Li Amedê di dikaneke cilan de teqîn çêbû: Kesek birîndar e

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber gaza xwezayî di dikanekê de teqînek çêbû û agir bi dikanê ket.

Di bûyera teqînê de kesek birîndar bû û dûmanê bandor li 19 kesan kir.

Danê sibehê di dikaneke cilan a li taxa Şêx Kamilê ya navçeya Rezanê ya Amedê de ji ber gaza xwezayî teqînek çêbû û piştî teqînê jî agir bi dikanê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê û kesê birîndar birin nexweşxaneyê.

Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê 19 kesên ku dûmanê bandor li wan kiribû tedawî kir.

Di encama xebatên tîmên agirvemirandinê de, agirê ku bi dikanê ketibû hat vemirandin lê kelûpel û cilên di nav de hemû şewitîn.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su çû wê dikanê û li cihê bûyerê lêkolîn kir.

Dîmênên kêliya teqînê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst