AMED – Mexdûrên erdhejê gihîştin xaniyên xwe: ‘Ji xwe em rezîl bûne’

21-02-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Erdhej Xanî Amed Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê 1423 xaniyên ku ji aliyê TOKIyê ve ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn çêkirin bi rêya pişkavêtina dîjîtal li mexdûran hatin belavkirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê Rêveberiya Yekeyên Niştecîhbûnê yên Tirkiyeyê (TOKI) li Amedê dest bi lêkirina 6040 avahiyan kiribûn.

1423 ji wan xaniyên ku lêkirina wan temam bûne bi beşdariya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, parlamenter û Parêzgarê Amedê li welatiyan hatin dabeşkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di gotara xwe de anî ziman:

“Mixabin bandora erdheja 6ê Sibatê li Diyarbekirê jî bûye. Di karesata sed salî de li vî bajarê xweşik jî rondik hatin barandin.

Êşa me herçiqas mezin be jî em dikarin bi destên hev bigirin û careke din rabin ser pêyan.”

Ji bo pişka yekem 5796 welatiyên ku mafên wan ên bidestxistina xaniyan hebûn bi kelecaneke mezin li hêviya şansê xwe man.

Welatiyên ku ji wan re xanî derketin bi kêfxweşî kilîlên malen xwe yên nû ji rayedaran wergirtin.

Mexdûra ku jê re xanî derket Yazî Koseyê got:

“Ez ji serokê xwe re, ji malbata wî re, ji AFADê re spas dikim.”

Mexdûreke din a ku jê re xanî derket Elmas Koseyê anî ziman:

“Xaniyê min li taxa Akçîmena navçeya Rezanê ye. Hatin ji me re lê kirin mala wan ava be.”

Yên ku ji wan re xanî derketin bi bextewarî ji salona merasîme veqetiyan lê yên ku bi kelecaneke mezin hatibûn û destvala vegeriyan jî dê li hêviya şansê xwe yê careke din bimînin.

“Ji xwe em rezîl bûne”

Mexdûra erdhejê Siltan Karakuzuyê got:

“Xanî ji min re derneketiye şansê min nîne. Weleh min ji heyata xwe qet şans neditiye lawo. Înşalah careke din dê derkeve.

Ji xwe em rezîl bûne bila em baş rezîl bibin. Weleh em di xaniyekî de dimînin wek vê kûçeyê ye.”

Mexdûrê erdhejê Mehmet Yilmaz jî anî ziman:

“Salek qediya em hîn jî di kirêyê de ne. Em îro hatin, wan pişk avêt lê ji me derneket. Şans û qismet e.”

Mexdûra erdhejê Sebîha Kayayê jî got:

“Bi Xwedê kirêya me 2 hezar bû, kirine 5 hezar û dibêjin ji xanî derkevin.”

Mexdûrê erdhejê Eskerî Gokyuz anî ziman:

“Xaniyê min nîne ka ez çi bikim. Ez kirêcî me. Ez niha di kirêyê de me. Welehî ez di kirêyê de me.”

Di erdhejên 6ê Sibatê de li Amedê yek jê vala 7 apartman rûxiyabûn.

Li gorî amarên fermî 414 kesan canê xwe ji dest dabû û 10 hezar û 68 jê giran bi giştî 15 hezar û 35 avahî û dikanan jî xisar ditîbûn.

Hat ragihandin ku heta niha ji wan avahiyên zererdîtî 4 hezar hatine hilweşandin û prose bi kontrol dewam dike.

Herwiha hat diyarkirin ku lêkirina 4 hezar û 617 avahiyên mayî jî berdewam e û her ku xanî temam bûn dê dîsa bi rêya pişkavêtinê li mexdûran xaniyên wan werin belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst