3 sal di ser êriş û dagirkeriya Rûsyayê ya li hemberî Ukraynayê derbas bûn.
Balyozê Ukraynayê yê Îraqê Ivan Dovhanychragihand jî diyar kir ku ji destpêka dagirkeriya Rûsyayê heta niha Ukraynayî welatê xwe diparêzin û got, "Agirbesta bêgarantor behnvedaneke ji bo êrişeke din a Rûsyayê."
Ivan Dovhanych behsa êrişan Rûsyayê kir û got:
"Rûsan dixwest hemû Ukraynayê di nav çend hefteyên de bigirin û Kieva paytextê me di nav 3 rojan de dagîr bikin lê 3 sal in ku dagîrkariya seranserî berdewam e û hîn jî nikarîne Ukraynayê dagîr bikin."
Balyozê Ukraynayê ragihand di sala yekem a dagîrkariya seranserî de nêzîkî sêyeka tevahiya hilberîna navxweyî ya welatê wî ji dest çûye.
Her wiha amaje pê kir ku bazirganiya sala 2021ê li Îraqê ji 700 milyon dolarî daketiye û sala 2022an bûye 200 milyon dolar lê di 2024an de bûye zêdetirî 300 milyon dolar.
Ivan Dovhanych diyar kir ku nabe bawerî bi Rûsan were kirin û got "Soza her tiştî didin lê her tim derewan dikin.Ji bo aştiya berdewam, garantiyên rastîn ên asayîşê pêwîst in... ji ber bêyî van garantiyan, her agirbest dê tenê rawestaneke demê be berî êrişeke din a Rûsyayê ya li ser Ukraynayê."
Balyozê Ukraynayê behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Ukraynayê jî kir û diyar kir ku Ukraynayê biryar daye konsulxaneyeke giştî li Hewlêrê veke û hêvîdar e îsal dê were vekirin û ev yek jî dê bibe sedema hêsankirina pêvajoya dayîna vîzeyê ji bo niştecihên Herêma Kurdistanê.
Ivan Dovhanych bû mêvanê Bultena Nûrojê û bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.
Hevpeyvîna Nalîn Hesenê û Ivan Dovhanych wiha ye:
Rûdaw: 3 sal di ser şerê Ukrayna û Rûsyayê re derbas bûn, hestên te çi ne?
Ivan Dovhanych: Ez dikarim ji we re bibêjim ku ji bo her miletekî sê sal şer gelekî dijwar e, ji bo Ukraynayiyan jî wisa ye. Beriya 3 salan, dema ez sibehê zû ji ber dengekî ecêb ê li binê mala min ji xew rabûm û min helîkoptereke leşkerî ya Rûsyayê dît, min bawer nedikir çi dibînim. Bêguman, min bawer nedikir ku dê ev şer ewqasî dirêj bike lê di van 3 salan de, ez dikarim hestên Ukraynayiyan bi tenê bi yek peyvê binav bikim, berxwedan. Em şer dikin, em amade ne şer bikin û em dê şer bikin, ji ber ku niha ti rêyek nîne ji bo bidestxistina aştiyeke dadmend û berdewam ji bo welatê min. Bi rastî, me ti rêçare nîne.
Rûdaw: Heta niha bîlançoya mezinbûna zererên şer li ser Ukrayna çi qas e?
Ivan Dovhanych: Niha behskirina vê yekê gelekî dijwar e, ji ber ku tenê piştî şer em dikarin zererên rastîn binirxînin lê em niha dizanin ku gelek ji binesazî, pîşesazî û hêzên aborî yên Ukraynayê bi sedema êrişên Rûsyayê ziyan dîtine lê tiştê ji vê jî xerabtir windabûna jiyanê ye. Bi hezaran welatiyên me di vî şerî de jiyana xwe ji dest daye. Bi milyonan Ukraynayî niha penaber in. Ji ber vê yekê, vegerandina jiyana welatê me ya asayî piştî şer dê erkeke gelekî dijwar be lê ji bo behskirina hejmareke diyarkirî ya zererên me hîn zû ye.
Rûdaw: Çi qas ji axa Ukraynayê hatiye dagirkirin?
Ivan Dovhanych: Ji sala 2014an ve, dema ku Rûsyayê Kirime dagir kir, bi giştî nêzîkî ji sedî 18yê ji axa Ukraynayê ji aliyê êrişên Rûsyayê ve hatiye dagirkirin lê ez dixwazim tekezî li ser vê yekê bikim ku di 3salên şerê tevayî de, Rûsan dixwestin hemû Ukraynayê di çend hefteyan de dagir bikin û Kieva paytext di 3 rojan de bistînin lê wekî ku em dibînin, ev dagirkeriya giştî bi 3 sal in berdewam dike û hîn jî nekarîne Ukraynayê dagir bikin.
Rûdaw: Cîhan heta çi astê bi we re bû?
Ivan Dovhanych: Piştgiriya navneteweyî ji bo Ukraynayê bêhempa ye. Bi şanazî dibêjim, hemû welatên pêşketî û demokratîk piştgiriya Ukraynayê dikin, bi awayê ku dikarin lê tiştê herî girîng ew e ku Ukrayna şer dike û em alîkariya navneteweyî werdigirin, heta amûr û çekên leşkerî jî lê ez dikarim bibêjim çek şer nakin, leşker şer dikin û leşkerên Ukraynayê ji pola hatine çêkirin. Bêguman bi çek û çekên modern, leşkerên me gelekî baştir şer dikin lê bêyî leşkeran, ev çek tenê parçeyên hesin in. Ukraynayî şer dikin û piştgiriya cîhana demokratîk bi me re ye.
Rûdaw: Di van 3 salên borî de we çi ji dest daye û destkeftiyên we çi bûne?
Ivan Dovhanych: Ukraynayê bi hezaran hemwelatî, beşeke girîng a axa xwe û binesazî ji dest daye lê me tiştê herî girîng bi dest xistiye. Me ji cîhanê re îspat kir ku Ukrayna dewleteke xurt, serbixwe û xwedî serwerî ye. Me piştgiriyeke navneteweyî ya bêhempa bi dest xistiye, artêşa xwe xurtir kiriye û em bûne neteweyek yekgirtîtir.
Rûdaw: Çima Serokê Ukraynayê dan û standinên aştiyê qebûl nake?
Ivan Dovhanych: Ukrayna tim piştgirê ramanên aştiyê bû lê ne bi nirxê teslîmbûnê yan jî destberdarbûna ji axa xwe. Serok Volodimir Zelensky formuleke aştiyê pêşniyar kiriye. Planeke 10 xalî ku vekişîna hêzên Rûsyayê yên tevahî, vegerandina yekparçeyiya axa welêt û darizandina berpirsiyarên sûcên şer dihewîne. Her dan û standinek tenê li ser bingeha yasaya navneteweyî tê kirin.
Rûdaw: Agahiya te heye ku Rûsya û Amerîka li ser çi lihev kirine?
Ivan Dovhanych: Ukrayna çavdêreke neçalak nîne û heta niha ez gelekî bawer im lihevkirin di navbera Amerîka û Rûsyayê de tune. Ji ber sedemeke gelekî hêsan, bi tevahî nabe ku dan û standin were kirin û lihevkirineke bi Rûsan re were dîtin. Dewleta Rûsyayê dewleteke derewîn e, bi zimanekî hêsan dewleteke terorîst e. Ji ber vê yekê, ew aliyê navneteweyî ku baweriyê bi Rûsan dike şaşiyeke mezin dike. Ez bawer dikim zû yan dereng hemû ew welatên ku dixwazin dan û standinan bikin yan têgihîştin û lihevkirinê bi Rûsyayê re bibînin dê bi kûrahî poşman bibin. Her wiha ez dixwazim zêde bikim ku têkiliyên me yên berdewam bi hemû hevparên me re hene lê paşeroja Ukraynayê tenê ji aliyê gelê Ukraynayê ve diyar dibe. Nabe ku bêyî Ukraynayê li ser Ukraynayê biryar were dayîn.
Rûdaw: Pêwendiya Ukrayna bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re di çi astê de ye?
Ivan Dovhanych: Ez kêfxweş im bibêjim ku ez hesta famkirineke temam ji Îraqê dikim û Hikûmeta Îraqê piştgiriyê dide erkê min ku ji bo min gelekî girîng e, ji ber ku ev duyemîn erkê min e li welatê we yê ciwan. Cara yekem wekî dîplomatekî ciwan berî 18 salan hatim, sala 2006an bû. Bêguman ez dikarim rewşa welatê we ya di navbera 18 salên borî û niha de bidim ber hev. Ez dikarim ji we re bibêjim ku bi pêşveçûneke berbiçav heye. Ez li kuçeyên Bexdayê bi dîtina gelek zarokên dilxweş kêfxweş im. Ez bi rastî hurmetê ji vê yekê re dikim û ez gelekî bawer im ku Îraq dê paşerojeke geş a Îraqê hebe. Derbarê Herêma Kurdistanê de, ez bi şanazî dibêjim ku hikûmeta min biryar daye ku Konsulxaneya Giştî li Hewlêrê veke û ez hêvî dikim îsal ez bi vekirina nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Hewlêrê bêm xelatkirin ku dê bibe alîkar ku em pêwendiyên xwe yên aborî, çandî û mirovî bi Herêma Kurdistanê re jî bi pêş bixin.
Rûdaw: Eger li Hewlêrê vîza ji bo serdana Ukraynayê were derxistin, mercên wê çi ne?
Ivan Dovhanych: Bêguman tedbîrên me yên taybet hene wekî her welatekî din û niha ji bo niştecihên Herêma Kurdistanê pêwîst e werin Bexdayê ji bo xwestina vîzayê yan jî li benda konsulê me bin ku du yan 3 mehan carekê serdana Hewlêrê dike yanî gelekî bi kêmî. Niha, dema ku em konsulxaneya xwe ya giştî li Hewlêrê vekin, ez bawer dikim xwestina vîzaya Ukraynayê dê gelekî hêsantir bibe.
Rûdaw: Qewareya bazirganiya Ukrayna bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re çi qas e?
Ivan Dovhanych: Sala 2021ê, berî dagirkeriya tevahî ya Rûsyayê, bazirganiya me ya hevbeş nêzîkî 700 milyon dolarî bû. Sala paşê, gava ku dagirkeriya tevahî dest pê kir, 3 qatî kêm bû, nêzîkî 200 milyon, tiştekî wiha, an heta jî kêmtir. Niha, ez dikarim ji we re bibêjim ku civakên me yên bazirganiyê, kompanyayên her du welatan hewl didin ku hevkariyên xwe bidomînin û niha em texmîn dikin ku nirxê bazirganiyê di navbera welatên me de, mebesta min sala 2024an e, dê zêdetirî 300 milyon dolarî be. Bi vî rengî bi hêdîka lê bi baweriya min bazirganiya di navbera Îraq û Ukraynayê de zêde dibe.
Rûdaw: Ukrayna di warê berhemên navxweyî wekî genim û zeyt de welatekî dewlemend e; bi giştî vî şerî çi bandor li ser berhemên Ukraynayê kiriye?
Ivan Dovhanych: Di sala yekem a dagirkeriya giştî de sa 2022yan de nêzîkî sêyeka berhemên xwe me ji dest da lê bi saya alîkariya navneteweyî û guherîna kar û barê xwe, aboriya me nîşanên başbûnê nîşan daye. Tevî ku benderên me ji aliyê Rûsyayê ve hatin dorpêçkirin û binesazî hat wêrankirin, Ukrayna hinartina berhemên xwe yên xwarinê didomîne û di warê metal û xizmetên komputeran de jî karê me berdewam dike û di heman demê de li bazarên nû digere. Ez dikarim ji we re bibêjim tênê di vî karê zehmet û dijwar de jî, em berdewam dikin alîkarî û piştgiriyê bidin wan kesên ku hewcedarî alîkariyê ne. Wekî mînak, em berheman ji xelkê Filistînê dişînin. Di dawiya sala borî de Ukraynayê alîkariyeke mirovî ya mezin pêşkêşî xelkê Sûriyeyê kir, bi bernameya ‘Xwarin ji Ukraynayê’. Ji ber vê yekê, heta di vî şerê zehmet de, dema ku em metirsiyê hîs dikin, em alîkariya xelkên din dikin ku ji me zêdetir êşê dikişînin.
Rûdaw: 3 sal in Ukrayna di şer de ye, Kurd jî ji bo maf û parastina axa xwe gelek şer kiriye, peyama te ji bo Kurdan çi ye?
Ivan Dovhanych: Peyama min dê gelekî sade be, wekî peyama min ji bo Ukraynayiyan; rêzê li dîroka xwe bigirin û baweriya xwe bi paşeroja xwe bînin.
Rûdaw: Hûn daxwaza çi garantiyekê dikin ji bo bidawîhatina şer?
Ivan Dovhanych: Ez rastbîn im. Ez çaverê nakim ku şer sibe yan du sibe biqede. Baweriya min bi serkeftina Ukraynayê heye, ji ber ku em parastina axa xwe dikin. Hûn dizanin, ez jî leşker bûm. Roja piştî dagirkirina tevahî ya Rûsyayê, min pêwendî bi artêşê re danî û wekî leşkerekî asayî şer kir. Ez birîndar bûm lê niha zavayê min li şûna min şer dike. Ji ber vê em bihêz in û baweriya me bi xwe heye ji bo şerkirin û parastina welatê xwe. Ez bi tevahî bawer im ku Ukraynayê dê vî şerî bibe û wekî milet û em dê welatekî xwedî serwerî, demokratîk û azad bimînin.
Rûdaw: Gelek spas, di dawiyê de eger peyam an gotineke te heye kerem bike?
Ivan Dovhanych: Wekî berê min ji we re got, bi tevahî nayê bawerîkirin ku bi Rûsan were bawerîkirin. Soza her tiştî didin lê her tim derewan dikin derewan dikin û derewan dikin. Çendîn caran me hewl da ku peymanekê bi wan re îmze bikin. Her carê êrişên wan ên li ser me zêdetir û zêdetir bûn. Ji ber vê ji bo aştiyeke berdewam, garantiyên rastîn ên ewlehiyê pêwîst in, ewlehiyeke rastîn. Ev jî bi xurtkirina şiyanên bergiriyê yên Ukraynayê û pabendiya zelal a civaka navneteweyî ve girêdayî ye ji bo rêlibergirtina dijminkariyên paşerojê. Ji ber ku bêyî van garantiyan, her agirbestek dê tenê rawestandineke demkî be beriya êrişeke din a Rûsyayê li ser Ukraynayê. Ew tu carî nasekinin.
Rûdaw: Gelek bi xêr hatî birêz Balyozê Ukraynayê yê Îraqê Ivan Dovhanych ku ji Bexdayê mêvanê me bûyî; gelek spas.
Ivan Dovhanych: Gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse