Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê ku cara ewil sala 1987an hatiye çapkirin, yek ji berhemên avakar ên xebatên edebiyata postkolonyal tê qebûlkirin.
Edebiyata Berxwedanê têra xwe rê li ber nîqaşên piştî serdema xwe ya qada edebiyat û berxwedana antîkolonyal jî vekiriye.
Ev berhema giranbiha, bi wergera Umran Aran û Yûsif Hemedî a ji Îngilîzî ji aliyê Pall Weşanê ve hat çapkirin.
Pall Weşanê li ser berga pirtûka Edebiyata Berxwedanê gotiye:
“Wek yek ji deqên bingehîn ên di warê nivîsên postkolonyal de, Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê di xebatên edebî yên Rojavayî de zemîneke nû danî.
Ev xebata rexneyî ya nîqaşbar ku cara pêşî sala 1987an hatiye çapkirin, nêzîkatiyeke li edebiyatê bi pêş dixe ku di eslê xwe de siyasî ye.
Edebiyata Berxwedanê rola edebiyatê di tevgerên azadîxwaz ên cîhana pêşkev a sedsala 20an de nîşanî xwîneran dide.
Ew li ser bedeneke nivîsan dixebite ku li Rojavayê bi piranî hatine paşguhkirin. Her çend ev pirtûk li gorî mijarên cureyî -helbest, vegêran, bîranînên girtîgehê- hatiye organîzekirin, tê de mijarên tematîk û şert û mercên dîrokî yên taybetî bi pêş de hatine derxistin ku karîger in li ser stratejiyên çandî û siyasî yên têkoşînên berxwedanê yên cihêreng ku di nav wan de yên Filistîn, Nîkaragua û Afrîkaya Başûr hene.
Edebiyata Berxwedanê, bi wergera Umran Aran û Yûsif Hemedî û bi teqdîm û pêşgotina Serdar Şengul û Mia Carterê, xwîner û nivîserên Kurdî vedixwîne nav dan û standineke fikrî û edebî.”
Barbara Harlow kî ye?
Barbara Harlow sala 1948an ji dayîk bû û sala 1977an doktoraya xwe li ser Marcel Proust bire serî.
Pirtûka wê ya ewil Edebiyata Berxwedanê sala 1987an weşiya. Ji wê demê û pê ve, zêdetir bala xwe da nivîskar û edebiyatên tevgerên rizgariya neteweyî û têkoşînên berxwedanê yên li Afrîka, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn.
Kuştina siyasî ya nivîskarên şoreşger wekî mijareke navendî di nivîsên wê de cih girt.
Hin berhemên din ên ku wê nivîsîne û edîtoriya wan kiriye, ev in: Imperialism and Orientalism: a documentary sourcebook [Emperyalîzm û Oryantalîzm: Çavkaniyeke Belgeyî], Barred: Women, Writing and Political Detention [Qedexekirî: Jin, Nivisîn û Girtina Siyasî] Archives of Empire [Arşîvên Împeratoriyê], After Lives: legacies of revolutionary writing [Jiyana Piştî Mirinê: Mîrateyên Nivîsarên Şoreşger].
Barbara Harlow sala 2017an koça dawî kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse