Hevserokê AfDyê: Divê koçberên sûcdar bên dersînorkirin

24-02-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Hevserokê AfDyê Tino Chrupalla bersiva da pirsên Nûçegihanê Rûdawê Ala Şaliyê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Hevserokê AfDyê Tino Chrupalla bersiva da pirsên Nûçegihanê Rûdawê Ala Şaliyê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan AfD Tino Chrupalla Hilbijartinên Almanyayê
A+ A-

Hevserokê Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Tino Chrupalla di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re de got, “Divê koçberên sûcdar bên dersînorkirin.”

Tino Chrupalla behsa serkeftina partiya xwe ya di hilbijartinan de, armancên xwe yên ji bo guherîna polîtîkayên koçberiyê û aboriyê û sedemên piştgiriya wan a xurt li rojhilata Almanyayê kir.

Chrupalla, diyar kir ku ew hikûmetê neçar dikin ku pirsgirêkên welêt çareser bike û got:

"Bi taybetî di polîtîkaya koçberiyê de, ez dixwazim van gotinên Olaf Scholz bi kar bînim:

 'Divê koçberên sûcdar bên dersînorkirin, yên ku mafê wan ê mayînê tune jî divê ji welêt derkevin.'

Di polîtîkaya aboriyê de jî guherîn pêwîst e.

Divê em vegerin ser enerjiya Rûsyayê, divê em dîsa enerjiya nukleerî bi kar bînin û ji bo daketina bihayê elektrîk û gazê jî divê em di teknolojiyê de veberhênanê bikin.

Divê em paşveçûna pîşesaziyê rawestînin û xwe ji karên wekî baca CO2ê xilas bikin ku aboriyê diêşînin."

Tino Chrupalla her wiha da zanîn ku ew ji bo koçberan jî siyasetê dikin û got:

“Di partiya me de gelek kes hene, xwe li Almanyayê ewle hîs nakin. Ev rewş ji bo koçberan jî pirsgirêk e ji ber ku ew jî ji ber sûcên koçberên din tên berpirsiyarkirin.

Ev mirov jî vê yekê naxwazin. Koçberên bi perwerdeyeke baş û yên ku bi Almanyayê re li hev dikin, eger fêrî zimanî dibin, xwedî kar dibin û tevkariyê didin sîstema me ya civakî, deriyê me ji bo wan jî vekirî ye.

Em ji bo wan jî siyasetê dikin."

Hevserokê AfDyê Tino Chrupalla bersiva da pirsên Nûçegihanê Rûdawê Ala Şaliyê.

Rûdaw: Birêz Chrupalla, spas ji bo vê hevpeyvînê. Pirsa min a yekem ev e, ee dengên xwe du qat zêde kirin û dengderên we li bendê ne ku hûn sozên xwe bi cih bînin. Hûn dê çawa vê yekê pêk bînin?

Tino Chrupalla: Di kampanyaya hilbijartinê de me di van mijaran de serkeftin bi dest xist. Wekî hêza herî xurt a mixalefetê li Parlamentoya Federal, em dê van mijaran berdewam bikin. Em dê hikûmetê neçar bikin ku pirsgirêkên welêt çareser bike.

Ji bo me hertim pêşî welat, paşê partî û herî dawî jî berjewendiyên kesane ne. Em wekî mixalefetê, bi ewlebûna dengderan a ji me re û bi vê piştgiriya dengên xurt ve pêş de diçin.

Ne pêwîst e ku em di birêvebirinê de bin lê ez difikirim ku di demeke kurt de em dê werin ser birêvebirinê. Bi taybetî li Almanyaya Rojhilat em dê di asta herêmî de bandordar bin.

Rûdaw: Di siyasetê de hûn behsa guherînekê dikin. Bi vê guherînê hûn bi temamî çi qest dikin?

Tino Chrupalla: Pêdiviya me bi guherîneke temam heye. Bi taybetî di siyaseta koçberiyê de ez dixwazim vê gotina Olaf Scholz bi kar bînim, `Divê koçberên ku sûc kirine bên dersînorkirin û yên ku mafê mayînê tune ye jî divê ji welêt derkevin.`

Di siyaseta aboriyê de jî guherîn pêwîst e. Divê em vegerin ser enerjiya Rûsyayê, cardin enerjiya nukleerî bi kar bînin û ji bo ku bihayên elektrîk û gazê kêm bikin dive em di teknolojiyê de veberhênanê bikin. Divê em pêşiya paşveçûna pîşesaziyê bigirin û ji sepandinên ku aboriyê zehmet dikin wek baca CO2yê xelas bibin. Her wiha em dixwazin bûrokrasiyê kêm bikin û hêsantir bikin. Eger em di hikûmetê de bin, ev dê gavên me yên ewil bin.

Rûdaw: Li gorî daneyan, koçberan jî dengên xwe dane partiya we. Sedema vê yekê çi ye?

Tino Chrupalla: Em ji bo koçberan jî siyasetê dikin. Di partiya me de gelek kes hene ku li Almanyayê xwe ewle hîs nakin. Ev rewş ji bo koçberan jî pirsgirêk e ji ber ku ew jî ji ber sûcên koçberên din tên berpirsiyarkirin.

Ev mirov jî vê yekê naxwazin. Koçberên ku xwedî perwerdeyeke baş in û li Almanyayê hevaheng bûne, eger zimanî hîn dibin, bûne xwediyê kar û xwediyê beşdariyê ne di pergala me ya civakî de, deriyê me ji bo wan jî vekirî ye. Em ji bo wan jî siyasetê dikin.

Rûdaw: Partiyên din naxwazin tifaqê çêbikin. Hûn jî dibêjin eger ew wiha bikin dê xwe li "pişt dîwarê" bişewitînin. Di çar salên pêşiya me de hûn xwe li kû dibînin?

Tino Chrupalla: Dibe ku em di nav tenê du salan de bibin beşek ji hikûmetê. Niha ti kes nizane ku dê hikûmeteke nû kengî were avakirin. Lê belê, marjînalkirina zêdetirî 10 milyon dengderan ne demokratîk e.

Divê ev rewş were çareserkirin. Em ji bo diyalogê vekirî ne û amade ne bi her kesî re biaxivin. Em her tim berpirsyariya xwe ya li hemberî dengderên xwe nîşan didin. Divê Friedrich Merz dawî li vî `agirê dîwarê nedemokratîk` bîne. Eger na, ew bi xwe dê li di bin  vî dîwarî de bimîne.

Rûdaw: Li Rojhilatê Almanyayê we gelek deng standin. Sedemê vê yekê çi ye?

Tino Chrupalla: Li Rojhilatê Almanyayê gel nîşan da ka çawa li "dîwarê agir" dinêre. Li Rojhilat em hînî hilweşandina dîwaran bûne û li deverên gundewar em dizanin çawa ji bo xwe têbikoşin. Xelkê li rojhilat hest dike ku destkeftiyên aborî û civakî yên ku piştî yekbûnê bi dest xistine di bin metirsiyê de ne.

Gel dixwaze van destkeftiyan biparêze û dixwaze ku ev berdewam bikin. Em jî tam ji bo vê yekê têdikoşin. Em dê li Rojhilatê Almanyayê xebatên xwe bidomînin. Eger destûra beşdariyê neyê dayîn, em dê rojekê piraniya dengan bi dest bixin. Li Rojhilatê Almanyayê me ev yek bi ser xist. Êdî hewceyiya me bi hevpeymaniyan nîne û CDU dê xwe bê sûd hîs bike.

Rûdaw: Ji bo kabîneya bê bernameya partiya we çi ye?

Tino Chrupalla: Em dê pêşî komeke nû ya parlamentoyê ava bikin û li wir dest bi xebatên xwe bikin. Em dê xwe zêdetir pêş bixin û bernameyên xwe bihêztir bikin. Bi vî awayî di hilbijartina bê de em dê karibin dengdêrên zêdetir ber bi xwe ve bikişînin.

Rûdaw: Birêz Chrupalla, spas ji bo vê hevpeyvînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst