Hewlêr (Rûdaw) – Weşanên Avestayê ragihand ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê cih nedaye bernameya wan a li ser nivîskar Hesenê Metê.
Weşanên Avestayê dê doh saet 14:00an li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê (ÇandAmed) bernameyek li ser jiyana nivîskar Hesenê Metê li dar bixista.
Bernameya taybet bi sernava “Divê Tu Binivîsînî” bû.
Weşanên Avestayê diyar kir ku cihê bernameyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye betalkirin.
Bernameya “Divê Tu Binivîsînî” piştre li Weqfa Îsmaîl Beşîkciyê hat lidarxistin.
Weşanên Avestayê li ser betalkirina cihê bernameya “Divê Tu Binivîsînî” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve daxuyaniyek belav kir.
Avestayê li ser hesabê xwe yê Xê betalkirina cih ragihand.
Weşanên Avestayê di parvekirina xwe de anî ziman:
“Şaredariya Diyarbekirê nehişt li Navenda Sezaî Karakoç bernameya li ser Hesenê Metê çêbibe.
Şaredariya Mezin a Diyarbekirê nehişt ku bernameya li ser nivîskariya Hesenê Metê “Divê Tu Binivîsînî” li salona Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bê çêkirin.
Destpêkê gotin erê, piştre îptal kirin û tu sedem nîşan nedan.
Hesenê Metê ev 40 sal e bi Kurdî dinivîse, wergeran dike, heta niha bi dehan berhemên wî derketine.
Ji Erxeniya Diyarbekrê ye û ev demeke dirêj e li Stockholmê dijî.
Bername, doh li Weqfa Beşîkcî pêk hat.”
Şaredariya Diyarbekrê nehişt li Navenda Sezai Karakoç bernameya li ser Hesenê Metê çêbibe
— Avesta Yayınları (@avestayayin) October 27, 2024
Şaredariya Mezin a Diyarbekrê nehişt ku bernameya li ser nivîskariya Hesenê Metê “Divê tu binivisînî” li salona Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bê çêkirin. pic.twitter.com/FyCumdHv2K
Piştî daxuyaniya Avestayê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ti daxuyanî belav nekirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê telefonî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir lê bersiva, “Heta roja çarşemê li beşa çand û hunerê kes nîne ku li ser mijarê biaxive, em dê çarşemê agahiyê bidin we” hat dayîn.
Weşanxaneya Avestayê li Amedê li ser nivîskariya Hesenê Metê panelek li dar xist
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 26, 2024
Nivîskar Ramazan Alan, Zulkuf Ergun û Înan Eroglu li ser berhem û hêmayên Hesenê Metê axivin
Fexriya Adsayê moderatoriya bernameyê kir û Semîha Yildizê jî bername pêşkêş kir
📸Rûdaw / Abdulselam… pic.twitter.com/qZAw269SsV
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse