Serokê Koma Dostên Kurd ê li Parlamentoya Kanadayê: Em ji paşeroja Kurdistanê bifikar in

12-09-2023
Şaho Emîn
Şaho Emîn
Nîşan Tom Kmiec Kanada Herêma Kurdistanê
A+ A-

Parlamenterê Kanada û Serokê Koma Dostên Kurd li Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec bi çend parlamenterên din ên wî welatî re ji bo bêhnvedanê hatin Başûrê Kurdistanê.

Tom Kmiec diyar kir ku dema wan ji hevalên re digot ew dê bêne Herêma Kurdistanê hevalên wan gotiye “Ma hûn xema ewlehiya xwe naxwin?”

Derbarê Hewlêrê de Kmiec got, “Bi dîtina min, ev der bajarekî pir ewle ye. Malbat derengî şevê li derve ne û mirov dikare bibîne ku xelk ewledar in.”

Kmiec herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê sekûler e û got, “Li gorî min, ji bo gelek parlamenterên Kanadî cihê matmayîneke mezin bû.”

Kmiec da zanîn ku berjewendiya wan a niştimanî li Herêma Kurdistanê heye û got:

“Ne tenê li Başûrê Kurdistanê herwiha li Rojhilat û Rojava jî. Bi baweriya min, gelek kurdên Rojhilat ku li Kanadayê ne, li hêviya Îraneke azad in.

Kmiec di heman demê de got, “Dema ku em parçebûnê dibînin, bi rastî em hest bi janê dikin û dibêjin gelo dê siberoja Kurdistanê çawa be.”

Hevpeyvîna ku Tom Kmiec bi pêşkêşkarê Rûdawê Şaho Emîn re kiriye bi vî awayî ye:

Rûdaw: Birêz Kmiec, ez bi dîtina te kêfxweş im.

Kmiec: Gelekî spas ji bo vê derfetê.

Rûdaw: Tu gelekî bi xêr hatî. Tu serokê komeke parlamenterên dostên gelê Kurd î. Tu yek ji wan heft parlamenterên Kanadayî yî ku bi serdaneke taybet li Kurdistanê ne. Tu dikarî ji min re bibêjî, te çawa ew qayil kirin ku werin vir?

Kmiec: Divê ez bibêjim ku qayilkirina parlamenteran ji bo hatina bakurê Îraqê û Kurdistanê ne hêsan bû. Destpêka vê komê vedigere 2016an û ez yek ji damezrînerên Parlamenterên Dostên gelê Kurd im. A rast, xwestekeke berdewam a parlementeran bû ku rojekê serdana Kurdistanê bikin. Bi salan ma heta gihişte vê xalê. Ji bilî dilgiraniyên ewlekarî, tu sedemeke nehatina vir nebû.

Me karîbû herin Ukrayna, Endonezya û Çînê. Gelek cih hene ku parlamenter dikarin biçin wan, xasma havînê, çimkî parlamentoya me di bêhnvedanê de ye. Lê me Kurdistan hilbijart. Ev ji bo me girîng e, çimkî di civaka me de, revenda Kurd heye ku pir girîngiyê didin vê herêmê û dixwazin serdana vir bikin.

Rûdaw: Te berê ji min re got ku ev sê roj in tu li vir î. Encama van sê rojan çi ye?

Kmiec: Em heta niha bi gelek berpirsên hikûmetê re civiyane. Rûniştineke me bi Navenda Lêkolînê re hebû. Em bi karmendên hikûmetê re civiyan. Heta niha me hewl daye ku em du tiştên mezin derxin holê. Yek ji wan ew e ku hemû dostên me yên Kurd li Kanadayê ji me re dibêjin ma ev der Kurdistan e. Derfeteke spehî ye ku em bibêjin erê. Tiştê ku ew dibêjin tam wisa ye. Ya din jî ev e, bila em bibêjin [hizir]a li ser rewşa ewlekariyê ne rast û cuda ye.

Wekî nimûne, gelek kesên ku me ji wan re digot em dê herin wê herêmê, digotin: ‘Ma hûn xema ewlehiya xwe naxwin?’ Lê ji dema ku em ji balafirê daketin û bi otomobîlê li bajêr geriyan û em çûn civînên cuda, min tam hest bi ewlehiyê kir. Bi dîtina min, ev der bajarekî pir ewle ye. Malbat derengî şevê li derve ne û mirov dikare bibîne ku xelk ewledar in dema rêwîtiyê dikin. Beşeke din jî ew e ku welat çiqasî sekûler e. Li gor min, ji bo gelek parlamenterên Kanadî cihê matmayîneke mezin bû.

Rûdaw: Baş e. Tu endamê Partiya Muhafezekaran î. Serokê berê yê partiya we soz dabû ku nûneratiya Kanada li Herêma Kurdistanê veguhere konsulxaneyê. Lê piştî ku Partiya Lîberal hat desthilatê, ev yek pêk nehat. Tu dikarî ji min re bibêjî çima?

Kmiec: Bê guman, sala 2015an Serokwezîr Stephen Harper ku dostekî baş ê Kurdistanê ye, di kampanyaya hilbijartinan de soz dabû ku em ê nûneratiya xwe li Hewlêrê bilindtir bikin û bikin konsulxane. Lê me ew hilbijartin nebir û me winda kir. Loma jî ev pêk nehat. Hikûmeta ku paşê hat, nedixwest tiştekî ji bo Herêma Kurdistanê bike. Piraniya tiştên ku wan kirine mîna gavên piçûk ên sembolîk in lê di rastiyê de qet ne gavên cidî ne. Ev her tim soza Muhafezekaran bû.

Di 2017an de, parlamenterên dostên Kurdan raporek kuta kirin û dan hikûmeta federal a Kanadayê, bo Wezareta Derve û tê de dibêje divê konsulxane li Hewlêrê bê vekirin û divê em ji ber vê yekê vekin. Me raporeke aborî li ser derfetên ku Kanadî di bazirganiyên Kanadî de bi dest dixin, amade kiribû ku divabû li Kurdistanê bazirganiya zêdetir bikirana. Va şeş sal derbas dibin û qet bersiva rapora me nedane. Ew tiştek e ku ez hîna jî dixwazim bibînim ku partiya min dike.

Tişta dawî ku ez ji te re bibêjim ev e: Di hilbijartinên Kanadayê de, tu li ser mijarên derveyî bi ser nakevî. Loma ji bo Steven Harper ku sozeke wiha da ku konsulxaneyê li Kurdistanê veke, pêngaveke pir mezin bû, çimkî di bingehê de tu dengekî [vê mijarê] nîne ku tu bidest xwe ve bînî. Sedema tenê ya vî karê ku kir ew bû ku tiştê rast ev bû. Ev erk û pabendiyeke rewiştî li hember Kurdistanê bû.

Rûdaw: Gelo, bi nêrîna te, dê nûneratî wekî xwe bimîne yan dê zû yan dereng veguhere konsulxaneyê?

Kmiec: Bi nêrîna min, van çend rojan ku parlamenterên Kanadî li vir bûn, pir bi zelalî û bilindî gotinên berpirsên her du hikûmetan li Navenda Lêkolînê bihîstin û di gotûbêjên wan ên bi nûnerên me yên bazirganî re jî ku gelek derfet hene da ku şirketên Kanadayî li vir kar bikin. Nemaze bi baweriya min, ji hêla çandinî, firotina genim û firotina gelek berhemên çandiniyê ve wekî [anîna] nîsk û bazilaya rojavayê Kanadayê bo sûkên Herêma Kurdistanê.

Ev tenê wê demê sergihayî dibe ger konsulxaneya me hebe. Ez ê ji bo vê meremê guvaşê dewam bikim. Ez dixwazim parlamenterên zêdetir ji partiyên din jî baweriyê bi vê bînin ku ev tiştê rast e ku were kirin. Ji ber vê yekê ew niha bi min re li vir in.

Rûdaw: Baş e. Partiya we di parlamentoyê de partiyeke dijber e û min hin rapirsî dîtin wiha nîşan didin ku dibe ku hûn di hilbijartina bê de piraniya kursiyên Parlamentoya Kanedayê bi dest bixin. Eger heye hûn bi ser kevin. Dê çi bi ser têkiliyên Kanada û Herêma Kurdistanê de were?

Kmiec: Ez hêvîdar im ku serokatiya piraniya muhafezekar û hikûmeta niştimanî ji hêla Serokwezîr Pierre Poliver ve were kirin. Ev ê bibe derfetek ku em bi awayekî bingehîn hemû armancên siyaseta xwe ya derve biguherin, çimkî yek ji tiştên sosret ku me dîtiye, ew e ku li seranserê cîhanê navê baş ê Kanadayê ne wekî ku divabû bibe ye û me li vir jî bihîst.

Gelek kesan ji me re got ku baweriyeke Kanadayê ya mezin hebû û me berî zêdetirî 8 salan gelek tişt kirine lê ji wê demê ve me gelek tişt nekirine. Me wiha kir ku niyetbaşiya xelkê li hember me kêm bibe. Loma, divê em cardin pabendî vê devera ku berjewendiya me ya niştimanî lê heye, bibin.

Herwiha, berjewendiya me ya niştimanî li Herêma Kurdistanê jî heye. Ne tenê û xasma li Başûrê Kurdistanê, lê belê li Rojhilat û Rojava jî. Bi baweriya min, gelek kurdên Rojhilat ku li Kanadayê ne, li hêviya Îraneke azad in. Li gor min, divê amadebûneke mezintir a hikûmeta Kanadayê li cihekî mîna Hewlêrê hebe.

Çimkî li navçeyê xwedî girîngiyeke stratejî ye û derfetê dide me ku, dibe ku di meşa ber bi siberoja Îraneke azad ve, bandora me jî hebe ku ev di berjewendiya hemûyan de ye li navçeyê û herwisa dê ji bo bazirganiyê jî baş be. Em dizanin ku bazirganî jî, ger bi awayekî serketî bê kirin, dahateke aştiyane misoger dike.

Rûdaw: Baş e. Kurd li hin welatên Rojava bûne parlamenter. Dixwazim bizanim, gelo di hilbijartinên bê yên Kanadayê de, dê tu berbijêrekî we yê Kurd hebe? Yan gelo hûn ê tu Kurdekî berbijêr bikin?

Kmiec: Ev pirseke pir baş e. Berevajî partiyên din, partiya min li ser asta navçeyan ji endamên xwe dixwaze ku berbijêrên xwe hilbijêrin. Gelek Kanadiyên bi eslê xwe Kurd hene ku nola endamên stafên avahiya parlamentoyê kar dikin û ji bo partiya min jî dixebitin.

Jineke Kurd bi navê Ciwan heye ku ji bo serokê me kar dike. Karmendekî Kurd bi navê Aştî heye ku ji bo cîgirê serokê partiya me kar dike û bi me re ye jî. Me gelek Kurd wergirtine û ez hergav çavên xwe di nav civaka Kurdên Kanadayê de li behreyên nû digerînim da ku ez wan werbigirim û bibim Ottawayê ji bo ezmûnan werbigirin. Lê hilbijartina berbijêran li ser endamên navçeyan dimîne.

Ez ê tiştekî din jî bibêjim: Dema ku ez vegerim Kanadayê, rojeke min ji bo gerê heye. Çimkî piştî hefteyekê li bajarê Quebecê konferansa siyaseta me ya niştimanî heye û dibe ku em li wir yasayên nû deynin ku berbijêrên Kanadayê divê çawa werin destnîşankirin. Loma, ev li ser endamên me yên navçeyî dimîne û ger berbijêrekî pir baş ê navçeyî yan Kanadiyekî bi eslê xwe Kurd hebe, çi mêr an jin be, ji Partiya Muhafezakaran be û bixwaze beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibe; gava derfet çêbû, divê navên xwe bidin pêş.

Rûdaw: Kmiecê rêzdar, çima kompanyayên Kanadeyî veberhênanê li Kurdistanê nakin? Çima dema ku em vê rewşê di warê aborî û têkiliyên bazirganî de dibînin, em nikarin tu baştirbûnekê di navbera Kanada û Kurdistanê de bibînin?

Kmiec: Bi nêrîna min, sê tiştên sereke hene. Yekem, hikûmeta lîberal a Kanadayê şêwirmendên geştyarî şand seranserê Îraqê. Bi awayekî bingehîn, karûbarên wan bi Navçeya Kesk a Bexdayê û Besrayê re ne, bi heman awayê ku hûn mijûlî Herêma Kurdistan û Hewlêrê dibin. Diyar e ku ew cih ne mîna hev in. Lewra pêwîst e ku karê şêwirmendiya geştyarî were sererastkirin, çimkî li vir çavê bazirganiyê li ser aliyê geştyarî ye.

Hemû tişta ku ew dibînin ev e ku ev der ji bo geştê cihekî pir metirsîdar e û ev jî cureyekî sarkirina kompanyayan ji hatina vê derê ye. Gelek cihên din hene ku mirov dikare biçe wan û ev şêwirmendên geştyarî jî li wan nînin.

Duyem, çandeke me ya bazirganî ya muhafezekar li Kanadayê heye. Em xwe naxin metirsiyê. Em pir dûr jî naçin. Rêwîtiyeke esmanî ya dûrdirêj e heta mirov digihe vir. Ev jî wan sar dike. Sêyem, di wezareta me ya karûbarên derve û Wezareta Çandiniyê de hin arîşeyên me yên mekanîk hene.

Hinardeya me ya sereke li Kanadayê enerjî ye: Gaza xwezayî û petrol e. Hûn bi xwe hinardekarên petrolê ne û pêdiviya we bi hawirdekirina petrola Kanadayê nîne. Lê ne bi vî rengî ye ku em nikaribin tiştekî bi we re parve bikin.

Derfeta me ya mezin hinardekirina berhemên çandiniyê ye lê tu wezaretên me xerciya bazirganî li xwe nagirin an li ser asta navxweyî jî nakin. Ev arîşeyeke mezin e. Ji bo ku kompanya bêne vir, kelemeke mezin e, çimkî tu piştevaniyek nîne. Loma jî konsulxane pir girîng e.

Rûdaw: Ez dixwazim behsa şerê dijî DAIŞê bikim ku Kanada tê de beşdar bû û hîna jî endameke çalak a Hevpeymaniya dijî DAIŞê ye. Dixwazim bizanim, gelo dê alîkarî û piştevaniya hikûmeta Kanadayê ji pêşmergeyan re berdewam bike?

Kmiec: Bi saya hikûmeteke muhafezekar, bê guman [berdewam dike]. Bila em pêşî lehengiya pêşmergeyên ku di vê cengê de şer kirin, bilind binirxînin. Ez ne şaş bim, sê hezar ji wan hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn. Leşkerên Kanadayî jî ku li vir şer dikirin hatin kuştin. Hêzeke me ya taybet li vir e ku di şerê dijî DAIŞê de şer kir.

Divê em mêrxasiya wan bilind binirxînin. Hevalên min bi xwe hene ku hatine vir û fena leşkerên biyanî tevlî pêşmergeyan bûne û li eniyên şer ên pêşîn şer kirine. Wan di vî warî de gelek çîrok ji min re gotine. Kanada hertim li ser asta cîhanê pabendî siyaseteke derve ya xurt bû ku di ketwarê de berjewendiyên me yên niştimanî diparêze.

Otonomiya Herêma Kurdistanê û têkbirina komên mîna DAIŞê ku tenê ji ber cudahiyeke olî ya sade û ji ber ku xelkê dixwest cuda bijîn, jinên wan dikirin kole û wekî bizinan difirotin û hewl didan xelkê qir bikin û jiyanê têk bidin, ji aliyê hikûmeta me ve nayê qebûlkirin. Loma, em ê hevkariyê berdewam bikin, nexasim di şerê dijî DAIŞê û her cure şêwazeke din a terorê de li her derê. Em ê li vir berdewam bikin û em ê piştevaniya hevalên xwe di şerê wan de bikin.

Rûdaw: Baş e. Piştî têkbirina DAIŞê û giştpirsiya serxwebûnê, Herêma Kurdistanê rastî êrişa hikûmeta Îraqê hat. Niha jî hikûmeta Îraqê pir hewl dide ku desthilat û pêgeha Herêma Kurdistanê kêm bike. Tew budceya mûçeyên gelê Kurdistanê jî daye sekinandin. Tu vê çawa dibînî?

Kmiec: Me heta niha, ligel çend parlamenterên xwe ev yek bihîstiye. Herwiha, li Kurdistanê jî gelek dubendî di nav partiyan de hene. Li gor min, ev kar bi hevgirtinê dest pê dike. Divê partî hevgirtî bin û bereyeke wan a hevpar li hember Bexdayê hebe.

Li Kanadayê, di navbera hikûmeta me ya navendî li Ottawayê û hikûmet û paytextên navçeyî de, heman şêwaza van şerên me jî hebû. Ez ji rojavayê Kanadayê me û ez ji parêzgeheke bi navê Albertayê me. Em Albertayî gelek caran li ser hinardekirina çavkaniyên xwezayî û çêkirina boriyên veguhastinê bi hikûmeta xwe ya navendî re şer dikin.

Hikûmeteke me ya navendî heye ku dixwaze sînorekî ji rêjeya navînî ya belavkirina gaza xwezayî di qûma me ya neftê re deyne. Wekî gelek şerên ku hûn bi Bexdayê re dikin, em jî bi hikûmeta navendî re dikin. Lê ev kar bi hevgirtinê bi ser dikeve.

Berî her tiştî, siyasetvan li ser asta parêzgehan hev digirin, li ser yek tiştî li hev dikin û bereyeke hevpar pêk tînin. Ev helwesteke pir bibandortir e ku meriv werbigire. Çimkî hemû li heman alî ne û dema tu biçî danûstandinê bi hikûmetên navendî re bikî, tu dikarî bibêjî ku partiyên din jî bi te re hemfikir in û ligel te ne.

Rûdaw: Lê, ma gotûbêja we li Kanadayê di navbera herêman û hikûmeta navendî de, gihîştiye wê astê ku hikûmeta navendî pereyên xelkê qut bike?

Kmiec: Bê guman. Wekî mînak, berî 20 salan, hikûmeta [herêma] me ya Albertayê, ji aliyê hikûmeta Kanadayê ve, pereyên wê yên tendirustiyê hatin qutkirin û dereng man û herêma dawî bû ku pere wergirt. Herêma dawî bû ku me pereyên xelkê ji nexweşxane û klînîkan re şandin. Tiştên wiha diqewimin.

Tu li ser asta cîhanê wan nabihîzî, çimkî em bi rêya gotûbêj û guvaşên siyasî yên zêde wan çareser dikin. Li vir, rewş ne tam bi heman awayî ye. Ez dizanim, destûra we heye ku Kurdistan hertim hewl dide cîbicî bike û hikûmeta Bexdayê pabend bike ku hemû bendên destûrê bi cih bîne. Loma ev awayekî cuda yê gotûbêjê ye, lê bi hevgirtinê dest pê dike. Divê partî hevgirtî bûn. Divê li ser hin bingehan li hev bikin, qet nebe li ser helwestên danûstandinên bi Bexdayê re.

Divê partî ne belawela bin û bi hev re ne nakok bin, xasma dema ku bi şandan re dicivin, wekî şanda min. Dema ku em parçebûnê dibînin, dema ku em mijara parçebûnê dibihîzin, bi rastî em hest bi janê dikin û dibêjin gelo wê siberoja Kurdistanê çawa be.

Rûdaw: Bo nimûne, Kanada welatekî federal e, gelo mimkûn e ku hikûmeta navendî li gel herêmeke wekî Quebecê bi awayê ku Îraq bi Herêma Kurdistanê re tevdigere, tevbigere?

Kmiec: Tu dizanî ku ev danberhev bikêmasî ye û dê her tim jî wisa be. Wekî mînak, Quebecê du giştpirsiyên niştimanî ji bo cudabûnê kir. Tê bîra min, çimkî ez ji giştpirsiya sala 1995an ve li wê deverê dijîm. Bo nimûne, bi rêya yasayên tedbîra şer qanûna leşkerîkirinê hat sepandin. Ev jî piştî ku teqîneke terorîstî ji aliyê rêxistinekê bi navê FLQ hat kirin. Ji ber vê yekê, serokwezîrê wê herêmê daxwaza giştpirsiyê kir.

Em ji gelek hêlan ve dişibin hev, lê ne tam wekî hev in. Dibe ku em hevawa bin, lê hertim danberhev dê bikêmasî be. Şerê di navbera her du aliyan de dê her tim wisa be ku aliyekî hikûmetê dibêje ez budceyê ji te re naşînim û aliyekî wê yê din dibêje ez ala te hilnadim.

Tiştên wisa di hikûmeta Quebecê de pir diqewimin. Wekî mînak ala Kanadayê li ser avahiyên herêmê hilnadin. Lê, ez li vir, di civînan de herdu alên Îraq û Kurdistanê dibînim. Li Quebecê cuda ye, tu herduyan bi hev re nabînî. Şer û nerazîbûnên me jî yên wiha hene. Lê em hemûyan bi rêya gotûbêj, siyaset û hilbijartinan çareser dikin. Bi gelemperî hilbijartin wan arîşeyan çareser dike ka kî rast e û kî çewt e.

Rûdaw: Dibe ku tu bikarî têbigihî ku arîşe û hevrikiyên vir li gor Kanada û herêmê din tam girantir û dijwartir in. Gelo, li gorî te, pergala federal dikare van pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike?

Kmiec: Li gor min, federalî rêya tenê ya çareseriyê ye, çimkî hevrikiya tundûtîj kêşeyê çareser nake û pirsgirêka sereke ji holê ranake. Siyaseta dîbeyt, gotûbêj û hilbijartinan, wekî mînak, dîbeyta şaristanî, rêya çareserkirina van pirsgirêkan bi awayekî hertimî ye. Aştî bi çekan nayê holê, lê bi dîbeyt û dîtina çareseriyên guncav derdikeve holê.

Dibe ku ji ji sedî 100 tiştê hûn dixwazin bi dest we nekeve, lê divê her du alî ji bo armanca demdirêj li hin xalan biborin. Baş e, ew xal çi ne? Têkildarî gelê Kurd li Kurdistanê ye, têkildarî hemû kêmneteweyan û her kesî ye ku li Kurdistanê dijî biryar bide ew xal çi ne û zextê bike ku bereyeke wan a yekgirtî li hember Bexdayê hebe û ji wan re bibêje ku em dikarin bi van tiştan re bijîn. Her wisa divê Bexda jî têbigihe ku pêwîst e bi baweriyeke baş danûstandinan bike. Ya ku li Kanadayê diqewime ev e, ku mînakeke baş e.

Rûdaw: Kmiecê rêzdar, berî 4 salan, di encama biryareke dadgeha Kanadayê de, hin partiyên kurdî ketin lîsteya terorê. Niha hin kesên Kurd li Kanadayê car caran rastî pirsgirêkan tên û hest bi rehetiyê nakin. Tu dikarî ji min re bibêjî vê biryarê bandor li kîjan partiya din jî kiriye?

Kmiec: Jixwe ev ji 2017an ve berdewam e. Ji wê demê ve ku ev doz li Dadgeha Federal a Ontario kuta bû. Rast e, endamên (HDKA) û (HDK) û Partiya Komale ji aliyê Wezareta Koçê ve wekî rêxistinên ku hewla rûxandina dewletekê didin an jî dixwazin bibin komeke terorîst hatine destnîşankirin. Min ev zanyarî danîn ber destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Ez kêfxweş im ku wan ew wergirtin û bi awayekî ji awayan li ser rêxistinên sivîl belav kirin. Xelk jî wekî min bi wan ne dilxweş e, çimkî Kurdistan hevala me ye. Em ji hevalên xwe re nabêjin terorîst. Min li ser vê pirsgirêkê ji wezîrê derve re nivîsand. Min gelek caran ev pirsgirêk bo Wezîrê Koçê yê Kanadayê bilind kiriye û heta niha tu biryarek nehatiye dayîn.

Wisa naxuye ku bixwazin qanûnê biguherin û fermanê bidin berpirsên vîzeyê, çimkî ev ne ew şêwaz e ku em bi hevalên xwe re tevdigerin. Bi taybetî hevalên ku hêzên wan ên taybet hene û leşkerên Kanadayî li kêleka wan di şerê dijî DAIŞê de şer kirine.

Em wisa tevnegerin û ji we re nebêjin terorîst. Tiştê herî nexweş ku min dît ew dem e ku ez van amaran li parlamentoyê nîşan didim. Min bi xwe ev amar di vî warî de nivîsandine. Vê yasayê bandor li ser bi sedan Kurdan kir, di demekê de ku kêm ji wan ji hêla siyasî ve têkiliya wan bi partiyeke siyasî re hebû ku wan bi xwe hilbijartiye. Loma, bi baweriya min, ev yasa nayê qebûlkirin.

Rûdaw: Hin endamên partiyan jî ketine lîsteya terorê yan tenê partî ne?

Kmiec: Şêwaza ku li Kanadayê kar pê tê kirin ew e ku pêkan e li gor yasaya koçê û parastina penaberan neyê wergirtin ku em jê re dibêjin “IRPA” û di benda 34an a qanûnê de ye. Hin bendên nesereke hene rê didin ku mirov xwe di bin rewşeke taybet de tomar bike.

Di biryara dadgehê de, ji dadwer re derket ku ev rêxistin rêxistinên terorîst in. Nûçeyeke min a nexweş ji dadwer re heye: Piraniya belgeyên dadwer ku di wê dadgehê de hatin bikaranîn, zanyariyên berdest in ji bo her kesî û hin kesên ku dadwer navê wan hilda, piştî biryara dadgehê di sala 2017an de, bi vîzeyê hatine Kanadayê. Loma vêga ev li Kanadayê pirsgirêk e.

Hikûmeta Lîberal jî naxwaze ne yasayê biguhere û ne jî biryareke tam zelal bo berpirsên vîzeyê derxe ku heremekî tê dayîn. Ger tu yek ji endamên payebilind ên yekê ji van partiyan bî, tu dikarî werî Kanadayê. Heke tu endamekî pilenizm bî û dibe ku îngilîziya te jî ne ewqasî baş be ku tu ji berpirsê vîzeyî re zelal bikî te çima cilên pêşmergeyan li xwe kiriye û çima te di salên 80yan de dijî Sedam şer kiriye û berpirsê vîzeyê jî pir baş ne haydarî dîroka navçeyê be, wê demê wê biryara neqebûlkirina te li Kanadayê bidin. Min dîtîye ku ev biryar nayê qebûlkirin. Em bi vî rengî bi hevalên xwe re tevnagerin.

Rûdaw: Ez têdigihim. Baş e. Niha ji min re behsa koma parlamenterên dostên Kurdan bike. Gelo, min navê wê rast got?

Kmiec: Erê, temam e.

Rûdaw: Baş e. Bi rêya vê komê, we çi ji bo Kurdan bi dest xist?

Kmiec: Jixwe em ji 2016an ve hene. Endamên koma me her sal zêde dibin. Bi rastî, bi qasî ku ez dizanim, em ji koma Kanada-Tirkiyeyê mezintir in. Koma Kanada-Tirkiyetê bi salan e ku civînên xwe rawestandiye, lê em civînên xwe didomînin. Me di sala 2017an de, raporeke aborî nivîsand. Piştî giştpirsiyê, me çend nivîsar gihandin wezîrê berevaniyê ku ala Kurdistanê ji cilên leşkerên Kanada yên ku şerê DAIŞê dikin neyê rakirin. Herwiha, me ji piraniya civakan xwest ku parlamenteran vexwînin daku bi civakên xwe re bicivin.

Vêga têkiliyeke me ya baştir bi komên Kurdî yên Kanadayê re heye, nola Mala Kurdî li Toronto û li Montreal û Komeleyên Kurdî yên li Vancouverê. Niha em bi rêkûpêk têne vexwendin da ku beşdarî civînan bibin. Em gelek Kanadiyên bi eslê xwe Kurd dibînin û hizir pir baştir pev têne guhertin.

Herwisa, nûneratiya me li Washingtonê jî heye û gelek caran tê Kanadayê. Gelek caran, em bi wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê re dicivin. Berî 2016an tu yek ji van nebû. Heta niha ev destkeft in. Em ê karê xwe bidomînin. Bi rastî, armanc ew e ku qebareya grûpê bê mezinkirin û senatorên bêtir werin nav koma me.

Eger em qewareyeke mezin li ser asta pêwîst pêk bînin, pêkan e ji parlamentoyê were xwestin ku budeeyeke parastî ya salane peyda bike. Armanca min ev e. Armanca min a demdirêj jî ew e ku em guvaşê berdewam bikin heta em bihêlin ku kom fermîtir bibe ku êdî pêdiviya wî bi min nemîne.

Rûdaw: Fermîtir bibe! Çawa mimkûn dibe ku li Kanadayê dostên bêtir ên Kurdan bên peydakirin?

Kmiec: Piraniya parlamenteran alîgirên gelê Kurd in. Armanc ew e ku em parlamenterên zêdetir ku dixwazin tevlî komê bibin, bînin. Gelek ji van parlamenterên ku niha li vir bi min re ne, dema vedigerin û ji heval û partiyên xwe re dibêjin: Divê hûn bikevin vê komê, ev kom li ser rêyeke rast e, karekî baş dike, hûn ê gelek tiştên jê fêr bibin û hûn ê li herêmê gelek Kurdên bêhempa bibînin. Dema ku hûn vegerin bal dengderên xwe jî ku Kurd an Kenediyên bi eslê xwe Kurd in, hûn dikarin ji wan re bibêjin Kurdistan û zêdetir dizanin xelkê ku derê ne.

Rûdaw: Ango hûn ji Kanadayê hatine vir da ku piştgiriya Doza Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin. Ez dixwazim bizanim, gelo hevrikiyên di navbera partiyên Kurdistanê de, dê bandorê li ser hewlên we bike yan na?

Kmiec: Ji bo rêkxistina serdanê, na. Nake. Dema ku em vê parçebûnê dibînin, dilê me teng dibe. Çimkî em dixwazin demeke wekhev bi hemû partiyên sereke re derbas bikin. Ji bo parlementerên me pir girîng e ku aliyên din ên hikûmetê û partiyên opozisyonê yên mezin û biçûk bibînin. Ev dibe alîkar û diyar dike ku hevalên parlamenterên Kurd ji bo hemû Kurdistanê ne.

Çi hûn li rojhilat, rojava, bakur û başûr bin. Ev şêniyên hemû aliyan dibînin. Armanca komê ev e. Li hember hemû deveran komeke bêalî ye. Bi gelemperî, xwesteka me zêdetir li ser Kurdistanê ye. Heke na, ne taybet bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lê niha tenê hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke rêkxistî û serbixwe heye.

Rûdaw: Baş e. Di dawiya serdana xwe de, gava tu vegerî Kanadayê, ez dixwazim bizanim gelo te tiştekî xweşik dîtiye, tiştekî ku bandor li te kiribe û bala te kişandibe ku tu li Kanadayê ji hevalên xwe re vebêjî?

Kmiec: Ez dixwazim bibêjim ku ev roja dawî ya herî xweş bû ku ez li vir bûm. Lê heta niha ew e ku Hewlêr bi şev xweş û zindî ye. Gelek kes li derve ne. Malbat li derve ne. Em hîna neçûne kelehê, lê em li dora wê geriyan. Em çûn bazarê jî. Êdî ez ê qal û behsên wisa vebêjim. Min gelek wêne girtine, ez ê nîşanî dengder û hevalên xwe bidim. Çimkî ez dixwazim wan qayil bikim ku ewlekarî li vir heye û Kenedî dikiarin herin bazara wê û bi kesên ku îngilîzî fêm nakin re, tevbigerin. Ez tenê Kurmancî fêm dikim, lê divê em bigihin bihayekî ku em tiştekî bikirin, da ku bizanin Kurdistan ewqasî xweş e.

Rûdaw: Tom Kmiec, em gihîştin dawiya hevpeyvînê. Gelekî spas.

Kmiec: Gelekî spas ji bo we jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst