Serokê Federasyona Elewî û Bektaşiyan Mustafa Aslan got, “Li wî welatî li hemberî Kurdan û zimanên din dijminatî tê kirin. Li Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî û zimanê baweriya wan ku Erebî ye, ti zimanekî din qebûl nakin.”
Li Tirkiyeyê perwerde bi nîqaşan dest pê kir. Ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî nayê dayîn.
Herwiha li ser Elewiyan û zarokên Elewiyan jî zor û zextên dersa mecbûrî ya olî hene.
Li aliyê din Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn ragihadn ku dê ji bo sala perwerdeyê ya 2024-2025an mufredateke nû cîbicî bikin.
Di vê mufredatê de jî dê dersên olî û dersên Tirkî jî bêne zêdekirin.
Di vê çarçoveyê de jî 9 sazî û rêxistinên Elewiyan li dijî mufredata nû derdikevin û dê di 10ê Kanûna Pêşîn de li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi druşma “Perwerdeya Laîk, Jiyana Mirovane û Tirkiyeya Demokratîk” mîtîngeke berfireh li dar bixin.
Serokê Federasyona Elewî û Bektaşiyan Mustafa Aslan li ser daxwazên Elewiyan û vê mîtîngê bersiva pirsên peyamnerê Rûdawê Omer Sonmez da.
Rûdaw: Birêz Mustafa destpêkê hûn bi xêr hatin. Îro we daxuyanî da çapemeniyê di 10ê Kanûna Pêşîn de wê mîtîng bê kirin, mebesta vê çiye, çima hûn dixwzin li Kadikoyê mîtîngê bikin, wekî saziyên Elewiyan?
Mustafa Aslan: Me 10ê Kanûna Pêşîn hilbijartin ji ber ku 10 Kanênê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Sedema hilbijartina 10 Kanûnê ev e ku li Tirkiyeyê rêz li mafên mirovan nayê girtin û têne binpêkirin. Em dê ji bo perwerdeya layîk û jiyaneke bi rûmet mîtîngekê saz bikin.
Giringiya vê mîtînê bo me gelek e ji ber ku 30 û çend sal in, wekî saziyên Elewî û gelek saziyên din dibînin ku li Tirkiyeyê oleke laîk nîne, wekhevî û demokrasî nîne. Hem di warê hiqûqî û hem di warê yasayî de em ji bo vê yekê xebatê dikin.
Her roj em bêhtir zehmetiyan dikişînin ku nerîna xwe bînin ziman, xebata siyasi, heta em nikarin wan mafên xwe yên demokrasî jî bikar bînin ku di destûra niha de rê pê hatiye dayîn.
Rûdaw: Rêzdar serok niha hin hûrgilî tên eşkerekirin, wê giringiyê bidin dersên olî û dersên zimanê Tirkî jî dê bêne zêdekirin. Zarokên ku zimanê wan ê dayîkê ne Tirkî ye dê zehmetiyan bibînin. Ji bo zarokên Kurd wê zehmet be, dê rê li ber asîmîlasyonê bê vekirin. Ji bo elewiyan wê hîn zehmettir be, ji ber ku dersên olî zêde dibin. Ev mijar di rojeva we de ye, dikarî li ser vê jî hin zanyariyan bidî me?
Mustafa Aslan: Belê, zêdekirina dersa olî di nava sîstema perwerdeyê de bide aliyekî, hefteya borî û rast sê rojan berî niha bû li gelek gundan û hin partiyan û gelê me yê Kurd daxwaz kiribûn ku navê gundan bi Kurdî bê nivîsîn. Ev zîhniyeta ku ew daxwaza me ret kiriye, niha li hemû gundan navên bi Erebî tên nivîsîn. Li hember navên Tirkî bi Erebî jî tê nivîsîn. Di sîstema perwerdeyê de jî heman zehmetiyên me hene.
Daxwaza xwendina bi zimanê dayîkê ji bo wan kesên ku li vî welatî zilim li wan hatiye kirin, ew tune hatine hesabkirin, îro li wî welatî li hember Kurdan û zimanên din dijminatî tê kirin. Li Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî û zimanê baweriya wan ku Erebî ye, ti zimanekî din qebûl nakin. Li hemberî wê yekê jî xebatek heye. Niha zêdekirina dersên olî, hem berfirehkirina dijminatiya li hemberî zimanên din e û herwiha belavkirina baweriyekê ye di nava pêkhateyên civakê de ku baweriyên din hene.
Bi salan e em wê yekê dibêjin nabe ti grûpeke olî bi destê dewletê tev bigere. Her kes bila ola xwe li sazî û navendên xwe fêr bibe, pêwîst e ku dewlet sekuler be. Lê mixabin piştî hilbijartinên 14 û 28 Gulanê dema ku tu temaşeyî parlementoyê dikî, tevgera şovînî û berjewendîxwazan dibînî û ew di nava perwerdeyê de tê dîtin. Îro perwerde bi fermana terîqet û cemaetan weke medreseyekê lê hatiye.
Li vir Elewî zilmê dibînin, metirsî li ser wan heye. Kesên din hene ku xwedî baweriyên cuda ne. Herwiha Kurdî û zimanên din tên înkarkirin. Olek û zimenek tê sepandin lê em dê berdewam bin li ser xebata xwe û em bê hêvî nabin. Xebata me dê berdewam be. Rast e belkî em nebînin lê dê rojek were ku zarokên me jiyaneke wekhev û biratiyê li wî welatî ava bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse