‘Ez Eyşe Şan’ li ser dikên şanoyê ye: Min xwest her kes dîroka wê zanibe

15-03-2025
Rawîn Stêrk
Berfîn Zenderlîoglu\ Wêne û vîdeo\ Rawîn Stêrk: Rûdaw
Berfîn Zenderlîoglu\ Wêne û vîdeo\ Rawîn Stêrk: Rûdaw
Nîşan Berfîn Zenderlîoglu Metîn Gezîcî Mîrza Metîn Eyşê Şan Rewşan Çelîker Rûgeş Kirici
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Lîstika şanoyê ya ku li ser jiyana dengbêja navdar Eyşa Şan hatiye amadekirin li Stendolê derket ser dike.

Lîstikvan Berfîn Zenderlîogluyê eşkere kir ku wê bi vê lîstikê xwetiye her kes dîroka Eyşê Şan zanibe.

“Ez Eyşê Şan im” piştî yekem nîşandana xwe ya li Almanyayê vê carê li Stenbolê derket pêşberî temaşevanan.

Lîstika ku gelek hurgilî û agahiyan li ser jiyana tije êş ya dengbêja navdar bi temaşevanan re parve dike wê di demên pêş de li hin bajarên din yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bê nîşandin.

Gelek Kurdên Stenbolê ku beşeke zêde ji wan hunermend û kesên naskirî ne, bi meraq ketine dorê da gaveke din derbasî holê bibin û temaşeyî lîstika Eyşa Şan a dengbêja navdar û dilsoj bikin.

Di vê lîstikê de ku ji hêla dramatûrg û şanoger Berfîn Zenderlîoglu hatiye amadekirin, Eyşa Şan, jiyana xwe ya tije êş û bêwefatî vedibêje.

Lîstika ku metna wê ji hêla Mîrza Metîn ve piştî lêkolîneke dirêj hatiye nivîsîn bi performanseke takekesî ya Berfîn Zenderlîoglû carina bi vegotin û carina jî bi strana berdewam dike.

 “Min xwest her kes dîroka wê zanibe”

Lîstikvan Berfîn Zenderlîogluyê li ser şanoyê got,“Min xwest her kes dîroka wê zanibe. Divê mirov bêxwedîbûna wê jî zanibe.

Em nikarin her tiştî di rojekê de çareser bikin lê girîng e ku em jiyana kesên wisa zanibin.”

Hin agahiyên ku gelek nayên zanîn jî di vê lîstikê de careke din têne parvekirin.

Wekî mînak, Yilmaz Guney xwestiye fîlma Mem û Zînê bikêşe û Eyşe Şan jî rola Zînê bilîze lê temenê wan pê negîhiştiye.

“Meryem Xan û Eyşê Şan hêzê didin hunermendên îro jî”

Lîstikvam Rûgeş Kiriciyê jî li ser şanoyê got,” Li gorî min Meryem Xan û Eyşê Şan hêzê didin hunermendên îro jî.

Ji ber wê jî lazim e mirov çîroka wan zanibe û derxe pêş da ku nifşê nû jî jê sûdê bîstîne.”

Dîsa li gor agahiyekê Eyşe Şan beriya ku plaka wê derkeve ji hêla hunermendeke navdar û mêrê wê ku aranjorekî navdar e 10 rojan di malekê de rehîn tê girtin.

Yek ji wan agahiyên ku di derbarê Eyşe Şanê de têne parvekirin jî ew e ku hunermendên navdar ên Tirk Orhan Gencebay û Arîf Sag jî di orkestraya wê de cîh girtine.

Hunermend Rewşan Çelîkerê jî amaje bi wê yekê kir ku şanoyê gelekî bandor li wê kiriye û got:

“Piştî ew qas salan ji bo Eyşê Şanê lîstikek derket ser dike. Ez gelekî hestiyar bûm û kelogirî bûm.”

Di wê lîstikê de ku seatekê berdewam dike, Eyşe Şan dûr û dirêj behsa têkoşîna xwe ya li hemberî mêrsalarî û civaka mêrane dike.

Herî zêde jî mirina keça wê Şehnaz û tesîra wê ya li ser Şanê di lîstikê de hatiye vegotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst