Parlamenterê ji Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) û Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Peter Meyer ragihand ku ew daxwaz dike CDUyeke xurt ji bo parastina hemû gelên Almanyayê hebe.
Meyer di hevpeyvîna xwe bi Rûdawê re de amaje bi rewşa Kurdan kir û got:
"Ez wekî kes û em li CDUyê pir kêfxweş in ku Kurd li welatê me hene. Herêma Kurdistanê bi rastî dost e û gelek kes hene ku di partiya me de û li derdora partiya me hene û em bi vê kêfxweş in."
Meyer bal kişand ser dilgiraniyên Kurdan û got:
"Ez gelekî tiştan ji Kurdan dibihîzim ku dilgiran in. Ez dibêjim, eger hûn dixwazin careke din hest bi ewlehiyê bikin bi me re, wê demê pêwîst e CDUyeke xurt hebe."
Meyer li ser hevkariya bi AfDyê re jî Meyer got, “ti carî dê hevkarî, xasma di şêweya hevpeymana hikûmetê de, bi AfDyê re çênabe."
Meyer eşkere kir ku bijarteya wan a pêşîn FDP e û tenê derfeta hevkariyê bi SPD, FDP û Keskan re heye.
Parlamenterê CDUyê bi bîr anî ku li Almanyayê 3 milyon bêkar hene û got ku ew dixwazin piştgiriyê bidin aboriyê.
Parlamenterê Federal ê ji Partiya CDU û Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Peter Meyer pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Birêz Meyer, spas ku tu bi me re yî. We di kampanyaya hilbijartinê de dirûşma "Em dê Almanyayê ber bi pêş ve bibin" bilind kir. Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) dixwaze di vê dema hestyar de çawa Almanyayê ber bi pêş ve bibe ku bi rastî partiya we rastî rexneyên tund hatiye ji ber ku projeyasaya li dijî koçberan bi dengê partiya AfDyê derbas kir? Hûn çawa dixwazin baweriya dengderên xwe vegerînin?
Meyer: Planeke me heye. Me ev di kongreya CDUyê de, di axaftina bixêrhatinê ya serokê partiyê û namzetê şêwirmendiyê Friedrich Merz de bihîst. Îro li vir, hezar nûnerên kongreya partiyê amade ne, planeke lezgîn a 15 xalî erê dikin. Ev ew tişt in ku piştî hilbijartinan, dema ku em bigihîjin berpirsyariya hikûmetê, em dê wan demildest bi cih bînin. Mijara ku we behsa wê kir, bi rastî beşek ji vê ye.
Me hefteya borî du pêşniyar û reşnivîsên yasayekê pêşkêşî Parlamentoya Almaniyayê kir. Tenê me. Me yek ji wan di Îlona sala borî de pêşkêş kiribû, di komîteyan de derbas bû ku hemû fraksiyon, partî, SPD, Kesk, FDP hemûyan şêwir li ser kir û çû nav parlamentoyê.
Me roja înê xist dengdanê. Ne rastgo ye ku ji aliyê SPD û Keskan ve me tawanbar dikin ku qaşo em bi AfDyê re hevkariyê dikin. Bila ez vê gelekî zelal bikim: Ne bi Friedrich Merz û ne jî bi Peter Beyer û hemû hevkarên me re, ti carî li ser asta federal ti hevkarî, xasma di şêweya hevpeymana hikûmetê de, bi AfDyê re çênabe. Em dijayetiya AfDyê dikin, çimkî bîr û baweriyên wan ên dijî mirovahiyê, dijî demokrasiyê û dijî cihûyan di nav refên wan de hene. Bi AfDyê re Almanya nikare ber bi pêş ve biçe.
Rûdaw: Lê we dizanîbû ku AfD dê deng bidiyê û Merz jî ev dizanî. We hemûyan dizanîbû loma rexneyên tund li we hatin girtin dema me dît ku parlamenterên AfDyê ji kêfan li çepikan dan?
Meyer: Wêne bi rastî jî biêş bûn. Me hewl da ku piraniyeke tenê bi dengê AfDyê çênebe. Di dawiyê de jî ew piranî çênebû. Tewra em jî bi AfDyê re nedibûn piranî.
Me daxwaza dengên AfDyê nekiriye, berevajî wê ya ku me di heyama hefteyên borî de kiriye, ne tenê çarşem û înê, lê ji wê jî zêdetir, ew bû ku em deng û piştgiriyê ji bo xalên xwe yên rast kom bikin, ku di naverokê de ne SPD û ne FDP û ne jî Keskan bi rastî rexne lê negirtine.
Me xwest bi piştgiriya navenda demokratîk a parlamentoyê piraniyê bi dest bixin. SPD û Kesk ji bo vê ne amade bûn. Xebînet dem vala çû.Mijar têkildarî ewlehiya welatê me ye jî çimkî hûn dibînin ku li vir ne tenê êriş û kêrlêdan heye, hesteke bêewlehiyê ya gelek kesan heye, naxwazin êdî rêyên veguhastina giştî, otobus û trênan bi kar bînin.
Em gelek tiştan dibihîzin ku xelk tirsiyane. Tewra kesên ku dê û bavên wan an ew bi xwe jî berê koçber bûn lê li vir li Almanyayê hest bi rehetiyê dikin, vêga dibêjin: "Xelkno, hûn li Berlînê, divê niha tiştekî bikin. Divê hûn koçê sînordar bikin ji bo ku welatê me aram be."
Bila em careke din bi zelalî bêjin: Em dixwazin vê bi navenda demokratîk re li Almanyayê bikin û hevpeymaniyê pêk bînin ne bi AfDyê re. Bi AfDyê re hezar ji sedî ti hevkarî ne pêkan e. Em ne dixwazin û ne jî dikin.
Rûdaw: Daxwazên we ji bo sînordarkirina koçê pêwîstiya wan bi karmendan heye. Gelo ev şiyana Almanyayê heye? Bêguman gelek kes li Almanyayê hene ku divê Almanyayê bicih bihêlin lê bê pirsgirêk tên û diçin wekî koçberê Efxanî yê Aschaffenburgê. Hûn dikarin daxwazên xwe ji aliyê yasayî ve bi cih bînin?
Meyer: Divê biryarên siyasî werin dayîn. Divê desthilata polîsên federal zêdetir be di derxistina wan kesan de ku divê welêt bicih bihêlin. Divê em biryarên rast bixin rê da ku karmend werin damezirandin û rahênan bi wan were kirin.
Em dizanin ku ev di şevekê de nayê kirin. Ti kes, tewra Friedrich Merz jî sozê nade xelkê ku dema em bên ser desthilatê û biryar bidin, dê sibe baştir bibe. Em dizanin ku demeke dirêj dixwaze. Divê em ji şaşiyên xwe fêr bibin. Divê em biryarên rast bixin rê.
Rûdaw: Piştî van bûyerên hefteya borî, hûn dixwazin bi kê re hikûmetê pêk bînin?
Meyer: Ev pirsa sereke ye ku ti kes vê gavê nikare bi awayekî cidî bersiva wê bide. Ez bi rastgoyî ji we re dibêjim, bijarteya min a pêşîn herdem FDP e. FDP têdikoşe ji bo ku vegere nav parlamentoyê. Ez hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim. Lê tewra eger FDP were nav parlamentoyê jî, xuya dike ku têrê nake.
Em dê piraniya dengan bi dest nexin, ev zelal e lê em tenê dikarin bêjin em dixwazin bi partiyên navenda demokratîk a parlamentoyê re hikûmetê pêk bînin. Ev tenê dikarin SPD, FDP û Kesk bin. Ji wê wêdetir ez ti derfeteke din nabînim.
Em ji bo CDU û CSUyeke xurt têdikoşin ku em dê bi hev re beşdar bibin. Vê carê ji her demê zêdetir, çimkî ev tiştên rast û dirust ku em îro jî erê dikin, di plana pênc xalî û di bernameya lezgîn de, piştgiriya wê ya du ji sisê ya xelkê Almanyayê heye, hemû rapirsî vê yekê dibêjin, du ji sisê ya xelkê Almanyayê vê dixwazin.
Loma em dibêjin çiqas CDU bi CSUyê re di hilbijartina parlamentoyê ya di 20 rojên bê de xurttir be, em ewqas zêdetir dikarin ji vê siyaseta rast û baş ji bo Almanyayê bi cih bînin. Çiqas em lawaztir bin, ewqas zêdetir divê em di danûstandinên hevpeymaniyê de tenazulan bidin. Lewra em dibêjin herdu deng ji bo CDUyê, da ku em bikarin gelekî ji vê naverokê bi cih bînin.
Rûdaw: Ew 15 xalên ku we behs kir, girîngtirîn xal çi ne ku hûn dixwazin bi cih bînin eger hûn di hilbijartinan de bi ser bikevin?
Meyer: Yekem, sînordarkirina koçê, zêdekirina çavdêrî û kontrolê, derxistina kesên ku mafê wan ê mayînê nemaye yan jî sûc kirine. Ev mijara koçê ye, ji ber ku têkildarî ewlehiya Almanyayê heye, xelk dixwaze cardin di ewlehiyê de li vir bijî. Duyem: Mijara mezin a duyem ku hema hema ji bo min girîngtir e, aborî ye.
Em wekî Almanya ku hîn jî mezintirîn aborî ne li Ewropayê lê em lawaz dibin. Du sal in em di daketinê de ne. Geşbûna aboriya me neyînî ye. Di nav hemû welatên pîşesazî yên OECDyê de em di dawiyê de ne. Di perwerdeyê de, di hemû lêkolînên perwerde û fêrkirina zarokên seretayî de, em di dawiyê de ne. Ev hemû têkildarî hev in.
Planeke me ji bo kêmkirina bîrokrasiyê û çaksaziya bacê heye. Em dixwazin pereyê welatî ku navê wê Burgergeld e rakin ku li vir handana şaştiyê çêdike û ziyanê dide bazara kar û aboriyê. Em dixwazin piştgiriya aboriyê bikin, da ku xelk careke din kar bike. Sê milyon bêkarên me hene.
Di sê sal û nîvên borî de ku Olaf Scholz şêwirmend bû, hêza AfDyê du qat bû. AfD di sê sal û nîvên şêwirmendiya Olaf Scholz de du qatan xurttir bû. Ev hemû têkildarî koç û aboriyê ne. Ew bi sadeyî girîngiyê pê nade, ketwarê piştguh dixe, çi pêwîst e bê kirin, bi vî awayî em dê Almanyayê careke din ber bi pêş ve bibin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e, gelek Kurd hene ku mafê wan ê dengdanê li vir heye. Hûn çawa dixwazin baweriya van dengderan bi dest bixin? Ji ber ku gelek kes ditirsin ku hûn bi AfDyê re kar bikin?
Meyer: Ez wekî kes û em li CDUyê pir kêfxweş in ku Kurd li welatê me hene. Herêma Kurdistanê bi rastî dost e û gelek kes hene ku di partiya me de û li derdora partiya me hene û em bi vê kêfxweş in. Pir bi dilxweşî pêşwaziya me li vir tê kirin.
Ez gelekî tiştan ji Kurdan dibihîzim ku dilgiran in. Ez dibêjim, eger hûn dixwazin careke din hest bi ewlehiyê bikin bi me re li Almanyayê pêkve, wê demê pêwîst e CDUyeke xurt hebe. Ji kerema xwe, hûn tev li bernameya hilbijartinê binêrin, xalên ku qala wan tê kirin.
Ji kerema xwe, bi agahiyên şaş ên ji aliyê hevrikên siyasî, ji aliyê - bila ez vê jî bêjim - gelek kanalên televîzyona giştî ku hemû tenê dibêjin Friedrich Merz dîwarê parastinê hilweşandiye, nexapin. Ew nabînin ku em dixwazin agirê li pişt dîwarê parastinê vemirînin.
Em dixwazin hemû xelk, nexasim hevalên me yên delal ku ji Kurdistanê hatine, em dixwazin em hemû pêkve careke din di ewlehiyê de li Almanyayê bijîn û her kes karekî wî yê aram hebe. Em ji bo vê têdikoşin.
Gelek tişt dereng ketine. Em vê dizanin û em dixwazin niha bi rastî vê guherînê têxin warê bicihkirinê. Vêca Kurdên delal, hûn li cem me her parastî ne. Gelekî spas.
Rûdaw: Spas birêz Meyer.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse