Pirtûka 'Bîra Bîra Min' a Gerard Chaliand derket

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fawaz Husên Gérard Chaliand Weşanên Avestayê Pirtûkên Kurdî Bîra Bîra Min
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê  çîroka bi navê navê "Bîra Bîra Min" a Gérard Chaliand çap kir.

Pirtûk ji aliyê nivîskar û wergerê Kurd Fawaz Husên ve ji Fransî hatiye tercûmekirin.

Paragrafeke çîrokê wiha ye:

“Aniha ku hemû mirine, dem dema bibîranînê ye. Ez bixwazim nexwazim, ez dûndeyê miletekî qirkirî me, dûndeyê welatekî ku tiştek nemabû ji ser nexşeyên cîhanê bihata dûravêtin.

Demeke dirêj rihê min ji rûyên wan jinepîran diçû, jinepîrên bi reş pêçayî ku hema rojên berê, rojên malwêraniyê, dubare dikirin.

Berbang dê bê gava berbang ji min re nemîne. Aram, hesp û mehînên dinyaya kevin li binçengên deştê diçêrin."

Gérard Chaliand kî ye?

Helbestvan, jeostratejîst e rojnameger û akademîsyen e.

Ew pisporê pevçûnan e li Asya, Afrîka û Amerîkaya Latîn, Kurdistan û Tirkiyeyê gelek salan di warên şerên çekdarî de lêkolînên meydanî kirine.

Salên dawî li Îraq û Efxanistanê bû.

Gérard Chaliand li zanîngehên wekî ENA, Collège Interarmées de Défense, Harvard, ders daye.

Weşanên Avestayê pirtûkên wî yên bi navên Meşa Bi Serhişkî bi Kurdî û Hatiramın Hatirası, Yeni Savaş Sanati jî bi Tirkî çap kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst