‘Bê welat’ li benda alîkariyê ye

23-09-2023
Nîşan bê welat Çalakiya Hunerî Piştgirî Berlîn New York
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna hunera nûjen a “bê welat” ku cara yekem sala 2021ê ji aliyê Pinsapo Collektiveyê ve li Berlînê hatîbû amadekirin, niha dê li deverên cuda yên Amarîkayê were pêşkêşkirin.

Ji bo ev çalakî pêk were pêwîstî bi piştgiriyeke madî heye.

Ger piştgiriya pêwîst peyda nebe dê çalakî betal bibe.

Projeya Hunerê ya bi navê “bê welat: di binê girava winda de” projeyeke serbixwe ye.

Engîn Sustam kuratoriya wê dikê û Oyku Tekten ê ku yek ji sazkerên projeyê ye jî derhêneriya wê dike.

Çalakiya li Amarîkayê jî ji aliyê Pinsapo Collectiveyê ve tê amadekirin.

Pêşengeh, dê di navbera 6ê Kanûna Paşîn û 4ê Sibata 2024an li Galeriya FiveMylesê ya li Amarîkayê were pêşkêşkirin.

Di pêşengehê de, dê berhemên heft hunermendên Kurd ên nûjen werin nîşandan.

Li aliyê din, yek ji armancên projeyê ew e ku di navbera Amarîka û civakê din ên Diasporayê de toreke berhemên hunerî ava bike.

Pinsapo Collective dê bi hevkariya FiveMylesê, li gel pêşangehê çalakiyên bi beşdariya xelkê û hevpeyvînan jî organîze bike.

Projeya hunera nûjen cara ewil sala 2021an li Berlînê pêk hatibû û ji 20an zêdetir kes beşdarî bûbûn.

Pêşengeha Berlînê, bal kişandibû ser hunera nûjen ya Kurdî.

Pêşengeha Berlînê li seranserê cîhanê mînaka yekemîn bû û niha jî li New Yorkê xebatên amadekariya wê tên kirin.

Deng, laş, nesne, têgeh û perspektîfên ku ji huner û serpêhatiyên Kurdî derdikevin dê bi û mercekên xwedî hişmendiya zayendî, mikropolîtîk, ekolojîk û antî kolonyal werin organîzekirin.

“Pêwistiya me bi alîkariya madî heye”

Kuratorê pêşengehê, akademîsyen Engîn Sustam têkildarê mijarê bi Rûdawê re axivî:

“Ji ber projeya me projeyeke cuda ye û ji ber ku ez pêşengiya projeyeke wisa dikin, kêfxweş im.

Ev hewldana me ya berhevkirina diravan, beşek ji pêvajoya peydakirina fînansa derve ye.”

Engîn Sustam diyar kir ku pêwîstiya wan bi 15 hezar dolaran heye û got:

“Ji bo em pêdiviyên lezgîn ên wekî kataloga pêşengehê, sêwirana grafîkê, ragihandin û karên din ên hilberînê bi cih bînin, pêdiviya me bi diravan heye.

Em dê berhemên hunermendên Kurd li cihên girîng pêşkêş bikin. Em dê hewl bidin ku bala diyasporaya Kurdî jî bikişînin.”

“Dê ji 4 perçeyên Kurdistanê hunermend beşdar bibin”

Engîn Sustam di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Dê ji 4 perçeyên Kurdistanê hunermend beşdar bibin. Dema me gera xwe ya Amarîkayê bi dawî kir, em dixwazin li deverên din ên girîng ên cîhanê jî bigerin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst