Şaho Emîn

Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
“Min Şaho Emîn im – Ez Şaho Emîn im” ev hevok bûye nîşaneyeke zimanvanî ya Şaho Emîn û ketiye ser zimanê biçûk û mezinan. Di heman demê de awayê taybet ê pêşkêşkirina Şaho Emîn nîşan dide. Ev awa her roj saet 8 di Rûdawê de dikeve ber guhê şêniyên Kurdistanê.

 

Şaho Emîn

Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
“Min Şaho Emîn im – Ez Şaho Emîn im” ev hevok bûye nîşaneyeke zimanvanî ya Şaho Emîn û ketiye ser zimanê biçûk û mezinan. Di heman demê de awayê taybet ê pêşkêşkirina Şaho Emîn nîşan dide. Ev awa her roj saet 8 di Rûdawê de dikeve ber guhê şêniyên Kurdistanê.

 

Jînname

Heta niha Şaho Emîn navdartirîn pêşkêşkarê nûçeyan e di dîroka medyaya Kurdî de ku dirêjtirîn dem di lûtkeyê de bimîne ji roja destpêkirina weşana Rûdawê û heta niha.
Nûçeyên saet 8, bultena nûçeyan a herî zêde tê temaşekirin e û temaşevanên wê li hemû parçeyên Kurdistanê û di nav revenda Kurdî de di asta herî bilind de ye.

Şêweya pêşkêşkirina nûçeyan a Şaho bi awayekî ye ku bilindtirîn siyasetvanên Kurdistanê û bitementirîn û ciwantirîn temaşevanên nûçeyan di demjimêr 8 de li pêşberî bultena wî kom dike.

Şaho Emîn di kar de bi displîn e, herwiha hezkirina wî ji karê wî re û xwe berpirs dîtina wî li hemberî temaşevan û guhdaran, bi berdewamî dihêlin ew bi xwe li ser karê xwe be û li hemû zanyariyan hûr bibe û bêtir bişopîne û bultenên xwe bi zimanekî darêje ku bikare nûçe û bûyerên rojê bi zimanekî hêsan û balkêş ji temaşevanan re vebêje, da ku meraqa wan ji bo wergirtina nûçe û zanyariyan neşike lê belê zêdetir bibe.
Şêweya nivîsandina Şaho Emîn taybet û balkêş e. Lewma jî edîtorê vê jînenîgariya Şaho Emîn tûşî zehmetiyan di rêkxistina wê de hat, çimkî ji ber şîrîniya nivîsarê (eger tu nivîs û şêweya derbirîn û axaftina wî di heman demê de bînî ber çav û guhên xwe) edîtkirina wê bi awayê kesê sêyem ê tak, ne hêsan e û mirov dil nake desttêwerdanê tê de bike.

Şaho Emîn di dema amadekarîkirina ji bo weşana Rûdawê de, dixwest li Londonê bimîne û li wir kar bike, lê li ser daxwaza rêveberiya Tora Medyayî ya Rûdawê vegeriya Kurdistanê. Hebûna Şaho Emîn li navenda Rûdawê li Hewlêrê û roj bi roj pêşketina karê wî, ji bo medyaya Kurdî tiştekî nû bû.

“Min Şaho Emîn im – Ez Şaho Emîn im” sala 1974 li bajarokê Biyare yê devera Hewramanê hate ser rûyê dinyayê. Wek piraniya şêniyên Kurdistanê roja 1ê Tîrmehê wek roja zayînê di nasname û welatînameya wî de hatiye nivîsandin. Rawestgehên sereke yên jiyana Şaho heta 1995an, li Helebce û Silêmaniyê bûn. Zivistana 2008an li Londonê bi Heyam Eqîl re zewicî. Keç û kurekî wan hene. Yana 10 salî ye û Yasa jî 7 salî ye.
Ji roja damezrandina wê ve, Şaho li ser ekrana Rûdawê ye û nûçeyên demjimêr 8 pêşkêş dike. Ew dibêje: “Ev bultena nûçeyan ji bo min pir girîng e. Qasî ku haya min jê heye ji bo temaşevanan jî wiha ye. Lewma ez ked û şiyaneke xwe ya zêde terxanî amadekirina bultena demjimêr 8 û nivîsandina nûçeyên wê dikim.”

Bi dirêjahiya temenê kanalên Kurdî, ev bulten bultena nûçeyan a Kurdî ya herî zêde tê temaşekirin e. Pêşî bi awayekî asayî dihate pêşkêşkirin, paşê ji aliyê rêveberiya Rûdawê konsepteke taybet jê re hate nivîsandin û bû yekemîn bulten di kanalên Kurdî de ku li ser bark wall û li ser piyan tê pêşkêşkirin. Piştre jî Şaho Emîn roj li pey rojê şêweyeke nû lê zêde kir. Şaho Emîn ji bultena xwe hez dike û dibêje: “Tenê eger pir neçar bim rojekê yan bêtir li jêr guvaşa Heyam û zarokên min (Yana û Yasa) jê dûr bikevim.” Herwiha dibêje: “Rûdaw bi prensîbên profesyonel û liberçavgirtina nirxên mirovî û civakî bi her nûçe yan rûmalekê re tev digere. Di van salan de jî navçe çavkaniya nûçeyên medyaya cîhanê bû. Li ser vê hîmê, her karekî min li Rûdawê kiribe û dê bikim taybet û girîng û cihê guhdana min e.”

Şaho Emîn tevî hevkarên xwe piraniya rûmalên Rûdawê yên girîng encam daye. Hinek rûmalên sereke yên Şaho Emîn ev bûn: Wek ew bi xwe dibêje “Ya yekem û herî girîng roja çarşemê 29ê Gulana 2013an bû.” Wê êvara ku ligel vekirina kanala Rûdawê derket, got: “Yekemîn geşta nûçeyan ji Rûdawê”, Şaho Emîn dibêje: “Ew 8ê êvarê bû. Ew bulten hino hino bû berhemeke min a pir bilind. Saet 5ê êvara heman rojê, min û rehmetiya Şîfa Gerdî gotina yekem a destpêkirina weşana Rûdawê kir.”

Grafîkên ku bi 3D di medyaya Kurdî û navçeyê de li Rûdawê dest pê kirin, ji bo kanalên Kurdî û temaşevanan jî nû û balkêş bûn. Yekemîn grafîka 3D ji aliyê Şaho Emîn bi zaravaya Soranî hate pêşkêşkirin.

Di van bûyeran de Şaho Emîn wek pêşkêşkarê sereke di rûmalkirinê de derketiye: Dema Helebce bû parêzgeh û îmzekirina biryara wê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja 15ê Adara 2014an de. Şerê DAIŞê di 8ê Tbaxa 2014an de, di dema êrişa DAIŞê li ser Mexmûrê û nêzîkbûna wê ji bajarê Hewlêrê, Şaho çend şevan heta berê sibehê li Rûdawê dima û zanyarî didan temaşevanan. Şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanê di 28ê Cotmeha 2014an de, paşê jî kontrolkirina bajarê Mûsilê di 10ê Tîrmeha 2017an de. Roja dengdanê li ser giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de. Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, roja 12ê Hezîrana 2018 û hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 30ê Îlona 2018an de. Tevî gelek bûyerên din ên girîng. Rûmala wî ya dawîn di 10ê Hezîrana 2019an de, ew roj bû ku Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Kurdistanê. Herwiha 10ê Tîrmeha 2019an dema Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê sonda yasayî xwar û tevî cîgir û wezîran baweriya kabîneya nû wergirtin.


Şaho Emîn dibêje: “Bi giştî ez gotina xwe û rûmalê jî li Rûdawê û studyoyê dikim. Kêm caran li hev rast hatiye ku ez ji bo rûmalê herim derveyî studyoyê. Bi min xweş e li lûtkeya pîramîdê, îdareya tora nûçegihanên Rûdawê û her rûmalekê bikim ku ji temaşevan re girîng e. Ti hesabekî min di sosyalmedyayê de tune. Ez dixwazim xwe ji wê hêwirzeya ku di torên civakî û bersiv û bersivdanê de heye dûr bigirim. Bi nerîna min ev karê televizyonê ku ez dikim, pabendiyên xwe hene û bi nerîna min ew kes serkeftî ye ku diçe jêr barê wî mercê sînordar ê ku pîşe dixwaze. Lê heta dilê te bixwaze hesab bi navê min hatine vekirin. Ez ji wan ne dilgiran im dema ez dibînim ji hezkirina wan ji gotin, nûçe, awa û derketina min re hesab vekirine. Divê ez bibêjim ku xizmeteke pir baş jî ji bo karê min û parastina arşîva min dikin. Diyar e ku bîner û fanên Rûdawê gotin û grafîk û xwendina min a nûçeyan pir kopî dikin. Ev hêzeke moralî dide min. Gava ez wan dostan dibînim, ez fam dikim ku bandora min li ser temaşevanan heye. Pir kêfa min tê ku ez ne barekî giran im li ser temaşevanan. Fanên Rûdawê hinek caran kopîkirina wan ewqasî baş e ku bêyî şerm wekî min dertînin.”

Şaho Emîn li ser taybetmendiyeke xwe ya din û vê biyografiyê jî dibêje: “Bêguman ez hinekî tenêhez im. Eger ne zêde pêwist be, ez dernakevim. Li gor min baştir e temaşevan meraqa te bikişîne, lê ne ku tu ewqasî xwe nîşanî wî bidî ku ji te bêzar be. Ev biyografiya ku min nivîsandiye jî, heta ji min hat min hewl da xwe jê vedizim. Lê dawiya dawî Rêveberê Giştî yê Rûdawê kekê Ako Mihemed got temaşevan meraq dikin bêtir li ser te zanibin û min ti carî gotina wî neşikandiye.”

Şaho Emîn xwendina xwe heta xilaskirina qonaxa amadeyî li Helebce û Silêmaniyê kir. Sala 2003an çû Brîtanyayê û dibêje: “Li wir jî derfet bo min çêbû û min xwend. Min kursa foundation di warê medya û communicationê de li Zanîngeha Goldsmithsê qedand. Paşê jî min bakaloryos û master di warê medyayê de û bi taybetî jî di karê televizyonî de li Zanîngeha Kingston li Londonê qedand. Min tevî bêjerên diyar ên Erebiye, Cezîre, Şerqiye, Sky News û hinekên din kursa medyayê li Londonê xilas kir, balyozxaneya Amerîkayê ew kurs di sala 2004an de organîze kiribû. Sala 2008 min li ajansa AP li Londonê kar kir.”

Şaho Emîn dinivîse: “Di karê medyayê de min jî mîna gelek kesên din ên Kurdistanê wek dibêjin pêşî bi pêxwasî da nav. Ezmûna min a yekem vedigere sala 1993, ku ez pêşkêşkarê programa xwendekar û ciwanan bûm li kanala Kurdistan – Silêmanî tevî Nasike Celal. Paşê ez li heman kanalê bûme bêjer. Li radyoya Kurdistanê jî dîsa li Silêmaniyê heftane programeke min li ser bizava xwendekar û nifşê piştî serhildanê hebû. 

Sala 1996, ez bi temamî hatim Hewlêrê û li Kurdistan TV bêjer bûm. Sala 1999an dema kanala asmanî ya Kurdistan vebû, ez nûçegihan bûm û programeke min a heftane jî hebû. Li Londonê jî, ji sala 2005-2012, min karê peyamnêriyê bi Kurdistan TV re dikir. Aqûbeta min a baş ew bû ku ez ezmûna pir taybet û mezin a Rûdawê bibînim. Azadiya ku min li Rûdawê heye û handan û piştevaniya ku li min tê kirin, min qet li ti saziyeke medyayê ya din nedîtiye. Ev handera sereke ye ji bo afirandin û derketina bi şiyan. Azadî û şehrezatiya mirov e ku bîner û medyaya hevçax dixwazin. Nirxandinên zêde û baş li ser karê min hatine kirin, çimkî ez bi xwe ti tiştekî xwe arşîv nakim. Ez nizanim ew kes kê bûn ku zimanê wan baş geriyaye li ser min. Hinek caran jî ji ber ku ez dixwazim xwe ji qalibê rêçika teqinî û klasîk derxim, temaşevanan jî hogirî rastî û dirustiya nûçeyan bikim, ez tûşî bertekên negatîf hatim. Kes ji tiştên negatîf hez nake, nemaze ku li ser hîmê hesûdî û çavnebariyê hatibe hûnandin. Bi min jî ne xweş e.”