Pirtûka ‘Qêrînek di gewriya şevê de’ ya Eta Nehayî derket

11-10-2024
RÛDAW
Nîşan Weşanên Avestayê Eta Nehayî Rojhilatê Kurdistanê Bane Edebiyata Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka çîrokan a bi navê "Qêrînek di gewriya şevê de" ya Eta Nehayî hat çapkirin.

Weşanên Avestayê diyar kir ku wê pirtûka "Qêrînek di gewriya şevê de" ya Eta Nehayî çap kiriye.

Wergêr û nivîskar Rizgar Elegez pirtûk ji Soranî kir Kurmancî.

Rizgar Elegez li ser berga pirtûkê wiha nivîsandiye:

"Ev kurteçîrokên Eta Nehayî wekî nimûneyên edebiyata neteweyî ji hest û ruhê civaka Kurdan derketine.

Hem wekî hest hem jî wekî karakterên civakî ew hemû şayîş, fikar û şikestinên însanî dihewînin.

Tevî wê, meriv dikare wekî tesîr di hin çîrokan de behsa Edgar Allan Poe bike.

Ew derûna bi şik û qilqilîn a di hundirê karakter an vegêr de, xasma ew tesîra çav û dengê hundirîn ku Poe vana her vedikole, evana di çîrokên Nehayî de jî tesîrdar in.

Helbet her xwendin vedîtinek e di edebiyatê de.

Lê belê mînakên derbarê derûna nivîskariyê û afirandinê jî hene ku di edebiyata cihanê de jî bûye cihê serêşiyê.

Wekî "Mirina Nivîskar" yan "Monodramaya Çavnihêriyê" ev nimûne dubendiya jiyana hunerî û nivîskariyê bi awayekî teatral jî tên xwendin.

Li gel van, Eta Nehayî di edebiyata xwe de dibe dengê yên "bêzar" û nasnameya kesên "madûn"."

Eta Nehayî kî ye?

Sala 1960î de li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Qonaxa seretayî û navendî li dibistanên bajarê Baneyê qedandiye.

Qonaxa navendî, li enstîtuya mamosteyan, li bajarokê Weramînê yê nêzîkî Tehrana paytexta Îranê xwend.

Sala 1978an bû mamoste û sê salan li dibistanên gundên Kurdistanê ders da zarokan.

Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê bi tawana çalakiyên siyasî hat girtin û ji mamostetiyê jî hat avêtin.

Eta Nehayî di 16 saliya xwe de bi zimanê Kurdî helbest nivîsandin.

Di 17 saliya xwe de li enstîtuya mamosteyan çîroka xwe ya yekem nivîsî.

Piştî sala 1979an bi awayekî cidî dest bi nivîsandin û belavkirinê di kovarên Kurdî yên li hundir û derveyî welêt kir.

Yekem pirtûka xwe ya çîrokan sala 1993yan li Rojhilatê Kurdistanê çap kir.

Ji wê demê ve li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 pirtûkên çîrokan, 3 roman û bi dehan gotarên edebî û teorîk belav kirin.

Her wiha antolojiyeke çîrokên hevdem a Farisî û çend romanên romannivîsên cîhanê wergerandine zimanê Kurdî û gotar li ser wan nivîsandine.

Bi zimanê Farisî jî, ji xeynî çend gotar û hevpeyvînên edebî û çend çîrokên ku di kovarên Farisî yên Îranê de belav kirine, li ser daxwaza dezgeha mîrata çandî ya Îranê, li Tehranê, pirtûkek jî li ser edebiyata destanên kevin ên Kurdî bi navê “Şîrovekirina Bingeha Destanên Kurdî yên Eşqê” nivîsandiye.

Beşdarî piraniya semîner, kongre û festîvalên edebî û rewşenbîrî yên Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Her wiha beşdarî hejmareke zêde ya semîner û festîvalên edebî li Başûrê Kurdistanê (Hewlêr û Silêmanî), û Bakurê Kurdistanê (Wan û Amed) bûye û gotar xwendine.

Sala 1984an li ser daxwaza Zanîngeha Uppsalayê ya Swêdê ji bo meh û nîvekê çû Swêdê û li wê zanîngehê û li bajarê Stockholm li ser edebiyata Kurdî gotar pêşkêş kirin.

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek helkeftên taybet ên xwendin û rêzgirtinê jê re hatine sazkirin.

Xelata salane ya Dezgeha Arasê li Hewlêrê sala 2005an û Xelata Zêrîn a Herdî ya Afirandinê jî sala 2008an di Festîvala Gelawêjê de li Silêmaniyê wergirtiye.

Pirtûkên Eta Nehayî yên hatine çapkirin ev in:

Zirîke (Qêrîn), çîrok, çapa Îran, dezgeha çap û weşanê ya Nacî, 1993.

Tengane (Tengezarî), çîrok, çapa Îran, dezgeha Mihemedî, 1996.

Ew balindeyê birîndar ku ez im, çîrok, Silêmanî, dezgeha Serdem 2005.

Gulên Şoran, roman, çapa Îranê, dezgeha Mihemedî, 1997.

Balindeyên li ber bê, roman, çapa Îranê, Enstîtuya Çanda Kurdî li Tehranê bi alîkariya Dezgeha Jiyar, 2003.

Girewa bextê Helale, roman, Silêmanî, belavokên Renc, 2008.

Berhemên Giştî, 2 beş, çîrok û roman, Hewlêr, dezgeha Aras, 2008.

Şîrovekirina Bingeha Destanên Kurdî Yên Eşqê (Lêkolînek bi zimanê farisî), destûra çapê wernegirtiye.

Berhemên ku Eta Nehayî wergerandine wiha ne:

Şazade Îhtîcab (Hûşengê Golşîrî), James Joyce, J. M. Stewart (Lêkolîn), Mala Ronakan (Çend nivîskarên Îranî, çîrok), Baronê ser daran (Italo Calvino), Qesabxaneya hejmar 5 (Kurt Vonnegut), Sivikatiya ku nayê tehemulkirin ya bûyinê (Milan Kundera), Dadgeh (Franz Kafka)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst