Rûken Yilmazê ‘Serxwebûna Mirîşkan’ wekî klîp belav kir

13-04-2025
RÛDAW
Rûken Yilmaz / Wêne: Medyaya civakî
Rûken Yilmaz / Wêne: Medyaya civakî
Nîşan Rûken Yilmaz Serxwebûna Mirîşkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda şox û şeng Rûken Yilmazê helbesta Seydayê Cegerxwîn a bi navê “Serxwebûna Mirîşkan” wekî stran got û klîpeke taybet jî jê re amade kir.

Rûken Yilmazê bi deng û şêwaza xwe ya taybet bi kostum û ekîbeke baş heqê wê helbestê daye.

Awaza helbesta Cegerxwîn ji aliyê Nurhak Kilagoz ve hatiye danîn û bûye wekî muzîkalekê.

Berk Kuruçay jî derhêneriya stran û klîpê kiriye.

Stran behsa azadî, berxwedan û xwezayê dike û bi melodiya xwe ya bihêz û gotinên tije peyam, guhdaran derdixe rêwîtiyeke hestyar.

Di vê strana Rûkenê de mirov reng û ahengên kevin û modern bi hev re dibîne û dengê wê, tameke cuda dide guhdaran.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst