Di xwepêşandanên Ciwanro de 10 kes birîndar bûn

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Ciwanro Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di xwepêşandanên roja Şemiyê yên bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê de ku heta derengê şevê berdewam bûn, herî kêm 10 kes birîndar bûn. Di wan xwepêşandanan de xwepêşanderek jî hat kuştin. Şeva borî li çend bajarên Îranê jî xwepêşandan hebûn û polîsek hatiye kuştin.

Li gor rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, di xwepêşandanên roja Şemiyê 31ê Kanûna 2022 yên Ciwanro de yekeyên taybet ên polîsên Îranê û hêzên Supaya Pasdaran bi çekên saçme û çekên şer gulle berdana xwepêşanderan, di encam de 10 kes birîndar bûne û tendirûstiya du birîndaran xirab e.

Roja Şemiyê 31ê Kanûna 2022an, çileyê 7 kes ji kuştiyên xwepêşandanên 2022 yên Ciwanro bû, xelkê hewl dan biçin ser gorên kuştiyan û merasîmekê bikin, lê Supaya Pasdaran û yekeyên taybet ên polîs rê li ber wan girtin. Dema vegeriyan nav bajêr dest bi xwepêşandanê kirin û piştî nîvro xwepêşanderek bi navê Burhan Elyasî hat kuştin, piştre termê wî bi beşdarbûna hejmareke zêde ya xelkê hat veşartin.

Xwepêşander li Ciwanro çûn ser bankeyên Kişawerzî û Sipe û kelûpelên wan avêtin derve. Roja borî li Tehran, Îsfehan, Sumeyrom û Gurgan Gurgan xelkê xwepêşandan kirin. Li bajarê Sine jî şeva Şemiyê xwepêşanderan li ser cadeyan agir pêxistin.

Şeva borîli bajarê Sumeyrom ser bi parêzgeha Îsfehan xwepêşandan hat kirin, xelk hatin ser cadeyan. Derengê şevê hêzên ewlekariyê êrîşî xelkê kirin û gulle berdan xelkê, lê xelk jî rûbirûyê wan bûn. Li gor malperên navxwe yên Îranê, di xwepêşandanên bajarê Sumeyrom de polîsek hatiye kuştin. Li Îsfehan jî xelk rijiyan ser cadeyan û dijî desthilata Îranê slogan bilind kirin. Li hinek cihên Meşhed jî xwepêşandan hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst