Belgefilma Rûdawê ya ‘Zimanê Dayikê’ di festîvala FîlmAmedê de hat nîşandan

29-09-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Belgefilma Rûdawê ya ‘Zimanê Dayikê’ di festîvala FilmAmedê de hat nîşandan
Belgefilma Rûdawê ya ‘Zimanê Dayikê’ di festîvala FilmAmedê de hat nîşandan
Nîşan FîlmAmed Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Festîvala Filman a Amedê “FilmAmed” di roja xwe ya 3yemîn de berdewam dike.

Di festîvalê de 31 film û belgefilmên ku 13 jê berhemên jinan in, tên pêşkêşkirin.

Herwiha belgefilma Rûdawê ya “Zimanê Dayikê” jî di festîvalê de hat nîşandan.

Berî du rojan, li Amedê 8emîn Festîvala Filman “FilmAmed”ê dest pê kiribû. Ji sê parçeyên Kurdistanê derhêner beşdarî festîvalê bûn.

Festîvalê bi belgefilma “Zimanê Dayikê” dest pê kir

8emîn Festîvala Filman “FilmAmed”ê bi nîşandana belgefilma “Zimanê Dayikê” dest pê kir ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye girtin.

Derhêneriya filmê Serkêw Mesgariyê ji Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Ji bo festîvala FilmAmedê, ji çar aliyên welat bi qasî 100 film û belgefilmî hatin şandin.

Lijneya Jûriyê ya Festîvalê ji nava wan film û belgefilman 31 berhem hilbijartin.

Nexasim jî filmên ku li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, stêrka geş a festîvalê bûn.

Endamê Jûriya FilmAmedê Ekrem Heydo ji bo krîterên hilbijartina filman got:

“Her jûriyê li gorî xwe krîter danîne lê yê min pênc heb bûn. Yek jê jî ziman bû.

Ev ji bo min krîtereke girîng bû. Herî dawî jî me bi awayekî demokratîk hilbijartin kir.”

Yek ji berhemên herî balkêş “Dartaş” e

Yek ji berhemên balkêş ên festîvalê jî belgefilma Dartaş bû.

Belgefilm li Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin û jiyana dartaşekî aniye pêş kamerayê.

Tevn, dîmen û karekter di berhemê de bi hunereke nazik hatine hûnandin.

Derhênerê Filma Dartaş, Xelîl Sehragerd kêfxweşiya xwe bilêv kir û got:

“Ev filma min a yekem e û cara yekem e ez têm Bakur.

Em bi hempîşeyên xwe re di festîvaleke wiha de civiyan e. Ji bo min ev hesteke gelekî xweş e.”

Di festîvalê de 31 berhem hatin nîşandan û ji van berheman 13 berhem ên derhênerên jin bûn.

Hin ji wan filmên ku hatine nişandan di gelek festîvalan de xelat wergirtine.

Festîvala FilmAmedê ku 27ê Îlonê dest pê kiribû, 1ê Çiriya Pêşîn bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst