Samir Razî: Geştên navneteweyî yên ji Şamê dê zêde bibin

Duh li 02:48
Nalîn Hesen
Samir Razî pirsên Nalîn Hesenê bersivandin / Wêne: Ji dîmenan
Samir Razî pirsên Nalîn Hesenê bersivandin / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Samir Razî Balafirgeha Şamê Geştên Asmanî
A+ A-

Balefirgeha Şamê îro piştî ketina Beşar Esed cara ewil dest bi geştên xwe yên navneteweyî kir.

Berpirsê Çakkirinê yê Xeta Balefirvaniyê yê  Sûriyeyê Samir Razî diyar kir ku geşta asmanî ya ewil a ji Şamê ji bo Îmaretê hat kirin.

Samir Razî da zanîn ku ji sibeyê û pê ve geştên asmanî yên Sûriyeyê dê zêde bibin.

Berpirsê Çakkirinê yê Xeta Balefirvaniyê yê Sûriyeyê Samir Razî pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Yekem geşta esmanî ya navdewletî kengê û  ji bo kîjan welatî ye?

Samir Razî: Yekem geşta Esmanî îro sae 10ê sibehê bi dema Dimeşqê  ji  bo welatê Îmaratê hat kirin.

Rûdaw:  Îro çend geştên asmanî hene?

Samir Razî: Îro çend geştên asmanî yên navneteweyî hene. Geştya yekem ji bo bajarê Şaroqayê yê Îmaratê ye. Her wiha saet 14:00an jî geşta geşteke din Kompanyaya Ecnihet Elşamê ji bo heman bajarê Îmaretê heye. Li aliyê din ve Xeta Asmanî ya Qeterê yekem geşta xwe dike û  balafirek ji wî welatî gihişt Şamê.

Rûdaw: Bi giştî rojane çend geştên asmanî yên navxweyî û navneteweyî dê bin?

Samir Razî: Îro wekî destpêkê du geştên hebûn. Sibe dê zêdetir bibin. Hûn dizanin piştî rawestana mehekê pêwîstî bi guherînan hebû. Geşt mehekê  hatibûb rawestandinm bê guman dê pêwîstî bi rêkxistina lîsteyan hebe. Ez nikarim hejmara diyarkirî ji we re bibêjim ji ber ku gelek geşt li ser hev kom bûne û niha kar li ser rêkxistina geştan tê kirin.

Rûdaw: Li gorî pilana we daniye geşt ji bo çend welatan tên kirin, bi tenê welatên Kendavê ne?

Samir Razî:Na, geşt ji bo wan welatên ku berê me geşt li gel hebûn jî dê bên kirin. Geştên me dê ji bo piraniya welatên Ereban hebin wekî Îmarat, Qeter,Siûdî, Kuweyd û Misir. Heman ew welat in ku geşt ji bo wan dihat kirin û dê heman geşt li gorî heman lîsteyê  berdewam bin lê bi izna xwedê piştî ku em balafirên nû bikrin û balafirên xwe çêkin em dê geştên xwe zêdetir bikin.

Rûdaw: Yekem geşta navbera Hewlêr û Şamdê dê kengî be?

Samir Razî:Geştên ji bo Hewlêrê bi rêya Komapanyaya Ecnihet El Şamê dihat kirin dibe ku di hefteya bê dest bi geştê xwe bikin. Berê rojane geşt di navbera Şam-Hewlêr û Şam Bexdayê de hebûn.

Rûdaw: Çend balafirên asmanî yên Sûriyeyê hene?

Samir Razî: Me 12 balafir hene ku 8 ji wan  ji coreya Aribus320ê ne û dikarin geştên dirêj bikin. Her wiha me 2 balafir ji corên din Aribus340ê hene û hinek helîkopterên ji coreeya ATR hene lê mixabin ji ber cezayên ku li ser Sûriyeyê hene rê bi perçeyên balafiran nayê dayin ku bighêjin me. Em niha 2 balafir Aribus320  bi kar tînin ku her balalfirek dikare 162 kesan hilgire.

Rûdaw: Çend balafirên Kompanyaya Ecnihet Şamê hene?

Samir Razî: 5 balafirên wê hene lê niha bi 2 balafiran kar dike.

Rûdaw: Balafirgeha Şamê pêwîstî bi çend balafirên din hene?

Samir Razî: Me pêwîstî bi pêşxistina balafirên xwe heye. Pêwîstiya me bi balafiran hene. Her çiqasî hejmara balafiran zêdetir be dê nexşeya geştên me zêdetir be. Ne tenê  xeta me lê Ecnihet Şamê û hinel kompanyayên din jî ku divê moletê wergirin. Bi rastî niha  Sûriye ber bi vebûnê diçe û dibe ku geşt ber bi Ewropa, rojhilatê Asya û Amerîka çêbin.

Rûdaw: Wezareta Xezîneya Amerîka dibêje ku ewê hejmareke dropêçan li Sûriyê rakim, ev kerta balafirvaneyê li xwe digre?

Samir Razî:heta niha ne diyare. Hinek vebûnê derbarê dorpêçan heye lê heta me ti bandorê wê  li ser kertta balafirvaneyê û ya abûrî de nedîtiye.

Rûdaw: Ti welat heye li herêmê û cîhanê amadebûn xwe nîşan da be ji bo çakkirina balafiran ?

Samir Razî: Tirkiye, Qeter û Sûdiyê pêşniyaz kirin ku alîkariya me bikin û hinek program jî pêşkêş kirin.

Hêlên asmanî yên Qeter û Tirkiyeyê, daberê çakkirina balafir û pêşkêşkirina perçeyên pêwîst û her wiha programên geştan alîkariyeke zêde pêşkêş kirin. Me tenê pêwîstî bi balafiran heye lê pêwîstiya me bi programê rêkxistina geştan heye  ku çawaniya karpêkirina balafiran û danîna balafirvanan. Li hemû beşan pêwîstiya me bi alîkariyê heye. Ji ber dorpêçan her alîkariyek li ser me hatibû qutkirin lê ji îro û pê ve dê rewş baştir bibe û perçeyên pêwîst dê bighêjin me.

Rûdaw: Ji aliyê hêza mirovî û karmendan ve hejmara pêwîst heye?

Samir Razî: Belê heye me personelên baş hene. Me kesên pispor hene ku di warê balafirvaneyê de bawernameyên xwe yên navneteweyî hene. 

Rûdaw: Geştên navxweyî yên Balafirgeha Şamê ji bo hemû parêzgehan hene?

Samir Razî: Niha Şam-Heleb heye. Em kar li ser balafirgehên Laziqiyê û Qamişloyê dikin. Niha ya Helebê amade ye û ji 18 meha borî ve geştên ji bo Helebê dest pê kirine.

Rûdaw: Kengî geştên di navbera Şamê û Qamişloyê de dest pê dikin?

Samir Razî: Hinek dem pêwîst e, ne tenê balafirgeh bê amadekirin lê pêwîst e cihê derdora ku balafir lê dakeve jî aram be. Dem pêwîst e lê zêde nakişîne.

Rûdaw: Ji bo geştên di navbera Şam û Qamişloyê de dest pê bikin çi astengî hene?

Samir Razî: Wekî min got, destpêkê divê balafirgeh bê amadekirin ji ber ku kêmasî li wir zêde ne.  Welat alîkariyê dikin û bi izna Xwedê em dê dubare dest bi geştan bikin li Balafirgeha Qamişloyê.

Rûdaw: Tîma we li Balafirgeha Qamişloyê heye?

Samir Razî: Erê bê guman hene. Li hemû balafirgehan heye lê hejmara wan li gorî balafirgehên din kêm e. Me tîm li balafirgehên Qamişlo, Laziqiyê û Helebê ne. Pêwîstiya xwe bi dubare rêxistinê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst