Li Dêrsimê Navenda Çandê ya Hasan Saltik hat vekirin

26-11-2023
Ali Haydar Gozlu
Navenda Çandê ya Hasan Saltik hat vekirin / Wêne: Rûdaw
Navenda Çandê ya Hasan Saltik hat vekirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Navenda Çandê ya Hasan Saltik Dêrsim Xozat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xozatê ya Dêrsîma Bakurê Kurdistanê, bi navê nivîskar, dîroknas û derhêner Hasan Saltik navenda çandê hat vekirin.

Navenda Çandê ya Hasan Saltik bi bernameyekê, li navçeya Xozatê ya Dêrsimê hat vekirin.

Hasan Saltik bi xebatên xwe yên li ser Komkujiya Dêrsimê jî dihat naskirin û wî gelek dîmen û belge jî derbarê wê komkujiyê weşandibûn.

“Gelekî girîng e navê Hasan Saltik li axa wî bijî”

Hevjîna wî Nilufer Saltik ji Rûdawê re ragihand ku ew kêfxweş e ku dê navê wî li bajarê wî bijî û got:

“Gelekî girîng e ku navê Hasan Saltik dê li axa wî li Dêrsîmê ku pir jê hez dikir, di bin navê navenda çandê de bijî.

Çawa ku Hasan dîroka wenda ya Anadolê gihand cîhanê, ez hêvî dikim mirovên ku dê ji vê derê sûdê bigirin jî di heman rêyê de bimeşin.”

Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê HEDEPê Sirri Sureyya Onder jî beşdarî bernameya vekirina Navenda Çandê ya Hasan Saltik bû.

“Xebatên Hasan Saltik nayên paşguhxistin”

Sirri Sureyya Onder jî got:

“Eger îro behsa Komkujiya Dêrsimê tê kirin, xebatên Hasan Saltik û malbata Saltik nayên paşguhxistin.

Bi jiyana xwe jî bû mînaka avadankirina jiyaneke aştiyane û birayene û nîşan da ku divê mirov çawa rûbirûyî vê yekê bibe.”

Xelkê Dêrsimê jî bi kal, pîr û ciwanan eleqeyeke zêde nîşanî bernameyê da.

Welatiya bi navê Kiymet Geyik jî got, “Ez ji gund ji bo Hasan Saltik bi meş hatim, di rê de otomobîlek li ber min sekinî û ez siwar kirim. Xweda cihê Hasan Saltik bike bihuşt.”

Welatî Pîr Ahmet Demîr jî got, “Em ji bo wî hatin vir. Baran û berf dibarin lê em dîsa jî ji bo wî hatin. Ew kesekî pir baş bû."

Welatî Elmas Aydinê jî got, “Ev xelk ji bo wî hatine vir û bi xêr hatine. Xweda cihê wî bike bihuşt. Wefat kir lê qîmeta wî ji bo me gelek e.”

Hasan Saltik sala 1964an li navçeya Xozatê ya Dêrsimê ji dayik bû û sala 2021ê li parêzgeha Muglayê ya canê xwe ji dest da.

12 salan li ser Komkujiya Dêrsimê xebitî

Ew ser Komkujiya Dêrsimê 12 salan xebitî, hezar û 500 wêne û belge bi dest xistin û di dokumenteriya “Tertele”yê de weşandin.

Herwiha bi zanyarî, wêne û belgeyan piştgiriya belgefilma Rûdawê ya bi navê "Komkujiye Dersimê" jî kir.

Belgefilma Komkujiye Dersimê sala 2021an hatibû weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst