran pizîşk, bi sed hezaran perestyar û karmendên tenduristiyê yên ku SABIM nûnertiya wan dike dê 1-2ê Tebaxê dest ji kar berdin û dê tenê beşên hewarçûnê li ser kar bimînin.

“Hevdîtinên mûçeyan dest pê dikin”

Ji aliyê din ve îro di navbera sendîkaya karmendên hikûmî û desthilatê de hevdîtinên diyarkirina mûçeyan dest pê dikin.

Hevdîtinên ku li ser peymana bikom a mûçeyên salên 2024-2025 tên kirin dê mehekê berdewam bikin.

Heke di hevdîtinên Sendîkaya Karmendan (Memur-Sen) û hikûmetê de lihevkirinek çênebe, dê Lijneya Navbênkariya Karmendên Hikûmî biryara dawî bide û mûçeyê karmendan diyar bike.

Memur-Sen dixwaze mûçe bêne zêdekirin

Memur-Sen ji hikûmetê dixwaze ku serê 3 mehan carekê mûçe bêne zêdekirin. Mûçe niha serê 6 mehan careke têne zêdekirin.

Memur-Sen ji bo 3 mehên destpêkê yên sala 2024an ji sedî 35, ji bo 3 mehên duyem ên sala 2024an ji sedî 10, ji bo 3 mehên sêyem ên sala 2024an ji sedî 15 û ji bo 3 mehên çarem ên sala 2024an ji sedî 10 daxwaza zêdekirina mûçeyan dike.

Memur-Sen ji bilî zêdekirina mûçeyan ji bo her karmendekî mehane hezar û 650 lîre, ji bo alîkariya kirê 7 hezar û 650 lîre, di cejnên olî de 4 hezar û 850 lîreyî dixwaze.

Memur-Sen herwiha ji bilî rêjeya zêdekirinê, 8 hezar û 77 lîre zêdekirina din, ji bo alîkariya hevjîniyê 2 hezar lîre û ji bo alîkariya zarokan 500 lîreyî dixwaze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst