Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvana Kurd Gulîzerê li Ameda Bakurê Kurdistanê dîwanên xwe îmze kirin.
Çalakiya edebî ya Gulîzerê li Şaxa Amedê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî hat lidarxistin.
Xwênerên edebiyata Kurdî, nivîskar û nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Gulîzerê behsa helbesta xwe û dîwanên xwe kir û çend helbest xwendin.
Gulîzerê di dawiya çalakiyê de pirtûkên xwe îmze kirin.
Gulîzer kî ye?
Helbestvan sala 1979an li Amedê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî û navîn li Amedê qedandiye.
Paşê dema ku bi edebiyatê re eleqedar dibe, diçe beşa Îngilîzî ya Zanîngeha Dîcleyê û piştî ku qedandiye dest bi mamostetiya Îngilîzî kiriye.
Li Stockholma paytexta Swedê bi cih bûye û li wir dijî.
Dîwana wê ya yekem “Keziyên Jinebî” ye.
Bi dîwana xwe ya yekem bala gelek xwêneran kişand û helbestên wê li nava xelkê gelekî belav bûne.
Berhemên Gulîzerê wiha ne:
- Keziyên Jinebî, Avesta, Helbest, Stenbol, 2006
- Bûka Baranê, Avesta, Helbest, Stenbol, 2009
- Şevname, Avesta, Stenbol, Helbest, 2011
- Sindoqa Dirûnê, Avesta, Stenbol, Helbest, 2016
- Ez û hemû jinên ruhê xwe, Dara, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse