Jîna Emînî hêjayî xelata Sakharovê hat dîtin

19-10-2023
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Xelata Sakharovê Parlamentoya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keça Kurd Jîna Emînî  û Tevgera Jin, Jiyan, Azadî hêjayî xelata Azadiya Raderbirînê ya Sakharovê hatin dîtin.

Jîna Emînî ya ji bajarê Seqîz a Rojhilatê Kurdistanê sala borî bi hinceta ku pora xwe baş nenixumandibû, ji aliyê “Polîsên Exlaqê” yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

Jîna Emîniya di dema nezaretê de şkence lê hatî kirin, sê roj piştî ku rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dabû.

Parlamentoya Ewropyaê xelatgir eşkere kirin

Parlamentoya Ewropayê xelatgirên Xelata Sakharovê eşkere kirin.

Li gorî Parlamentoya Ewropayê, xelata Sakharovê her sal ji bo “rêzgirtina kes û rêxistinên ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn diparêzin” tê dayîn.

Îsal, keça Kurd Jîna Emînî û Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” hêjayî xelata Sakharovê hatin dîtin.

Xelat, dê 13ê Kanûna Pêşîn, li Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strazburga Fransayê bi merasîmekê bê dayîn.

Keça Kurd Jîna Emîniya 22 salî di Îlona 2022yan de serdana Tehranê kiribû û ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi tohmeta pora xwe baş nenixumandibû hatibû desteserkirin.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin dest pê kirin û di wan xwepêşandanan de jinan rola sereke lîstin.

Jin, Jiyan, Azadî bûbû remzek

Di xwepêşandanan de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bûbû remzek.

Xelata Azadiya Raderbirînê ya Sakharovê xelateke salane ye ku ji sala 1988an ve ji bo parêzvanên azadî û mafên mirovan tê dayîn.

Xelat li ser navê fîzîknas û penaberê siyasî yê Sovyetê Andrey Sakharov e û wergirên xelatê 50 hezar Euroyan distînin.

Jîna Emînî jî ji aliyê 3 grûpên Parlamentoya Ewropayê ve wekî berbijêr hatibû destnîşankirin.

Di nav fînalîstan de yek ji kesayetên sembolîk ên têkoşîna parastina mafên mirovan a li Nikaraguayê ya bi navê Vilma Nunez de Escoricia û metranê Dêra Katolîk a Romayê Rolando Alvarez, herwiha sê jinên ku ji Polonya, El Salvador û Amarîkayê jî ji ber têkoşîna xwe ya “kurtaja bêpere, bi ewle û yasayî” cih girtin.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsolayê got:

“Li ser mirina Jîna Emînî re salek derbas dibe. Parlamentoya Ewropayê hertim bi wan mirovên wêrek ên ku li Îranê, ji bo azadiyê têdikoşin re ye.”

Li aliyê din Nergîs Muhammedî îsal, xelata Nobelê ya Aşitiyê wergirt.

Nergîs Muhammedî, di xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî de têkoşîneke mezin dabû û paşê hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst