Damezrînerê AK Partiyê Huseyîn Çelîk: Tirkiye bûye goristana partiyên hatine daxistin

17-12-2022
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Huseyîn Çelîk ku beşdarî bultena Hevîdar Zana ya Rûdaw TVyê bû û bersiva pirsên derbarê mijarên rojevê de da.
Huseyîn Çelîk ku beşdarî bultena Hevîdar Zana ya Rûdaw TVyê bû û bersiva pirsên derbarê mijarên rojevê de da.
A+ A-

Yek ji damezrînerên AK Partiyê Huseyîn Çelîk diyar kir ku di dîroka Tirkiyê de dadgehan me paşxaneke xwe ya binpêkariyan heye û got: “Tirkiye goristana partiyên hatîne daxistin e; ew partiyên siyasî yên ku têne daxistin, qedexeya siyasetkirinê bi ser endam û berpirsên wê de tê ferz kirin. Ev ne raste, ne dadperwerane ye. Mixabin Tirkiye di vê mijarê de paşxaneke dîrokî ya xirap heye.”

Huseyîn Çelîk amaje bi wê yekê kir ku MHP bûye sedem ku AK Partî di nav Kurdan de lawaz bibe û got: “Dema AKP destê xwe da destê MHPê, ew partiya ku li ser bingeha nijadperestiyê siyasetê dike, bûye sedema lewazbûna AKPê di aliyê girseyî de li navçeyên rojhilat û başûrê rojhilatê Anadolu (Bakurê Kurdistanê).”

Derbarê binpêkariyan de jî Çelîk got: “Bêhiqûqî li kê bê kirin, Tirk be, Kurd be, Misilman be, heger hûn neparêzin, divê hûn ji însaniyeta xwe gumanê bikin.”

Derbarê peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de jî Çelîk got, “Dibe ku peywendiyên weke berê ne xurt û germ bin lê ez di wê baweriyê de me ku sarbûna dema Referandûmê hinekî kêm bûye.”

Huseyîn Çelîk ku beşdarî bultena Hevîdar Zana ya Rûdaw TVyê bû û bersiva pirsên derbarê mijarên rojevê de da.

Rûdaw: Birêz Çelîk, di twitterê de we rexne li biryara dadgehê ya cezakirina Îmamoglu girtin. Li gorî nêrîna we zilm lê hatiye kirin?

Huseyin Çelik: Zilm li kê hatibe kirin an bê kirin, ji partiya we be yan ji partiyeke din be, Tirk be yan Kurd be, Misilman be yan her oleke din, Sunne be yan Şîe, dema zilm li mirovekê tê kirin û hûn jî wî neparêzin û ewa ji destê we tê bo vegerandina mafê wî hûn nekin, wê demê divê gomana we ji mirovbûna we hebe. Em dev ji partiyên opozisyonê û rêkxistinên dijmin berdin. Li welatê min kesên ne misilman hene. Dema zilm li cîraneke te yê Ermenî yan Cihû bê kirin û rûbirûyî nêzîkatiyek ne yasayî bibe, ji bo parastina mafê wî ne merce ez jî Ermenî yan Cihû bim; Mirovbûna min li ser her tiştî re ye. Dema beşê te hat xwarin û zilm li te li te hat kirin û li beramberî wê te nerazîbûna xwe anî ziman, wê demê tû zindi yî, lê dema te dengê xwe li dijî zilmkar bilind kir û hewl da rêgiriyê li zilmê bikî û hest bi êşa kesê zilm lê bûyî bikî, wê demê tu mirov î. Dema em li dîroka welatê xwe dinêrin, mixabin dadgehên me paşxaneke xwe ya binpêkariyan heye. Tirkiye goristana partiyên hatîne daxistin e; ew partiyên siyasî yên ku têne daxistin, qedexeya siyasetkirinê bi ser endam û berpirsên wê de tê ferz kirin. Ev ne raste, ne dadperwerane ye. Mixabin Tirkiye di vê mijarê de paşxaneke dîrokî ya xirap heye.

Xwdê jê razî Suleyman Demirel jî rûbirûyî qedexeya siyasetkirinê bû, di dawiyê de bû Serokwezîr û piştre jî Serokomar. Xwedê rehma xwe lê bike Ecevit jî siyaset lê hatibû qedexekirin û ew jî bû Serokwezîr. Her wiha li Erbakan hat qedexekirin û xistin girtîgehê û ew jî bû Serokwezîr. Serokomarê niha Erdogan jî qedexeya siyasetkirinê bi ser de hatibû ferzkirin, lê bo Serokwezîr û niha jî Serokomar e. Ezmûnên derbasbûyî wê yekê nîşanî me didin ku dadgeh û serbaz nikarin siyasetê li gorî daxwaza xwe dîzayn bikin û bi van karan encamên berovajî derdikevin holê, êş û nehametî dibin sedema geşe û serhildanên nû. Ji ber wê yekê ez vî karî karek guncaw nabînim. Ne tenê bo Ekrem Îmamoglu, li dijî  kî were kirin, ez dê heman helwestê nîşan bidim û rexne bikim.

Rûdaw: Hûn jî di avakirina AKPê de hebûn. Dema hat deshilatê AKP li Bakurê Kurdistanê partiya yekem bû, lê hina berevajî bûye û dengên we kêm bûne. Sedema wê ev zilma tê kirine?

Huseyin Çelik: Ev ne tenê girêdayî vê mjarê ye. Niha li Tirkiyê kriza aborî heye. Bi rêya kanala we û çendîn kanalên din ên Tirkiyê jî min behsa wê yekê kiriye, dema AKP destê xwe da destê MHPê, ew partiya ku li ser bingeha nijadperestiyê siyasetê dike, bûye sedema lewazbûna AKPê di aliyê girseyî de li navçeyên rojhilat û başûrê rojhilatê Anadolu (Bakurê Kurdistanê). Her wiha bûye sedema acizbûna beşek zêde ji Kurdên li bajarên mezinên Tirkiyê dijîn. Bê goman biryarbidestên AKPê berê û niha jî hest bi wê yekê kirine ku ji ber hevpeymaniya bi MHPê re, encameke bi vî awayî derketiye holê.

Rûdaw: Ew dê çi bandorê li ser hilbijartinên sala 2023ê bike? Recep Tayyip Erdogan careke din dibe Serokomar?

Huseyin Çelik: Ev demeke Serokomar berbijêrbûna xwe ragihandiye. Her wiha Tifaqa Cimhur ku ji AKP, MHP û Partiya Tirkiyeya Mezin pêk tê, ev demeke mijara berbijêrbûna birêz Recep Tayyip Erdogan bo serokomariyê bê du dilî yekalî kirine. Lê derbarê berbijêrbûnê de danûstandin hene. Hinek dibêjin ev gera wî ya duyem û hinek jî dibêjin ev gera wî ya sêyem û ez jî naxwazim bikevin nav vê mijarê. Em nikarin pêşbîniya bijardeyên gel bikin. Birêz Erdogan heta roja îro di hemû hilbijartinan de serkeftî bûye, lê di hilbijartinên pêşiya me de ne diyar e çi çêdibe. Serokatiya Şaredariya Stenbolê zêdetirî 20 salan di destê AKPê de ma, lê piştre ji dest da. Kes nizane xelk dengê xwe dide kê? Duh dengê xwe da te û sibe dibe ku dengê xwe bide keseke din. Bo wê axaftina li ser encamên hilbijartinê ne rast e. Heta sindoqên hilbijartinê neyên vekirin û bi fermi encam neyên ragihandin, nirxandina vê mijarê tenê dibe egerek. Di heman demê de divê bizanîn kî dibe rikaberê birêz Erdogan di vê hilbijartin de, ev jî mijareke girîng e.

Rûdaw: Yek ji mijara ku Kurdan nîgeran dike û dilê wan diêşîne, mijara tekezkirina êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Serokomarê Tirkiyê gelekî tekeziyê li wê yekê dike ku êriş dikin, nêrîna we di vê derbarê de çiye? Ev gaveke rast e?

Huseyin Çelik: Li gorî me Bakurê Sûriyê. Kurdên Bakurê Sûriyê yan Kurdên Sûriyê gelek zilim li wan hatiye kirin. Çendîn sal rejîma Esed wate rejîma Beis jiyana Kurdên Sûriye kiribû zindan. Heta piraniya wan nasnameya wî welatî nebûn û ne hemwelatî bûn. Niha li Sûriyê rewşeke gelekî aloz û ne cîgir heye. Nûseyrî piştgiriyê didin Beşar Esed. Erebên Sunne piştgiriyê didin Artêşa Azad a Sûriyê. Bê goman Kurd jî pêwîst e tiştekê bo paşeroja xwe bikin. Helbet ez behsa wan kesên ku li pey PKKê diçin û li gel PKKê çek hildigrin nakim; ez behsa welatiyên asayî yên Kurdên bakurê Sûriyê dikim; ji mafê wan e ku jiyaneke wan ya asayî û seqamgîr hebe û aştî li navçeyên wan çêbibe. Lê dema ji bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê êrişî axa Tirkiyê bê kirin, helbet Tirkiyê mafê xwe yê bersivdanê heye. Ew a ku ez qala wê dikim, ez bi ti şêweyî li gel wê nêrînê de nînim ku hemû Kurdên Sûriyê piştevan û alîgirên PKKê ne. Ev şaş e û ne raste û zilme li wan tê kirin.

Rûdaw: We behsa Artêşa Sûriyê kir. Ku niha tê gotin Artêşa Sûriye ya Nîştimanî, wê artêşê bi piştgiriya Tirkiyê gelek Kurd li Efrînê û Serêkaniyê derxistin û Ereb anîn li cihê wan bicîkirin, demografî guhertin, desdirêjî kirin ser jinên Kurd. Evê yekê di nav AKPê de nîgeraniyek ava kir? Ew Kurdên ku di nav AKPê de ne bi vê yekê nîgeran bûn? Ti helwesteke wan hebû?

Huseyin Çelik: Li ku dera cîhanê kî zilm lê were kirin, bi taybetî eger ev mijar pêwendiya xwe bi namûsê re hebe, yan jî mijara desdirêjî kirina ser jinên bê guneh û zarokan be, li kîjan welatî û civakê de be, eger di nav wê desdirêjiyê de lekekirina namûsî hebe, bidilniyayî em weke kareke nemirovane dibînin. Ev mijar tenê pêwendiya xwe bi Kurdên Sûriyê re tune ye, pêwendiya wê bi wijdanê , bawerî û namûsa mirovatiyê re heye û her kesê ku wijdana wî hebe divê li beramberî bûyerên bi vî awayî êşê bikişîne. Eger ev Artêşa Azad be yan kes û aliyeke din bike.  Lê gelek mijarên aloz jî li wê navberê de tên dîtin ku nayê zanîn kîjan rastin û kîjan ji rastiyê dûr in. Ez bixemgînî dubare dikim ku Sûriye bûye “Kelawey Cadûgeran”, nayê zanîn ka destê kê di berîka kê de ye. Alozî û şepirzîyeke mezin heye. Ji vir ez dubare dikim, Kurdên Sûriyê bi bazirgan, xwedî pîşe û xelkê gundan an ewên li bajaran dijîn ve, wek hemû pêkhateyên din, gelê Kurd jî mafê destnîşankirina çarenivîsa xwe ya paşerojê heye; mafê jiyaneke azad û serbest heye û hemû hewldan û xebata wan cihê rêzgirtinê ye û divê rêz lê bê girtin. Ji vir ez tekez dikim, ew kesên ku mil bi milê terorîstan kar dikin ji derveyî xeleka van mafê rewan e.

Rûdaw: Di salên despêkê de pêwendiyên AKPê bi Herêma Kurdistanê re gelekî başbûn. Lê piştî referandomê xirab bû. Niha çawaye? Di dilê we ye ew pêwendiya ku niha heyî?

Huseyin Çelik: Dibe pêwendî wek berê zêde germ nebin, lê piştî piroseya referandomê li gorî min beşek ji sarbûnên di pêwendiyan de çêbûyîn hatin çareserkirin. Welatiyên Herêma Kurdistanê xizmên beşek ji welatiyên Tirkiyê ne û binêrîna min di heman demê de ew xizm û kesûkarê Tirkiyê ne. Ez bi vî awayî dibînim, dinirxînim û pê bawerim. Ji derveyî wê jî, nêzîkî %70ê hinardeya me ya bo Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê re çêdibe, ev jî bi rêya deshilata Herêma Kurdî li bakurê Iraqê tê kirin. Bo wê bira û xweşkên Kurd ne tenê xizm û kesûkarê me ne, ew hevbeşên me ne di berjewendî û rêzlihevgirtinê de. Ez wek take keseke vê civakê, wek perlamantereke berê, wek wezîreke berê û wek kesayeteke akademîk profesor û mamostayê zanîngehê bi hemû pile û postên xwe ve dibêjim û min berê jî gotiye, hebûna pêwendiyeke zêde baş di navbera gelê Kurdê Bakurê Iraqê û hemû pêkhateyên gelê Tirkiyê û di heman demê de pêwendiyên pirrengî yên dewleta Tirkiyê li gel deshilata Herêma Kurdî li Bakurê Iraqê, sedema rastexwe ya aştiyê û seqamgîriyê û jiyaneke xweş û geşeya aboriya Tirkiyê ye. Ez di wê baweriyê de me ku divê pêwendî di asta herî baş de jî bimînin. Berê min gotiye û îro jî ez heman tiştî dibêjim.

Rûdaw: Li gorî te di paşerojê de modêla Iraqê ya çareserkirina pirsa Kurd dikare bo Tirkiyê jî bi be nimûne? Wek mînak, Iraq hebûna Kurdan weke neteweyeke cuda û cografya Kurdistanê wek xwe qebûl dike. Ev yek bo li Tirkiyê jî nebe?

Huseyin Çelik:  Berî damezrandina dewleta Komara Tirkiyê, di nexşeya Osmaniyan de navê vê navçeyê Kurdistan bû. Lê bi derbasbûna zeman re, gotin û destewaje wateyeke nû distînin yan wateya xwe ji dest didin. Pêgeh û modêla rêvebirina her welatekê ji welatê din cuda ye. Modêla Tirkiyê bo Iraqê nagunce û berevajî  bi heman awayî ye. Nêzîkî %90 Kurdên Iraqê li navçeyên li jêr deshilata Herêma Kurdî de dijîn. Lê ji sêyan diduya Kurdên Tirkiyê ji derveyî navçeyên xwe yên cografîk dijîn. Eger tu ji min bipirsî, îro bajarê herî mezin ê Kurdî kîjan e? Di bersiva te de ez dê bêjim Stenbol. Kurd li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn û sînorê bajarên Derya Sipî dijîn. Ez dikarim bêjin Kurd ji xeta Hatayê despê dikin heta Muglayê; ji wir jî digihêjin Îzmîr, Stenbol û li bajarên peravê deryayê hêjmarek zêde Kurd hene. Bo wê modêla deshilata Herêma Kurdî li Iraqê li gel modêla Tirkiyê nagunce. Ewa jibo Tirkiyê gelekî guncaw, sîstemeke demokratîk e. Li Tirkiyê pêwîstiya me bi sîstemekê heye ku her takeke vî welatî azad û serbixwe be, dûr be ji hemû nêzîkatî û kiryarên nijadperestane, axaftina bi zimanê dayîkê azad be, giringiyê bi ziman û çanda dayîkê bide, kêmîne bi qasî zorîneyan xwedî maf û pêgeh bin û werin parastin û rêz lê bê girtin.Di çend salên yekem yên deshilata AKPê de, ev nêzîkatî gelekî baş bûn. Lê piştre mixabin bi destê HDPê, PKKê û dewletê maseya danûstandinê û mûzakereyê hilweşandin û gelekî mixabin hemû tişt ber bi xirapbûnê ve çû.

Rûdaw: Rêjeyek baş a petrolê li bajarê Şirnexê hatiye dîtin; petrola ku niha li Êlihê heye ti xêra xwe bo Kurdên wir nebûye û bêkariya herî zêde li wir heye. Li Şirnexê hêviyeke we heye ku sûdeke xwe bo xelkê wê navçeyê hebe?

Huseyin Çelik: Ez di vê mijarê de bi were ne hemfikrim û berevajî difikirim. Bila em neheqiyê nekin, biqasî 10 qatê wê baca li navçeyên rojhilat û başûrê rojhilat (Bakurê Kurdistanê) tê komkirin, dewletê weberhemhênan kiriye. Ev ne bangeşeyeke rast e, ew petrol li Êlihê hatî dîtin dibe %1-2ê pêwîstiya navxwe ya Tirkiyê dabîn bike, berê petrol Raman ji wê gelekî zêdetir bû, lê sal li pey salê kurthênan tomar kir. Ew petrol li Şirnex hatî dîtin gelekî giring e û agahiyek dilxweşker e, ku berê li vê navçeyê tenê kanên komirê hebûn. Niha li kêleka komirê, çavkaniyeke xwezayî ya hatiye dîtin ku ew jî petrol e bo Şirnexiyan û parêzgeha Şirnex gelekî giring e û bo Tirkiyê jî agahiyeke dixweşker e. Lê hemû dahata Stenbolê ne bo Stenbolê ye, bi heman awayî dahata Kocaelî nebû xwe ye. Wek nimûne li Herêma Kurdistana Iraqê, ew petrola li Hewlêrê û Kerkûkê tê derdixin, sûdê xwe ne tenê bû van herdu parêzgehane, bo hemû Iraqê ye.

Dibe di çend mijaran de em rexne li AKPê û hikûmetê bigrin lê wek damezrênereke AKPê ez naxwzim di vê mijarê de neheqî li AKPê bê kirin.Di aliyê geşedana darayî û abûrî de qet AKP li gel hikûmetên din nayê pîvan. Hikûmetên AKPê, li gorî hemû hikûmetên berî xwe bi rêjeye gelekî baş di aliyê avakirinê de li navçeyên rojhilat û başûrê rojhilat bidestxistiye û kar bo parêzgehên ku piraniya nişteciyên xwe Kurdin kiriye, ji çêkirina nexweşxane, dibistan û rê û jêrxan û weberhênaneke zêde û di avakirinan de karê xwe berdewam jî dike. Eer petrol li Şirnex hatiye dîtin, Şirnex yek ji 81 parêzgehên Tirkiyê ye. Ew pereyê ku li gencîneya dahata Tirkiyê tê komkirin, bê goman Şirnexê jî pişka xwe heye. Jibo wê ez ji vir dilxweşiya xwe radigihînim.

Rûdaw: Gelek sipas.

Huseyin Çelik: Sipasî bo we jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst