Festîvala FîlmAmedê bi belgefîlma Rûdawê dest pê kir

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê Zimanê Dayikê
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) – Festîvala FîlmAmedê ku îsal cara 8emîn e tê lidarxistin, îro dest pê kir.

Festîvalê dê bi belgefîlma li ser zimanê dayikê yê ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin, dest pê kir.

8emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku îsal bi serpereştiya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn tê lidarxistin, îro li Ameda Bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Di festîvala ku dê heta 1ê Çiriya Pêşîn bidome de 31 fîlm werin nîşandan.

Di nav derhênerên ku fîlmên wan dê bên nîşandan de derhênerên ji Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê jî hene.

Festîvalê bi belgefîlma “Zimanê Dayikê” dest pê kir

Festîvalê bi belgefîlma “Zimanê Dayikê” a ku derhêneriya wê Serkêw Mesgarî yê ji Rojahilatê Kurdistanê kir, dest pê kir.

Belgefîlma “Zimanê Dayikê” ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hat çêkirin.

Belgefîlmê di 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Dihokê de xelata belgefîlma herî baş wergirtibû.

Serkêw Mesgarî ji Rûdawê re ragihand ku belgefîlma wî dê di destpêka festîvalê de were nîşandan û ew jî dê beşdar be.

Belgefîlma ku ji 43 xulek û 14 çirkeyan pêk tê li Rojhilatê Kurdistanê hat girtin û di sala 2021ê de Tora Medyayî ya Rûdawê weşand.

Belgefîlma “Hormoniya Piştî Şer” a ku hunermendê Kurd Ganî Mîrzo, bi sponsoriya Rûdawê û bi derhêneriya derhênerên Arjantînî Pablo Tosco û Migue Roth hatiye amadekirin jî di festîvalê de were nîşandan.

Belgefîlma “Hormoniya Ji Bo Piştî Şer” di sala 2020an de hat girtin û di festîvalan de gelek xelat wergirtin.

Di festîvalê de belgefîlma Sahîm Omer Xelîfe ya bi navê “Bedewiya Nepen a Îraqê” jî dê were nîşandan.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê roja Yekşemê 1ê Çiriya Pêşîn bi nîşandana fîlma Rêber Doskî “Sidiq û Panter” bi dawî dibe.

Fîlmên festîvalê dê li salonên Şanoya Bajêr a Amedê, Salona Sînemaya Bezgîn Bekir, Zarok Ma û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê werin nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst