Karmendên tenduristiyê neçûn kar: Bila xizmetên me yên dilsozane neyên jibîrkirin

02-08-2023
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Karmendên Tenduristiyê SABIM Grev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karmendên tenduristiyê yên endamên Platforma Yekîtî û Têkoşîna Tenduristî û Xizmeta Civakî (SABIM) nêçûn kar.

19 sendîkayên tenduristiyê û 2 fedarasyonên bijîşkan ên ku di bin banê SABIMê de ne, biryar dabû ku 2 rojan grevê bikin û neçine kar.

Grev, bi armanca balkişandina ser binpêkirinên mafên bijîşkan û karmendên tenduristiyê tê kirin. 

Dixwazin mercên wan bêne başkirin

Karmendên tenduristiyê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dev ji kar berda. Wan bi daxuyaniyên çapemeniyê xwest ku mûçe û şert û mercên wan ên kar bên başkirin, herwiha rê li ber tûndûtîjiya li hemberî wan bê girtin.

Karmendekî Tenduristiyê yê li Enqereyê got: “Em li bendê ne xizmeta me ya dilsozane ku me di serdemên şewb, erdhej û hemû şert û mercên zehmet de pêşkêşî gelê xwe kiriye neyê jibîrkirin.

Têkoşîna ku em ji bo xizmeteke baş a tenduristiyê dikin ne tenê ji bo me ye herwiha ji bo nexweşên me ye jî û em banga piştgiriyê li hemû gelê xwe dikin.”

Civîna ji bo mûçeyan

Yekem civîna peymanên bikom a ji bo zêdekirina mûçeyên karmendan roja sêşemê hat kirin.

Nûnerên hikûmet û sendîkayên karmendan beşdarî civînê bûn û mûçeyên karmendan ên 2024 û 2025an hatin guftûgokirin 

Karmendên tenduristiyê dixwazin ku di wan civînan de şert û mercên aborî li ber çav bên girtin û mûçeyên wan li gorî van şertan bêne zêdekirin.

Hêza me ya kirînê kêm dibe”

Bijîşkekî amaje pê kir ku nikarin pêwistiyên xwe dabîn bikin û pê de çû:

“Hêza me ya kirînê bi awayekî bilez kêm dibe. Divê heqê saetên zêde yên xebata me du qetan zêdetir be lê em ji nîvê heqê xwe jî kêmtir distînin.

Em nikarin mercên tendurist ên xwarinê ji bo zarokên xwe bi cih bînin. Em di xerciyên wan ên pewerdeyê de û di dayîna heqê kirêya xaniyên xwe de jî zehmetiyan dibînin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koça bijîşk û karmendên tendirustiyê ji ber şert û mercên giran ên kar, tûndûtîjiya li hemberî wan û mûçeyê kêm  sal bi sal zêdetir dibe.

“Tîrmeha îsal 288 bijîşkan xwestiye ji Tirkiyeyê derkevin”

Yekîtiya Bijîşkên Tirk doh ragihand ku tenê tîrmeha îsal 288 bijîşk û karmendên tenduristiyê ji bo koçî derveyî Tirkiyeyê bikin serî li belgeya pakiyê daye û ev yek, li gorî mehên berê hejmareke rekor e.

Di 7 mehên destpêkê yên îsal de jî ew hejmar gihiştiye hezar û 649 kesan.

Greva kar a bijîşk û karmendên tenduristiyê îro jî berdewam e û ji bilî beşên hewarçûnê hemû beşên nexweşxaneyan girtî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst