Kanadayê biryar da ku ofîsa xwe ya Hewlêrê bigire

06-06-2024
Karwan Faidhi Dri @KarwanFaidhiDri
Nîşan Kanada Nûnertî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ragihand ku ew dê nûnertiya xwe ya li Hewlêrê bigire û karên xwe yên dîplomatîk ên li Îraq û Urdinê kêm bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ji Rûdawê re ragihand ku mîsyona Kanada ya Stratejiya Rojhilata Navîn a ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hatiye avakirin, dê Adara 2025an de bi dawî bibe.

Bi gotina Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Kanadayê, hikûmeta wî welatî biryar daye ku nûnertiya xwe ya li Hewlêrê jî bigire.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Kanadayê herwiha diyar kir ku welatê wî dê karên xwe yên dîplomatîk ên li Îraq û Urdinê jî kêm bikin.

Parlamenterê Kanada û Serokê Koma Dostên Kurd a Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec bi çend parlamenterên din ên wî welatî re ji bo hatibû Başûrê Kurdistanê.

Derbarê Hewlêrê de Kmiec gotibû, “Bi dîtina min, ev der bajarekî pir ewle ye. Malbat derengî şevê li derve ne û mirov dikare bibîne ku xelk ewledar in.”

Kmiec herwiha gotibû ku eger partiya wan di hilbijartinan de ser bikeve dê nûneratiya xwe li Hewlêrê bilindtir bikin û bikin konsulxane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst