‘Rizgarkera Koçberan’ namzeda hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê ye

09-06-2024
Zinar Şîno
Carola Rackete / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Carola Rackete / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Carola Rackete Parlamentoya Ewropayê Hilbijartin Partiya Çep a Almanyayê
A+ A-

Li Almanyayê, namzeta jin a Parlamentoya Ewropayê Carola Rackete ye.

Li Ewropayê xelk ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê diçe ser sindoqan.

Mafê dengdanê yê derdora 373 milyon kesan heye û endamên ku werin hilbjartin dê 5 salan vî karî bidomînin.

Hilbijartinan 6ê Hezîranê dest pê kir û dê îro (9ê Hezîranê) xelas bibin.

Carolaya di Lîsteya Çep a Almanyayê de wekî “rizgarkera koçberan” tê naskirin.

Ev namzeta ciwan di rêza duyemîn a lîsteya Partiya Çep a Almanyayê de cih digire û bi taybetî di nava koçberan de tê hebandin.

Carola Rackete kaptana keştiya Sea Watchê bû ku li Deryaya Spî erkê wê rizgarkirina wan koçberan bû ku ji Afrîka û Asyayê bi rêya Deryaya Spî û Ewropayê ve diçûn û dema jiyana wan diket metirsiyê.

Carola bi lez û bez wekî kaptana keştiyê xwe digihand wir û koçber ji mirinê rizgar dikirin.

Li ser vî karê wê, Îtalyayê giliyê wê kir lê wê guh neda wan û karê xwe berdewam kir.

Carola ji bilî vê jî çalakvaneke serhişk a parastina koçberan li Ewropayê ye û herwisa çalakvana jîngehê ye.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li cihê bangeşeyên wê pê re hevpeyvîneke germ kir:

Rûdaw: Carola, gelekî spas ji bo wextê we. Pêşî, bila ez li ser mijarên ku hûn dixwazin di pênc salên pêş de li Ewropayê li ser wan bixebitin biaxivim, ew mijar çi ne, eger te bawerî û dengê dengdêran bi dest xist?

Carola Rackete: Bi şêweyekî giştî pirsa çepan û dadmendiya civakî, herwisa ji bo min fena keseke ekolojîst, dadmendiya seqayê ku gefeke sereke ye li ser pirsên keşûhewayê ku kêşeyên civakî mezintir dike.

Loma girîng e ku em tedbîrên parastina jîngehê wergirin, ango divê şirketên mezin û kesên zengîn ku berpirs in bi belavkirina wan gazên ku keşê germ dikin rûbirûyî lêpirsînê bên kirin, ez di vî alî de cidî dixebitim.

Rûdaw: Li gor te, li Yekîtiya Ewropayê dê Peymana Kesk a Ewropayê ya 2015an bigihêje armancên xwe?

Carola Rackete: Peymana Kesk a Ewropayê ji hêla zanistî ve têra wê yekê nake ku 1,5 pileyên germê yên kêm bike bi dest ve bînin, xirabiya wê jî ew e ku ji hêla civakî ve jî ne dadmend e, tedbîr jî ji bo dirêjkirina temenê şirketên enerjiya kevirî 'Enerjiya Fosîl - Enerjî' nayê wergirtin.

Divê ev raman biguhere, wekî mînak, divê peydakirina enerjiyê li jêr desthilata şaredariyan be. Vêga şirketên enerjiyê hene ku bi awayekî dîn qezencan dikin, divê qezencên wan ên bi milyonan û milyaran bên rawestandin.

Divê van şirketan bidin şaredariyan û em li gorî derfetan sindoqa xwerêveber çêbikin. Divê torên enerjî, elektrîk û germiyê di destê şirketan de nemînin û li welatiyan vegerin û sûda wê jî ew e ku bi rêya wê sindoqê qezenc nekin û bi vî rengî jî nirxê wê nizm dibe.

Rûdaw: Carola, par peymanek li gel Yekîtiya Ewropayê hebû. Li komisyon û Parlamentoya Ewropayê bo sîstema hevbeş a koça Ewropayî, gelo tu ji siyaseta koçberî û penaberiya Ewropayê razî yî?

Carola Rackete: Na, ev siyaset û pakêja sîstema koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê felaket e. Dema ku Donald Trump malbatên bi zarokên biçûk li ser sînorê Meksîkayê di qefesan de asê kiribûn û bêhn li wan çikandibû û niha heman tişt li Ewropayê dibe qanûn, heman tişt li ser sînorên Yekîtiya Ewropayê jî diqewime, wekî mînak tiştên ku li Lesbos û giravên Yunanistanê diqewimin eynî tişt in, loma raya giştî hêrs bû.

Partiya Çep a Almanyayê bi eşkereyî li dijî vê yekê ye û bê şik em dixwazin ku mafên koçberan bên parastin û her kes xwediyê heman mafan be û ku derê bixwaze karibe biçe.

Rûdaw: Spas bo we û spas bo dema ku te da me.

Carola Rackete: Zafî kêfxweş bûm.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst