Amed: 13emîn Festîvala Zebeşan dê were lidarxistin

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan 13emîn Festîvala Zebeşan Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 13emîn Festîvala Zebeşan li Meydana Deriyê Çiyê tê sazkirin.

13emîn Festîvala Zebeşan demjimêr 15:30ê roja înê 22yê Îlonê dest pê dike û 23yê Îlonê bi dawî dibe.

Di çarçoveya vê festîvalê de çend çalakî û konserên cuda jî dê werin sazkirin.

Hunermenda Kurd Rojîn û Bîlal Sonses jî dê beşdarî festîvalê dibin.

Di festîvalê de cotkarên ku zebeşê herî mezin û baş berhem anîne dê bên hilbijartin û bên xelatkirin.

Xelata kesê yekem ê serkeftî 20 hezar lîreyên Tirkî ye ku dike 740 dolar.

Kesê duyem 15 hezar lîreyan dê bi dest bixe ku ew jî dike 550 dolarî û kesê sêyem jî 10 hezar lîre werdigire ku ew jî dike 370 dolar.

Festîvala Zebeşan her sal tê sazkirin û armanca wê danasîna zebeşê Amedê ye.

Festîvala Zebeşan dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm bi rê ve dibe bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst