DÊRSIM – Dibe ku tekane sînemaya bajêr were girtin

29-10-2023
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê egera girtina tekane salona sînemayê heye
Li Dêrsimê egera girtina tekane salona sînemayê heye
Nîşan Dêrsim Sînema 62
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li bajarê Dersimê yê Bakurê Kurdistanê ku bi hunera xwe bi nav û deng e, tenê yek salona sînema heye û ew jî li ber gefa girtinê ye.

Metirsiya girtina wê sinemayê ew e ku kes naçe sînemayê û xelkê Dêrsimê li hemberî sînemayê bê eleqe ye.

Li Dêrsîmê ji ber eleqeya kêm egera girtina “Sînema 62”yê heye ku sala 2006an hatibû vekirin.

Piraniya caran tenê 3-4 kes ji bo temaşekirina filman diçin sînemayê û hinek caran temaşevanek jî peyda nabe.

Xwediyê sînemayê Alî Daimî Boz ji welatiyan xwest ku li sînemayê xwedî derkevin da ku tekane sînemaya bajêr neyê girtin.

“Bila sînema neyê girtin”

Xwediyê Sînema 62yê Ali Daimî Boz ji Rûdawê re got:

“Li vî bajarî 35 salona sînemayê nebû. Min û hevjîna min, 7 sal in me ev sînema vekiriye. Berî pandemiyê, pir baş bû û gelê me piştgirî dida.

Me dikarî hemû fîlmên ku li çaraliyê cîhanê tên nîşandan bînin lê piştî nexweşiyê, eleqeya civaka me li hemberî sînemayê kêm bû.

Ez dixwazim civaka me jî wekî berê piştgiriya me bike û ew bên.

Li vî bajarî sînemayek me heye, eger ev sînema were girtin dê heyfa Dêrsimê be. Ji zarokên me re heyf e, mafê wan jî heye filman bibînin û li fîlman temaşe bikin. Ez ji wan dixwazim ku piştgiriya me bikin û nehêlin ev sînema bê girtin.”

Hinek welatiyên Dêrsimî jî ji bo piştgiriyê bang li şaredarî û saziyên din ên bajêr dikin û dibêjin bila sînemaya wan neyê girtin.

“Divê em piştgiriyê bidin sînemayê”

Welatiyê bi navê Alişan Karaaslan got:

"Li Dêrsimê tenê sînemayek heye û niha di rewşeke pir xerab de ye, pêwîst e em vê sînemayê biparêzin. Pêşî divê şaredarî vê sînemayê biparêze, piştre jî dewlemendên Dêrsimê, partî, komele û endamên wan vê sînemayê biparêzin.

Divê ev çanda sînemayê bimîne yan ev ev sînema dê were girtin.”

“Bila her kes were filman temaşe bike”

Welatî Şîlan Durmuşê jî got, “Li Dêrsimê tenê sînemayek heye, ez naxwazim were girtin biqede. Ez dixwazim ku em li filman temaşe bikin û ez dixwazim ku her kes were filman temaşe bike.”

Li gorî daneyên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) li parêzgeha Dêrsimê 84 hezar û 366 kes dijîn û sala 2022yan 7 hezar û 578 kesan ji bajêr koç kiriye.

Her li gorî rapirsiya heman saziyê ku sala 2022yan hatiye belavkirin, Dêrsim li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 24,2 duyemîn bajarê herî nebextewar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst