AMED - Di Rojên Wêjeya Berawirdî de zêdetirî 20 panel û semîner hatin dayîn

30-10-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ji sala 2016an ve cara yekemîn e ku dildarên wêjeyê bi çalakiyeke berfireh li Amedê dicivin
Ji sala 2016an ve cara yekemîn e ku dildarên wêjeyê bi çalakiyeke berfireh li Amedê dicivin
Nîşan 4emîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê Amed Nivîskarên Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi dehan wêjevanên Kurd, Ereb û Tirk li Amedê di "Rojên Wêjeya Berawirdî" de hatin ba hev. Nivîskar Îhsan Colemêrgî di van çalakiyan de weke mêvanê rûmetê amade bû. Çalakiyên wêjeyî tam 10 rojan li ser hev dewam kir û di van çalakiyan de ji 20î zêdetir panel û semîner hatin lidarxistin.

Ji sala 2016an ve cara yekemîn e ku dildarên wêjeyê bi çalakiyeke berfireh li Amedê dicivin. Ji awirên beşdaran jî ew hesreta bêrîkirina çalakiyên wêjeyî xwe didin der.

Bi pêşengiya Wêjegeh Amed, Weşanên Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê, rojên "Wêjeya Berawirdî" 10 rojan li ser hev hatin lidarxistin. Ji Başûr û Bakur nivîskarên kurd, ji Bexdayê nivîskarên Ereb û ji Stenbol û Enqereyê jî nivîskarên Tirk beşdarî vê çalakiyê bûn.

Romanûs Îrfan Amîda got: “Ne tenê têkiliyên nivîskaran weke takekesî û weke fizîkî lê di heman demê de têkiliyên metnan jî dema ava bibe ew ê yekerbûnekî ava bike.”

Li gorî nivîskaran ji beşên cuda çalakiyên wiha di navbera wêjevanên Başûr û Bakur de jî dibe pireke qayîm.  

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê Hesen Silêvanî jî got: “Girîngiya vê civînê ew e; hêza rewşenbîrî zêdetir xuya dike. Em nivîskar hewce ye wêjeya kurdî û zimanê xwe bi pêş ve bibin. Hev bibînin. Pira rewşenbîriyê navbera xwe de xurt bikin.”

Hem ji ber şert û mercên siyasî û hem jî ji ber nexweşiya koronayê dildar, xwîner û hezkiriyên wêjeya Kurdî yên li Amedê ji van çalakiyan dûr bûn. Lê Rojên Wêjeya Berawirdî ji bo wan bû bîneke xweş a wêjeyî.

Wergêr Rêbîn Ozmen jî got: “Ev çalakiyên wisa gelek sûdewer û mifadar in ji bo me xwendevanên Kurdî û dildarên Kurdî. Ji bo milet jî.”

Rexnegirê wêjeyê Şêxo Filîk jî dibêje: “Bala gel jî dikişîne, bala civakê jî dikişîne. Salê ne carek, du sê caran çêbin dê zêdetir balê bikişîne.”

Beşdarê çalakiyên  Rojên Wêjeya Berawirdî Mehsûm Erdogdu jî got: “Bala mirovan jî dikişîne. Xelk lê dinêre zimanek me heye û li ser xebat jî têne kirin.”

Di çalakiya Rojên Wêjeya Berawirdî de nivîskar Îhsan Colemêrgî jî weke mêvanê rûmetê amade bû. Ji hêmanên destanên Kurdî heta nirxandinên romanan ji standartkirina ziman heta wêjeya ekolojîk ji 20î zêdetir panel û semîner hatin dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst