ALTIN KOZA - Fîlma derhênerê Kurd bû yekem

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan 31emîn Festîvala Fîlman a Altin Kozayê One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire Murat Firatoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 31emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Altin Kozayê de “One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire” wekî “Fîlma Herî Baş” hat hilbijartin.

Di festîvalê de xelatên Pêşbirka Fîlmên Dirêj ên Neteweyî hatin dayîn.

31emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Altin Kozayê li bajarê Edeneyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve hat organîzekirin.

Li merasîma xelatan a ku li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Çukurovayê bi pêşkeşkariya Ozlem Gursesê hat lidarxistin, hunermend û derhêner navdar amade bûn.

“One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire” ya ku derhêneriya wê Murat Firatoglu kiriye, xelata “Fîlma Herî Baş” stand.

Fîlma “Ölü Mevsim/Demsala Mirî” jî hêjayî xelata “Senoryaya Herî Baş” û 5 xelatên din hat dîtin.

Fîlma Herî Baş: Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire’

Di Pêşbirka Fîlmên Dirêj a Neteweyî ya ku 11 fîlm beşdar bûn de xelata “Fîlma Herî Baş” a ji aliyê derhênerê “One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire” Murat Firatoglu ve hat standin.

Derhêner Firatogluyê ji Siwêregê xelata xwe ji destê Şaredar Zeydan Karalar û Serokê Juriyê Nûrî Bîlge Ceylan stand.

Fîlm ji aliyê jûriya Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SÎYAD) ve jî hêjayî xelata Fîlma Herî Baş a Cuneyt Cebenoyan hat dîtin.

Xelata “Yilmaz Guney”

Fîlma “Gecenîn Kiyisi” ya derhêner Turker Suer di festîvalê de hêjayî xelata “Yilmaz Guney” hat dîtin.

Seroka Juriyê Ceylan a ku xelat da, diyar kir ku wî ev xelat beriya niha jî di festîvalê de dabû û gotibû ku divê li Edeneyê Muzeya Yilmaz Guney hebe û ji ber ku nîne jî ew mat maye.

One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire

Fîlma bi navê “One of Those Days When Hemme Dies” ku derhêneriya wê Murat Firatoglu kiriye di 81emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê de jî Xelata Taybet a Juriyê wergirt.

Fîlm ji aliyê Murat Firatogluyê ji navçeya Siwêrega Rihayê ve hatiye nivîsandin û wî bi xwe lîstikvanî û derhêneriya wê jî kiriye.

Di fîlmê de Salih Taşçi, Murat Firatoglu, Sefer Firatoglu, Guneş Sayin, Alî Barkin Bîrkan, Firat Bozan, Çetîn Firatoglu dilîzin.

Çîroka fîlmê li ser Eyûbê ku li Îzmîrê îflas dike û vedigere bajarê xwe Siwêregê ye.

Eyûb piştî ku vedigere bajarê xwe, bi alîkariya hevalê xwe, li zeviyê ku li bin tava germ bacanên sor tên hişkirin dest bi xebatê dike.

Nîqaşa wî ya bi çawûşê bi navê Hemê re ku heqdestê wî nade û nakokiya hest û ramanên wî di fîlmê de tên dîtin.

Murat Firatoglu kî ye?

Murat Firatoglu sala 1983yan li navçeya Siwêregê yê Rihayê ji dayîk bûye.

Firatogluyê ku beşa hiqûqê qedand, bala xwe da ser sînemayê.

Wî di salên 2004-2008an de li atolyeyên Klûpa Sînemayê ya Navenda Hunerê ya Amedê dersên senaryo, derhênerî, kamera, ronahî, deng û montajê dîtin.

Di salên 2007-2011ê de beşdarî bernameyên din ên berhamanîna fîlman bû ku ji aliyê Festîvala Fîlman a Qersê ve hatibûn organîzekirin.

Sala 2013yan beşdarî atolyeyên berhamanîn û derhêneriya fîlman bû ku ji aliyê Reha Erdem ve hatibûn organîzekirin.

Sala 2016an beşdarî bernameya perwerdeya nivîsandina senaryoyê bû ku ji aliyê Kovara Sînemayê ya Altyaziyê ve hatibû organîzekirin.

Firatoglu li Stenbolê dijî û parêzeriyê dike.

Fîlmên Murat Firatoglu:

One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire – 2024

Kholoud Ahmed'in Fotografi/Wêneyê Xolod Ehmed – 2016

Butun Mumkunlerin Kiyisi/Deriyê Hemû Mumkunan – 2017

Saman Tozu/Toza Kayê – 2008

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst