Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku ji bo nûkirina Balafirgeha Şamê ekîbeke teknîkê ya ji 25 kesan pêk tê ji Tirkiyeyê çû Sûriyeyê û dest bi xebatan kir.
Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, Balfirgeha Şamê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de zerer dîtiye.
Bi gotina Abdulkadîr Uraloglu êdî ji bo nûkirina Balfirgeha Şamê wan ji personelên Birêvebiriya Giştî ya Dezgeha Meydanên Asmanî ya Dewletê ekîbeke teknîkî ava kir.
Abdulkadîr Uraloglu diyar kir ku ekîba wezîfedar a ku ji 25 kesan pêk tê, 7ê Sibatê di Deriyê Sînorî yê Cîlvegozuyê yê li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê rre derbasî Sûriyeyê bû û wiha got:
"Ji bo ku li Balafirgeha Şamê û qada asmanî ya Sûriyeyê balafir di nava ewlehiyê de bifirin, me 113 wesayît, cîhaz û pergal bi 6 barhilgiran şandin.
Ekîba me cîhaz pev xistin û dê personelên Balafirgeha Şamê jî perwerde bikin."
Uraloglu da zaîn ku hin amûrên balefirgehê ku di şer de xerab bûne hatin temîrkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse