Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê SPDyê Dennis Kocker, AfD wekî "yek ji gefên herî mezin e ku demokrasî bi wan re rû bi rû maye" nîşan da.
Li Almanyayê dê 23yê Sibata 2025an hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê bên kirin.
Zêdebûna dengên Partiya Alternatîva ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgir a tundrew li welêt di nav xellkê de bûye sedema fikaran.
Namzedê Partiya Sosyal Demokratan (SPD) Dennis Kocker li ser hilbijartinan û AfDyê ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.
"Divê em nebêjin koçberî ji bo welêt xerab e"
Kocker ji Rûdawê re ragihand ku AfD îdia dike ku koçberî ji bo Almanyayê pirsgirêkek e, "lê ne wisa ye" û got:
"Divê em lê binerin ka kî bi sîstemê re bi rêk û pêkî mijûl nabe, kî dewleta me xirab bi kar tîne. Divê em nebêjin bi giştî koçberî ji bo welat xerab e."
AfD partiyeke rastgir e ku li dijî entegrasyon û koçberiya Almanyayê ye.
Her wiha AfD bi awayekî eşkere dersînorkirina bikom a koçberan jî dipejirîne."
Serokê Fraksiyona AfDyê ya Hamburgê Dr. Dirk Nockemann di hevpeyvîneke xwe ya ji Rûdawê re de derbarê rawestandin û vegerandina koçberan gotibû:
"Em wekî take partiya bawerpêkirî tên dîtin, dema ku em dibêjin em dixwazin koçberiyê ji bo Almanyayê sînordar bikin, tiştê ku em naxwazin ev Îslamîzma tund e."
Li Almanyayê koçber
Li Almanyayê nêzikî 19 milyon koçber hene ku ev jî dike ji sedî 23yê nifûsa welêt.
AfDyê par banga vegerandina koçberan kiribû û ev yek jî bûbû sedema protestoyên berbelav.
Bi îhtimaleke mezin AfD dê di hilbijartinan de dengên xwe zêde bike û bi vê yekê dê bandora xwe jî zêde bike.
Zêdebûna dengên AfDyê û bandora li Almanyayê di serî de di nav koçberan de li welêt dibe sedema fikaran.
"Ehmeqî ye"
Namzedê SPDyê Kocker li ser dersînorkirina koçberan got:
"Di bingeha xwe de ehmeqî ye ku mirov bibêje ku divê her kes (koçber) bên dersînorkirin.
Bêyî pispor û kesên biyanî bi giştî li vir demokrasiya me jî ne pêkan bû.
Yên ku sîstemê bi xerabî bi kar tînin an jî mafê wan ê mayînê nîne divê vegerin.
Lê her kesê ku sedemên wan ên koçkirinê hebin, divê dîsa jî karibe were Almanyayê."
Kocker li ser partiya xwe jî got, “Em dixwazin bibin partiya herî xurt. Ez dev ji vê hêviyê bernadim"
Partiya wî SPD di paşketinê de bû lê SPD sala 2021ê hinekî bi ser ket.
Lê belê ew niha dîsa di paşketinê de ne ji ber ku AfD her ku diçe dengê xwe zêde dike.
"Hay ji xwe hebin, ev ne partiyeke mixalefetê ye"
Dennis Kocker wiha pê de çû, "Divê em bi zelalî ji gel re bibêjin ku ev partî (AfD) bi rastî çi dixwaze.
Dixwazin nîqaşan belav bikin û mirovan biçûk bixin. Em nikarin destûrê bidin vê yekê.
Divê em rastiyê ji gel re bibêjin. Divê ji Almanan re were eşkere kirin: Hay ji xwe hebin, ev ne partiyeke mixalefetê ye.
Ev partî li dijî biyaniyan e, dijî cihêrengiyê ye û tenê ji bo nîqaşan heye.
Bi dîtina min, AfD yek ji gefên herî mezin e ku demokrasî bi wan re rû bi rû maye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse