Birêvebirê Ewlehiyê yê Efrînê ragihand, “Em niha ketine hemû gundên Efrînê û her wiha li bajêr çekdar nemane, pêwîst e her kes vegere mala xwe, ji bo vê jî qedexe li ser kesî nîne.”
Birêvebirê Ewlehiyê yê Efrînê Seraqe Ebû Ehmed di vê hevpeyvînekê de pirsên nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin.
Seraqe Ebû Ehmed behsa rewşa ewlehiyê ya Efrînê, girtîgeh, birîna daran, vegera xelkê ya malên xwe, Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer û çend mijarên din kir.
Seraqe Ebû Ehmed peyamek da xelkê Efrînê got:
“Em daxwaz ji xelkê xwe dikin ku li gel me bin, em divê ji bo wan bibin mertal, ji bo parastina wan ji her gef û metirsiyeke ku li ser jiyana wan heye, yan her tirseke ku dikeve ser herêmê, yan dikeve ser jiyana her welatiyekî Sûriyeyî ku li ser axa Sûriyeyê dijî.”
Seraqe Ebû Ehmed di bersiva pirsa berdana girtiyên di girtîgehên Efrînê de ragihand:
“Li Efrînê tenê hinek girtî mane ku rêkarên dadwerî yên wan nehatine temamkirin.
Yanî girtiyên ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin, nemane.”
Seraqe Ebû Ehmed her wiha diyar kir ku ew hewl didin girtiyên di nava hemû girtîgehan de azad bikin.
Li Efrînê ji bo wan kesên ku daran dibirin biryar û cezayên nû hene.
Seraqe Ebû Ehmed destnîşan kir, her kesê ku darekê bibire, divê 20 daran li şûna wê biçîne.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Birêvebirê Ewlehiyê yê Efrînê Seraqe Ebû Ehmed re:
Rûdaw: Rewşa ewlehiyê niha li Efrînê û gundên wê çawa ye?
Seraqe Ebû Ehmed: Em niha li herêma Efrînê ne û me berî du mehan dest pê kir ku ji aliyê ewlehiya giştî ve herêmê kontrol bikin. Me dest bi avakirina beş û dezgehên ewlehiyê kir ji bo ku ewlehiya herêmê kontrol bikin û welatiyên sivîl ên li bajêr biparêzin.
Rûdaw: Rastiya vekişîna komên girêdayî Artêşa Niştimanî ji nav Efrîn û gundên wê çi ye û gelo Ewlehiya Giştî derbasî hemû gundên Efrînê bûye?
Seraqe Ebû Ehmed: Ewlehiya Giştî helbet derbasî hemû gundên li bajarê Efrînê bûye. Derbarê Wezareta Parastinê de, girêdayî komên çekdar e. Ji aliyê Wezîrê Parastinê ve hatiye ragihandin ku komên çekdar an jî hêzên girêdayî Wezareta Parastinê divê vegerin baregehên xwe yên li Efrînê û derveyî Efrînê bi giştî li Sûriyeyê.
Rûdaw: Gelek Kurd hîn jî di girtîgehan de ne, girtîgeha Rayî û her wiha girtîgeha Efrînê jî. Rewşa wan çawa ye? Dê di demeke nêzîk de werin berdan?
Seraqe Ebû Ehmed: Em ji bo girtiyên li hemû girtîgehan, bi giştî li wan dinêrin û em hewl didin ku girtiyên di hemû girtîgehan de azad bikin, bi îzna Xwedê. Çi li Rayî be çi li Efrînê. Li Efrînê tenê hinek girtî mane ku ji bo wan rêkarên dadwerî hene, yanî girtiyên ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin nemane. Yên ku hene sûcdarên tawankar in an jî ne tawankar in û tiştek kirine.
Rûdaw: Hin koçberên niha li Efrînê, dema ew ji gundan derdikevin an vedigerin gund û bajarokên xwe yên bingehîn, bûyerên talankirin û diziyê çêdibin, her wiha daxwaza pereyan ji xwediyê milk û malê dikin da ku ew derkevin. Gelo planeke we ji bo pêşîgirtina li van rêkar an binpêkirinan heye?
Seraqe Ebû Ehmed: Helbet dema ku em hatin, me li çîrokên wiha guhdarî kir û em li pey ketin. Em niha welatiyan ber bi saziya dadwerî ve dişînin ku karê wê vegerandina malên welatiyan e. Di dawiyê de kesên ku li vir dijîn dibêjin ku wan mal çak kirin, loma ez bi rengekî din bi wan re diaxivim û dibêjim ku tu li vê malê ji bo demekê rûniştî û divê tu malê vegerînî xwediyên wê û tu vegerî mala xwe ya ku ji aliyê rejîma nemayî ve hatibû dagirkirin. Derbarê vegera koçberan de, ev li ser her mirovekî ku mal û milkê wî heye dimîne. Yê ku mala wî baş e dikare di demeke kurt de vegere, lê yê ku mala wî wêran bûye, divê bisekine heta ku çareseriyekê bibîne wekî avakirina konekî û avakirina malekê li warê xwe. Her kes xweşhal e ku vegere welat û li xerîbiyê nemîne.
Rûdaw: Agahî hene ku gelek malbatên koçber ên li Efrînê dê piştî cejna Qurbanê bi rêwîtiyeke temam derkevin. Gelo planeke we yan rêwîtiyeke li ser hatiye lihevkirin heye yan çawa ye?
Seraqe Ebû Ehmed: Bi awayekî asayî gelek malbat vegeriyane malên xwe yên saxlem, lê hinek malbat mane ji ber ku zarokên wan di dibistanan de ne yan jî tiştên wan hene yan jî malên wan wêran bûne, ew disekinin heta ku havîn an bihar dest pê bike da ku dema perwerdeyê bi dawî be û ew vegerin cihê xwe. Bi vî awayî, zarokên wan sala xwendinê winda nakin. Helbet bi dawîbûna dibistanan re, hemû malbat dê bi dilxwazî vegerin malên xwe. Em tişekî wisa naxwazin, û derketina bi rêwîtiyeke temam tune ye, lê mirov bi dilxwazî vedigerin, yanî her kes vedigere mala xwe.
Rûdaw: Li gorî ku hebe, ma hûn dikarin jimara koçberên niha li Efrînê bibêjin?
Seraqe Ebû Ehmed: Hejmar hene, lê ez bi temamî ji wan ne agahdar im. Lê ez texmîn dikim ku nêzî 600 hezar kesî li herêma Efrînê hebûn, ku helbet Efrîn û navçeyên derdora wê jî li xwe digire.
Rûdaw: Heta niha li 17 gundan astengî li pêşiya vegera xelkê bo malên wan heye. Rewşa van gundan çawa ye? Ma planeke we ji bo vegera van malbatan û rakirina qedexekirinê heye?
Seraqe Ebû Ehmed: Bêguman qedexe li ser tu kesî nîne ku vegere mala xwe yan gundê xwe. Dema hûn dibêjin 17 gund qedexe ne ku xelkê wan lê bijîn, ez dibêjim ev tişt tuneye. Li herêma Efrînê ku 360 an 366 gund lê hene, hemû akincî ne, ji bilî welatiyên me yên li herêma Helebê. Yanî ne hemû gund bi temamî, lê hin ji wan li herêma Helebê ne ji ber şer an koçberiyê yan jî kar. Lê dema vedigerin herêmê, ew meselên malên xwe bi rêya dadgehê dişopînin û em dê mafan bi dest bixin û li xwediyên wan vegerînin ku Xwedê got erê.
Rûdaw: Derbarê taxên Kurdî yên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Ma danûstandinên we ligel Hêzên Sûriya Demokratîk hene yan jî peyman hene?
Seraqe Ebû Ehmed: Derbarê taxên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, em hewl didin ku xalên lihevkirina ku li gel Serokkomarê Sûriyeyê Birêz Ehmed Şer çêbû, bi cih bînin da ku pirsgirêka Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çareser bikin. Lê ev kar û xebat jê re pêwîst e û qonax ne hêsan e ji bo bicihanîn xalan, lê bi alîkariya Xwedê, ev pirsgirêk di rojên pêş de dê werin çareserkirin.
Rûdaw: Nexwe dosyeya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di nav lihevkirina ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de çêbûye cih digire, ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî dihewîne?
Seraqe Ebû Ehmed: Bi giştî, em wekî hikûmeta Sûriyeyê, hemû axa Sûriyeyê dê di nav lihevkirinên ku pêk tên de be. Bi rastî, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne û ew jî di nav lihevkirinê de ne, ji ber ku lihevkirin li ser cihên ku HSD lê ne çêbû, ne li ser Heleb an rojhilatê Feratê.
Rûdaw: Gelo dê ti tenazul ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk an jî hikûmeta Sûriyeyê ve hebin derbarê dosyeya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê?
Seraqe Ebû Ehmed: Komîteyek ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk û komîteyeke erkdar ji aliyê hikûmetê ve hat avakirin û ew li ser vê mijarê dixebitin. Ji ber wê, bi rastî em dê bigihîjin lihevkirinekê li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û rojhilatê Feratê. Em bi cidî kar dikin da ku gelê xwe ji hemû pêkhateyan rizgar bikin, da ku em bikaribin xwînrijandinê li ser axa Sûriyeyê rawestînin.
Rûdaw: Derbarê Efrîniyên koçber ên ku niha li herêmên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û her wiha gelek herêm û kampên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ma planeke vegera wan jî heye?
Seraqe Ebû Ehmed: Em hewl didin ku karê vegera welatiyên xwe yên Kurd û Ereb ji bo gund û warên wan hêsan bikin, lê erkê me yê bingehîn parastina ewlehî û selametiya wan li herêmê ye da ku mirov dest bi vegera welat bikin. Dema ewlehî û aştî li welat belav bibe, bêguman hemû xelk dê vegerin û dê li herêmê bijîn. Tiştek ji mal û welat hêjatir û giranbihatir nîne. Mirov li herêm û mala xwe bijî, ji wî re çêtir e ku li devereke din bijî, nemaze ji ber ku şer 14 salan li Sûriyeyê domand û gelê Sûriyeyê pir westiyaye. Hemû gelê Sûriyeyê xwe gorî kir û fedakarî kir, armanca me ya sereke rûxandina rejîma nemayî bû, û rejîm hat rûxandin. Niha em dixebitin ku hikûmeteke ku Sûriyeyê ber bi ewlehî û aştiyê ve bibe, ava bikin. Ev xewna me ye û ya her kesê Sûriyeyî ye.
Rûdaw: Ma ti garantî heye ji bo vegera malbatên Efrînî yan Kurdên Efrînî ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê bo Efrînê bêyî ku ti binpêkirin li wan bên kirin?
Seraqe Ebû Ehmed: Helbet, dema ku Ewlehiya Giştî li herêma Efrînê belav bû û li navçeyên wekî Şiyê, Şera, Mabeta, Bilbilê, Raco, Cindirêsê û Efrînê hat bicîhkirin, berpirsên beşan, hejmarên têkiliyê ji berpirsên beşan an berpirsên gilînameyan re şandin da ku ew gilînameyan wergirin, an jî dema tiştekî awarte çêbibe, em dewriyeyan ber bi cih ve dişînin, da ku em ewlehiya herêmê û ewlehiya civak an sivîlên ku li vê herêmê dijîn biparêzin. Her kesê ku dixwaze vegere mala xwe, ev veger dê bi dilxwazî be û em dê hemû hewla xwe bidin ji bo ku em welatiyên xwe ewle bikin û ew vegerin û li malên xwe rûnin û jiyana xwe û xwendina xwe berdewam bikin.
Rûdaw: Nexwe niha ti karwanên vegera ji herêmên HSD bo herêmên Efrînê tune ne?
Seraqe Ebû Ehmed: Ez ji vê mijarê ne haydar im, û dibe ku ev kar ji komîteya ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk re danûstandinan dike, re hatibe dayin. Lê gelek welatiyên me bi dilxwazî vedigerin, bêyî karwan û rêzekarwanên mezin. Gelek kesan têkilî bi min re danî û me ji wan re got ku vegerin, û heta hin kesan malên xwe jî wergirtin, lê tenê demekê dixwaze heta ku ewlehî li herêmê cihgir bibe.
Rûdaw: Derbarê berdan girtiyên Kurd ên li Efrînê, yên ku li Efrînê yan jî derveyî Efrînê hatine girtin, ma dê di demekê nêz de bên berdan bi boneya cejna Qurbanê?
Seraqe Ebû Ehmed: Em hewl didin ku di demeke herî nêzîk de hemû girtiyên li ser axa Sûriyeyê, bi alîkariya Xwedê, azad bikin.
Rûdaw: Derbarê dosyeya taxên Kurdî yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê? Gelo di navbera we û Hêzên Sûriya Demokratîk de danûstandin hene derbarê van dosyeyan an jî lihevkirinek heye?
Seraqe Ebû Ehmed: Helbet min hinekî berê jî got ku komîteyek hat avakirin ji bo gihîştina lihevkirinekê yan jî bicihanîna lihevkirina ku li Şamê pêk hat.
Rûdaw: Nexwe lihevkirina Şamê taxên Kurdî yên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd jî li xwe digire?
Seraqe Ebû Ehmed: Lihevkirina li Şamê hemû taxên ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, li xwe digire.
Rûdaw: Gelek binpêkirin hatine tomarkirin, ji wan birîna daran ji aliyê kes û malbatên niha li Efrînê bûye û zirareke mezin çêbûye û xelkê berhemên xwe yên çandiniyê, ji wan zeytûn winda kirine, û tu girîngiya zeytûnê ji bo xelkê Efrînê dizanî. Gelo ti tedbîr li hember van kesên ku van binpêkirinan dikin hatine stendin?
Seraqe Ebû Ehmed: Dema me dest bi belavbûna li herêmê kir û dema ku Serok Ehmed Şer serdana herêma Efrînê kir, hin gazinc ji welatiyan li ser birîna daran hebûn. Rabû me ferman li hemû xalên kontrolê der heqê her kesê ku daran dibire belav kir. Me dest bi şandina dewriyeyan kir û me hejmar li gundan belav kirin, da ku eger ew tiştekî wiha bibînin, yekser dewriye yan jî nêzîktirîn beşa berpirsyar agahdar bikin da ku ber bi herêman ve biçin û kesên ku daran dibirin bigirin û ceza bikin. Ferman li hemû beşan hat belavkirin ku kesê darekê dibire, divê 20 daran li dewsa wê biçîne, û kesê ku 10 daran dibire, divê 200 daran li dewsa wê biçîne, da ku em kesk û şînahiyê li herêma Efrînê û çiyayên wê re vegerînin.
Rûdaw: Bi hatina we ya Efrînê û gundên wê, dilniyabûneke nisbî di navbera welatiyan de hebû ku bi hatina we dê ewlehî û aram, reng be nisbî, hebe, ji ber ku demekê divê belkî ji bo qedandina rûpelên berê. Hûn çi peyaman dikarin ji xelkê Efrînê re bişînin derbarê ewlehî û aramiya li Efrînê?
Seraqe Ebû Ehmed: Ez hêvîdar im ku xelkê me li Efrînê, em zarên wan in û em dixebitin ku ewlehiya wan kontrol bikin û ewlehî û parastina wan û ewlehiya her kesê ku li Sûriyeyê an li Efrînê bi taybetî dijî biparêzin, ji ber ku erkê me Efrîn e û erkê birayên me jî parêzgehên din in. Bi alîkariya Xwedê, em soz didin xelkê xwe ku em dê ti hewlê dexin nava rê yan di rêya parastina ewlehî û selametiya wan de.
Rûdaw: Gelo ti tedbîr an plan hene ji bo têkilkirina ciwan û xelkê Efrînê di hêzên Ewlehiya Giştî de, ji ber ku ew xelkê herêmê ne?
Seraqe Ebû Ehmed: Derbarê xelk û ciwanên me yên li Efrînê, ew welatiyên Sûriyeyê ne û mafê wan, wekî her welatiyê Sûriyeyî, heye ku xwe ji bo Ewlehiya Giştî, Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Parastinê namzet bikin. Ew welatiyê Sûriyeyê ye û mafê wî heye wekî her welatiyekî an jî her pêkhateyeke li ser axa Sûriyeyê.
Rûdaw: Ti peyam heye ku tu dixwazî ji xelkê Efrînê û Kurdên Efrînê re bişînî?
Seraqe Ebû Ehmed: Em ji xelkê xwe yê li Efrînê re peyamê dişînin ku em ti hewlê naxin nava rê ji bo ku ewlehî û aramiyê ji wan re li herêmê pêkbînin û em ji xelkê xwe daxwaz dikin ku li gel me bin û em dê ji wan re mertal bin ji bo parastina wan ji her gefa ku jiyana wan ditirsîne an jî her metirsî ku derbasî herêmê dibe an derbasî jiyana her welatiyê Sûriyeyî ku li ser axa Sûriyeyê dijî, dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse