Koma Bajar bo Jîna Emînî stranek çêkir: Rabe

30-10-2022
RÛDAW
Nîşan Rabe Bajar Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma mûzîkê ya Bajar li ser keça Kurd Jîna Emînî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dabû û bavê wê gotibû ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatiye kuştin straneke bi navê “Rabe” çêkir. Koma Bajar klîba strana xwe jî bi dîmenên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye.

Jîna Emînî di roja 16ê Îlonê de, piştî desteserkirina polîsên exlaqê yên Îranê ve bi tohmeta pêbendê yasaya hîcabê ya Îranê nebûye canê xwe ji dest da. Ev jî bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanan li beşeke zêde ya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Ji wê demê ve xwepêşandan û nerazîbûn berdewam in.

Li gor amarên rêxistina mafên mirovan, heta niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzîka 270 kesan canê xwe ji dest dane.

Koma Bajar a ku girêdayî Civata Hûnerên Pêşandanê ya Bogaziçiyê ye û bi zimanê Kurdî û Tirkî stranan çêdike. Roja Şemiyê 29ê Cotmeha 2022ê straneke nû ya bi navê “Rabe” belav kir ku li ser keça Kurd Jîna Emînî çêkiriye. Di klîba stranê de jî dîmenên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst