Cuma Çîçek: Piştî banga Ocalan hikûmetê cara ewil behsa demokratîkbûnê kir

03-03-2025
RÛDAW
Lêkolîner Cuma Çîçek / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Lêkolîner Cuma Çîçek / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Cuma Çîçek Pêvajoya Nû Banga Ocalan
A+ A-

Lêkoler Cuma Çîçek diyar kir ku piştî banga Rêbesrê PKKyê Abdullah Ocalan, hikûmeta Tirkiyeyê cara ewil behsa demokratîkbûnê kiriye û got ku armanca vê pêvajoyê guherîna zemîna pirsgirêka Kurdan e.

Cuma Çîçek bal kişand ser girîngiya beşdariya civakê di pêvajoyê de û wiha got:

"Ji bo serkeftina pêvajoyê divê civak jî tê de beşdar be. Tenê bi diyalog û hevkariya aliyên cûda dê pêvajo bigihîje encameke erênî."

Lêkolîner destnîşan kir ku pêvajoya nû dikare bibe destpêka qonaxeke nû ya çareseriyê û anî zimên:

"Armanca vê pêvajoyê guherîna zemîna pirsgirêka Kurdan e.  Dixwazin pirsgirêkê ji zemîna tundiyê derxînin û bînin ser zemîna huqûqî û siyasete.

Heta ku ev li ser zemîneke huqûqî û siyasî neyê danîn, çareserî nabe.

Wekî ku min got, ev ne çareserî ye lê afirandina zemîneke demokratîk û huqûqî ye. Ev zemîn dê rê bide ku pirsgirêka Kurd ji bo nîqaşên siyasî û huqûqî were vekirin.

Çîçek amaje bi rewşa berê ya qada siyasî jî kir û got, "Heta îro qada siyasî di bin sîwana çekan de bû. Ev rewş rê li ber çareseriya demokratîk digirt.”

Lêkoler Cuma Çîçek bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Rûdaw: Pirsa min a yekem dê li ser Demîrtaş be. Ev pêwendiyên telefonî û rêpêdana Demîrtaş a bikare here Stenbolê û  di emeliya hevjîna xwe de amade be nîşanên çi?

Cuma Çîçek: Spas dikim di destpêkê de ji bo vexwendina we. Ev jesteke girîng e, yanî destûrdana Demîrtaş da ku li Stenbolê li cem hevjîna xwe ya emeliyat bûye be. Jesteke ku ji aliyê Rêzdar Erdogan ve hatiye dayîn. Dema ku Demîrtaş li wir bû, Bahçelî jî bi têlefonê pê re axivî û xwest ku ev mijar bi raya giştî re were parvekirin.

Yanî, hem fermana Erdogan û hem jî têlefonkirina Bahçelî nîşan dide ku ev jesteke siyasî ye. Ev hewldaneke amadekirina zemînê ye. Hikûmet heta niha înkar dikir ku ne gotûbêj û ne jî danûsitandin heye, tenê armanca wê çekdanîna PKKyê ye digot.

Lê belê piştî banga dawî ya Ocalan, hikûmet cara yekem behsa demokratîkbûnê kir. Ev jî nîşan dide dê hinek reform çêbin. Dibêjin berî salekê komîsyoneke hiqûqî hat avakirin, zêdetirî 20 kesî cih girtiye û amadehiyên qanûnî dikin.

Bi ya min heta dema ku PKK çekan deyne hin jest dê berdewam bikin. Mumkin e hinek kesên wekî Demîrtaş an jî navên wekî Serokê berê yê Şaredariya Amedê bêne berdan. Dibe ku hinek nîşane li ser mijara zimanî bên an jî dibe ku awayekî nû yê siyasetê li ser mijara Rojava derkeve holê.

Lêbelê, mumkin e ku ev jest sînordar bimînin. Civak heta niha ji mijarê re guman hebû. Ji ber ku dixwaze fam bike bê çi diqewime. Ji bo ku PKK çekan deyne û civak tevlî pêvajoyê bibe, pêwîstî bi tevlîbûnê heye, pêwîstî bi hin jestan heye. Jixwe PKK dê çekan deyne, ne mimkun e ku Demîrtaş di zîndanê de were girtin.

Rûdaw: Birêz Çîçek, li gorî we gelo ev pêvajo dikare bi rastî bibe pêvajoyeke aştî û çareseriyê?

Cuma Çîçek: Bi ya min pêvajoya ku niha berdewam dike, ferqeke mezin ji pêvajoyên berê yên aştiyê heye. Di navbera 1999-2015an de sê pêvajoyên aştiyê hebûn. Ocalan di her sê pêvajoyên aştiyê de jî dixwest ku danûstandinên çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û danîna çekan bi hev re were meşandin.

Lê pêvajoya niha ferqeke mezin ji yên berê re heye. Armanc ne çareserkirina pirsgirêka Kurd e armac guherîna zemîna meseleya Kurdan e. Dixwazin pirsgirêkê ji zemîna tundiyê derxînin û bînin ser zemîna huqûqî û siyasete. Ne çareserî ye, dê bibe destpêka çareseriyê. Ferqa herî mezin ev e. Heta ku ev li ser zemîneke huqûqî û siyasî neyê danîn, çareserî nabe, tenê dikare bibe destpêkek. Ji ber vê, divê partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên civaka sivîl û medya zêdetir rol û berpirsiyariyê bigirin.

Wekî ku min got, ev ne çareserî ye lê afirandina zemîneke demokratîk û huqûqî ye. Ev zemîn dê rê bide ku pirsgirêka Kurd ji bo nîqaşên siyasî û huqûqî were vekirin.

Rûdaw: Baş e, ev pêvajo dê bandoreke çawa li siyaseta Kurdan bike? Hin rexne hebûn ku di siyaseta Kurdan de pirdengiyek tune, siyaseteke di bin siya çekan de serdest e, aliyê ku xwediyê çekê ye gotina dawî dibêje. Nemana çekan dê bihêle siyaseta Kurdan pirdeng bibe?

Cuma Çiçek: Di dema borî de jî siyaseta Kurdan pirreng bû. Dema em li endamên DEM Partiyê dinêrin, em dibînin ku pirreng û rengîn e. Siyaseta çep, siyaseta sosyalîst, siyaseta muhafezakar û neteweperwer di nav xwe de dihewîne. Li derveyî DEM Partiyê nêzîkî 8 partiyên Kurdan ên din hene ku xwedî daxwazên serxwebûn, federasyon, dîndar an jî sekuler in.

Partiyên çep, muhafezakar, neteweperwer û federalîst hebûn. Lê pirsgirêka bingehîn ew e ku qada siyasî heta niha di bin siya çekê de bû. Pevçûnên heyî û hebûna çekan qada siyasetê teng dikir. Îro rewşeke nû heye. Îhtimala firehbûna qada siyasî heye û ev dikare pirrengî û hêzeke zêdetir bide partiyên Kurd.

Lê belê ezmûna herî mezin ev e ku pirsgirêka Kurdan bûye barê akademîsyenên Kurd, medyaya Kurd û partiyên Kurd ku ev qad ne aktorê sereke bû. Ji ber pevçûnên di navbera PKK û dewletê de, heta niha ew ne aktor bûn. Lê îro êdî divê ev aktor bên navenda mijarê.

Ji bo vê jî guherîn û hêzeke mezin pêwîst e, hem ji bo DEM Partiyê hem jî ji bo partiyên din wisa ye. Ezmûna herî mezin ew e ka dê partiyên Kurdan karibin xwe biguherin an na. Îro li Tirkiyeyê heşt partiyên qanûnî hene ku pirsgirêka Kurd rojeva wan a sereke ye. Divê ev partî xwe ji nû ve ava bikin, demokratîze bibin û biguherin. Ev dê ji bo paşeroja siyaseta Kurd bibe ezmûneke krîtîk.

Rûdaw: Di nav civaka Kurdan de dudilî an jî bêbaweriyeke ji vê pêvajoyê re heye? Wekî ku tirsek hebe.

Cuma Çiçek: Bê guman heye. Heke hûn bi bîr bînin, 28ê Sibata 2015an jî bangeke Ocalan hebû ku PKK çekan deyne û biharê kongreya xwe bike.

Lê 2015an piştî vê bangawaziyê pêvajo têk çû û şer ji nû ve dest pê kir û ev şer ji çiyan daket bajaran. Şerekî mezin û berfireh qewimî. Îro jî ji ber tecrûbeyên pêşî, di nav gel de tirs û dilgiraniyeke heye. Yanî careke din tirse ku pêvajoyeke baş têk biçe.

Ya duyem, pêdeviya civak ne tenê çekan danîne, civak niha li benda çareseriya pirsgirêka Kurdan e. Civak li benda reforman e di warên wek meseleyên ziman, xurtkirina rêveberiyên herêmî, mafên aborî û mafên siyasî de.

Civak li bendê ye ka ev reform dê pêk werin yan na, dê çiqas bên bicihkirin, dê hêdî an jî zû bên pêkanîn, dê kûr bin an jî li rûyê avê bin. Her wiha, mesekeya Rojava jî di nav civakê de wek mijareke girîng cihê xwe diparêze.

Rûdaw: Hûn derbarê reforman de çi difikirin? Li gor we dê ev reform pêk werin?

Cuma Çiçek: Ez bawer im ku reform dê pêk werin lê ev dê ne reformên berfireh bin. Dê ne derbarê çareserkirina kûr û berdewam a pirsgirêka Kurdan de bin lê dê zemînekê ji wê re amade bikin. Lê ez li bendê reformeke berfireh a zimanî nînim. Wekî nimûne, sala 2014an qanûnek derket ku destûr dida vekirina dibistanên taybet ên Kurdî lê paşê ji ber ku wezaretê rêziknameya wê amade nekir, mijar wisa ma. Îro wezareta perwerdeyê bi şevekê dikare qanûnekê amade bike û di nava çend mehan de dibistanên taybet ên Kurdî ava bibin û bên vekirin.

Derbarê xwe bi xwe rêvebirinê de, li ser mijara qeyûman, dibe ku di rojên pêş me de hin gav bên avêtin, hin jest bên kirin. Dibe ku qeyûm bi dawî bibin. Di mijara xweîfadekirinê de ihtimala zemînekê heye. Tê gotin ku komîsyoneke hiqûqî heye û ev yek sal e kar dike. Di madeyên destûra bingehîn de dibe ku pênaseya welatîbûnê bê guherîn.

Di destûrê de madeyek heye ku li pêşiya zimanê dayikê asteng e. Belkî rê jê re neyê vekirin lê herî kêm dibe ku qedexe bên rakirin.

Wekî ku min got, dê reformên giştî nebin lê dê ji bo zemîna çareseriya pirsgirêka Kurdan hinek guherînên qanûnî çêbibin. Em dikarin bibêjin ku di pêşiya me de reformên minîmalîst hene. Ev pêvajo ne statîk e. AK Partî dê çi bike, DEM Partî dê çi bike, CHP dê çi bike, partiyên muxalefetê çi dibêjin. Tê dîtin ku çarçoveya heyî teng e. Li gorî helwest û hewldanên aktorên siyasî, ev çarçove dikare berfirehtir an jî tengtir bibe. Ev jî dê li gorî hewldan û xebatên aktorên Kurd bê diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst