AMED - Hostayeke deqan ji xwe re atolyeyek vekiriye: ‘Netirsin êşa wê kêm e’

22-11-2023
RÛDAW
Hostayeke deqan ji xwe re atolyeyek vekiriye
Hostayeke deqan ji xwe re atolyeyek vekiriye
Nîşan Deq Çand Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê welatiyekê ji xwe re atolyeyeke deqan vekiriye.

Rojane hejmarek welatî ji bo ku canê xwe bineqişînin diçin atolyeya wê.

Fatê di atolyeyeke biçûk a li parêzgeha Amedê de karê neqişandina deqan dike.

Ew berî ku dest bi karê xwe bike li cihê ku maleke kevn a gundekî Kurdistanê tîne bîra mirov çirayê pê dixe û piştre dest bi kar dike.

Hostaya çêkirina deqan Fatê Temelê li ser karê xwe got:

“Ez çawa fêrî çêkirina deqan bûm? Mala me li gundekî Mêrdînê bû. Ji zaroktiyê ve di dawet û şahiyan de deqên jinan bala min dikişandin.

Min meraq dikir çawa çêkirine û tên çi wateyê. Min li ser wê meraqê dest pê kir. Ez hêvîdar im bi karê min ew çand careke din zindî bibe.”

Ji bo çêkirina deqan ew şîrê dayekeke ku zaroka wê keç e û teniya çirayê bi kar tîne.

Berê bawer dikirin ku şîrê dayika zaroka wê keç e bereketê tîne lewma wê bi kar tînin.

Her deqek ku tê neqişandin wateyeke wê heye.

Wateya wan li gorî herêm, navçe û eşîran jî diguhere.

“Her yek ji wan xwedî wateyekê ye”

Welatiya bi navê Çagla Solgunê anî ziman:

“Gelek kesên li derdora min û xizmên me deqên wan hebûn. Min wateya wan mereq dikir.

Her yek ji wan xwedî wateyekê ye. Ya ku min çêkiriye navê wê Dara Jiyanê ye. Kêfa min jê re hat.”

Fatê destpêkê deqa ku dixwaze bineqişîne bi pênûsekê xêz dike û piştre serê derziya xwe li nav şîr û teniya amadekirî dixe û pê dineqişîne.

Ew dibêje, sê deq tê wateya Oxir, Şans û Bedewiyê.

Welatiya bi navê Hulya Turgutê jî got:

“Min herî zêde ji bo tenduristiya xwe çêkir û hêvîdar im ji min re şansê bîne.

Bila ciwan jî çêbikin da ku ev çand nemire. Netirsin êşa wê jî kêm e.”

Fatê berê ev kar li Mêrdînê di mala xwe de dikir lê li ser daxwaza zêde wê biryar daye vî cihî veke û niha vê çandê di nav ciwanan de jî belav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst