Jennifer Gavito: Parastina HSDyê di berjewendiya Amerîkayê de ye

14-12-2024
Diyar Kurde
Jennifer Gavitoyê pirsên Diyar Kurde bersivandin/Wêne: Rûdaw Grafîk
Jennifer Gavitoyê pirsên Diyar Kurde bersivandin/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Amerîka Tirkiye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê
A+ A-

Cîgira berê ya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Berpirsa Dosyeya Îraq û Îranê ya Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Jennifer Gavitoyê got: “Parastina HSDyê di berjewendiya Amerîkayê de ye.”

Cîgira berê ya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Berpirsa Dosyeya Îraq û Îranê ya Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Jennifer Gavitoyê li ser êrişên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî ziman:

“Ez li benda gotûbêjên dijwar di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de li ser kiryarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê me.”

Cîgira berê ya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Berpirsa Dosyeya Îraq û Îranê ya Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Jennifer Gavitoyê pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Rûdaw: Gelo tu çavdêriya pêşhateyên nû yên Sûriyeyê dikî?

Jennifer Gavito: Pir bi baldarî. Ev 20 sal in ez çavdêriya Sûriyeyê dikim û tişta niha guhertineke balkêş bû di bûyeran de.

Rûdaw: Bi rastî, gelek pirs li ser HTŞyê û Colanî hene lê em dizanin ku tenê HTŞ li Sûriyeyê nîne. Komên din ên wekî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk ku Amerîka piştgiriya wan dike hene. Anthony Blinken serdana deverê dike. Diçe Tirkiye û Urdinê. Tu ji serdana wî ya Tirkiyeyê çi hêvî dikî?

Jennifer Gavito: Ez li bendê me ku gotûbêjeke pir dijwar li ser karên ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê dike were kirin. Wêneyên ku me dîtin, reftara bi welatiyan re, her wiha hewldana bikaranîna vê derfetê ji bo bidestxistina deverên di bin kontrola HSDyê de li gorî min, di baştirîn rewşê de, nearamiyê çêdike û berovajî wê yekê ku me niha behs kir, ew jî hewla pêkanîna hikûmeteke nû ya Sûriyeyê ya baş û giştî ye.

Rûdaw: Pêwendiya Amerîka li gel Tirkiye û HSDyê ji bo nêzîkkirina her du aliyan, Tirkiye wekî welat û HSDyê wekî birêvebiriyeke serbixwe, ne nû ye.

Jennifer Gavito: Na.

Rûdaw: Ew ji demeke dirêj ve hewl didin lê Tirkiye li dijî her destpêşxeriya bi HSDyê re ye. Bi dîtina te, vê carê, wekî qonaxeke nû li Sûriyeyê, Amerîka dikare Tirkiyeyê razî bike ku li gel HSDyê bi hev re bin, qet nebe ji bo cureyekî agirbestê û êrişnekirina ser saziyên sivîl û rê bidin ku HSD wê yekê bike ku li gel Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de dike?

Jennifer Gavito: Erê, min ji bîr kir vê yekê bibêjim ku dema em behsa berjewendiya Amerîkayê ya li Sûriyeyê û mercên ku divê hebin dikin…

Rûdaw: Berjewendiya Amerîkayê çi ye?

Jennifer Gavito: Berjewendiya Amerîkayê bêhtir têkildarî parastina wan leşkeran e ku nêzîkî 900 leşkerî ne, li bakurrojhilatê Sûriyeyê ne bi hevahengî li gel hevkarên me yên HSDyê ji bo şerê li dijî DAIŞê.

Rûdaw: Lê hevkarên we, gelo berjewendiya we di parastina hevkarên we de heye?

Jennifer Gavito: Bê guman erê. Li gorî min, ev dê bibe beşek ji wan gotûbêjên pir dijwar ên bi Tirkiyeyê re.

Rûdaw: Tu ti hêviyan di wan gotûbêjan de dibînî?

Jennifer Gavito: Ez li ser helwesta Tirkiyeyê heta niha realîst im. Dîsa jî ez hêvîdar im ku dema ku Tirkiye li wêneyê mezin dinêre û derfetekê ji bo aramiyê dibîne ku hikûmeteke giştgîr ji bo hemûyan çêbibe. Berê Elewî hebûn, rejîm hebû, Kurd hebûn, Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bi piştgiriya Tirkiyeyê hebû. Ev hemû pêkhateyên cuda hebûn, lê bi rengekî sereke yê ku îro hene, Kurd li gel hêzên mixalefetê ne. Ew e ku dikare kontrol bike. Heger ev her du alî bikarin bi hev re bin û hikûmeteke veguhêz ava bikin ku mafên gelê Sûriyeyê biparêze û ya herî girîng jî.

Rûdaw: Gelo ev di vê rewşê de pratîkî ye?

Jennifer Gavito: Bi nêrîna min, ev derfeta herî baş e ku em dikarin li Sûriyeyê bi dest bixin. Niyetbaşî ji aliyê civaka navneteweyî ve heye lê naxwazim Tirkiyeyê li ber çavan negirim, di berjewendiya Tirkiyeyê de ye ku aramî li Sûriyeyê hebe. Ev kêliya wan e ji bo vê yekê bikin. Lê pêwîstî bi lihevkirin û dîtina rêyekê di navbera Artêşa Niştimanî û HSDyê de heye ji bo hevgirtin û avakirina hikûmeteke veguhêz. Ev di berjewendiya Tirkiyeyê de ye, li gorî min, ev dê bibe bingehek ji bo gotûbêjên di navbera Wezîr Blinken û hevtayê wî yê li Enqereyê de.

Rûdaw: We di axaftina me de qala Îsraîlê kir. Me çi ji serkirdeyên Îsraîlî bihîstiye? Me bihîst Serokwezîr Netanyahu derbarê Kurd û Xirîstiyanan de çi gotiye. Her wiha tiştê ku me ji Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bihîstiye, ew dixwazin, tewra dibêjin em li gel dostên xwe yên Amerîkî gotûbêjê dikin ji bo parastina Kurdan li Minbicê ku nikarîbûn bikin. Niha li Kobaniyê û li herêmên di bin kontrola HSDyê de şer heye. Gelo ti fişarek ji Îsraîlê li ser Hikûmeta Amerîkayê heye ji bo alîkarî û parastina Kurdan li Sûriyeyê? Tu van daxuyaniyên berpirsên Îsraîlî çawa dibînî?

Jennifer Gavito: Bê guman, li gorî min, di berjewendiya Amerîkayê de ye ku hevkara me HSDyê biparêze û her wiha li gel Tirkiyeyê kar bike ji bo piştrastbûna ku ew herêm bêhtir nekeve nav şer. Ev berî her tiştî di berjewendiya me de ye. Pêdiviya me bi Îsraîlê nîne ji bo ku me bide bawerkirin ku ev di berjewendiya me de ye.

Rûdaw: Tu dabaşa Kurdên Sûriyeyê dikî. Li gorî te, Amerîka piştgiriya fikra nasîna Kurdan wekî neteweya duyem li Sûriyeyê dike di hikûmeta bê de, çawa ku piştî 2003an li Îraqê kir?

Jennifer Gavito: Ji min re zehmet e ez pêşbînî bikim ku dê bibe beşek ji gotûbêjên ku vêga diqewimin. Tişta ku min dîtiye û bihîstiye, gelê Sûriyeyê jî tê de, behsa Sûriyeyeke serwer û yekparçe tê kirin, welatekî ku mala civakeke pirnetewe be. Ya ku hatiye tekezkirin ev e.

Rûdaw: Çend xulekên min ên din mane. Ez ê hewl bidim behsa birêvebiriya paşerojê bikim. Me daxuyaniya Serokê hilbijartî Donald Trump li ser Sûriyeyê dît. Wî got ti berjewendiyên me di vê hevrikiyê de nînin û bi karên ku birêvebiriya niha li Sûriyeyê dike zêde razî nebû. Li gorî te, gava îdareya bê were Koşka Spî, dê li vekişîna hêzan ji Sûriyeyê bifikire, çimkî di wê baweriyê de ye ku DAIŞ ji nav biriye?

Jennifer Gavito: Hejmara êrişên DAIŞê sala borî bi rengekî berçav zêde bûye. Rojhilata Navîn ku birêvebiriya duyem a Donald Trump wê mîras werdigire, ji birêvebiriya yekem a Trump pir cuda ye. Bi baweriya min, gotûbêj tê kirin li ser ka gelo wan leşkeran ji Sûriyeyê bikişînin an na. Cara borî ev yek hebû. Di dawiyê de neqewimî. Lewra, bi dîtina min, ev birêvebirî û tîma ewlehiya niştimanî ku ezmûna wê heye, li metirsiya rêjeyî ya mayîna Amerîkayê li wir dinêrin. Divê ez balê bikişînim ser vê yekê jî ku ev îfadeya Amerîkayê bi giştî ye ku Amerîkî kêmtir piştevaniya beşdariya Amerîkayê di hevrikiyên derveyî de dikin çimkî wer dibînin ku ne hevrikiya wan e. Em dikarin wê yekê gotûbêj bikin ka kîjan hevrikî ya me ye û çi berpirsiyariyên me hene lê rengvedana nêrîna dengderan ev e û rengvedana birêvebiriya Trump jî ev e. Lê li gorî min, li şiyanên DAIŞê dinêrin, her wiha li rewşa nû ya Sûriyeyê dinêrin ku yek ji metirsiyên herî mezin ji van hemûyan e. Dîsa, ew e valahiyeke te ya desthilatê heye ku DAIŞ dikare ji bo nearamiya herêmê bi kar bîne. Lewra, bi dîtina min, tîm dê li wan hemûyan binêre û binirxîne. Heger ez texmînekê bikim, li gorî min, ev hêz dê li cihê xwe bimînin çimkî hîn jî DAIŞ nehatiye şikandin. Bi rastî, di hilkişînê de ne û şiyana wan heye ku rewşa Sûriyeyê ji bo bidestxistina destkeftên zêdetir, bêhtir bi kar bînin. Loma ez piştrast im ku ev gotûbêj dê çêbibin. Texmîna min a herî baş ew e ku ev dê ne biryara dawî be.

Rûdaw: Tu dibêjî birêvebiriya Trump a duyem dê ji ya yekem cuda be. Tu di warê siyaseta Rojhilata Navîn de çi tiştî dibînî?

Jennifer Gavito: Merema min ew e ku Rojhilata Navîn cuda ye. Ev çend sal in nearamî li herêmê heye. Lewma, Rojhilata Navîn a 2016an ji Rojhilata Navîn a îro gelekî cuda ye. Loma, ya ku ez çaverê dikim îdareya Trump piştevaniyeke xurt a Îsraîlê bike, berdewamiya piştevaniyê wekî pêdiviyekê ji bo bidawîanîna li hevrikiyan li Xezeyê, li Libnanê kêmtir çimkî niha kêm zêde agirbest berdewam e, ji bo ku rê bi Îsraîlê bê dayîn ku bigihêje armancên xwe wekî ku ji birêvebiriya nû re hatiye ragihandin. Bi baweriya min, ev dê xala sereke be. Bi baweriya min, em dê helwesteke pir tund li hemberî Îranê bibînin. Bê guman, yek ji warên ku di çar salên borî de hatiye guhertin, bipêşveçûna bernameya atomî ya Îranê ye. Tu dikarî îşaretê bi vekişîna Amerîkayê ji JCPOA bidî wekî sedemeke girîng a vê yekê ye lê rastiya wê ew e ku îro bernameya wan a atomî ji ya berî çend salan pir pêşketîtir e. Loma, bi nêrîna min, dê hewleke wî ya xurt ji bo ragirtina wê bernameya atomî hebe. Di heman demê de, beşeke girîng ku Amerîka bikare di pêgehekê de be ji bo paşvekişîna ji Rojhilata Navîn ew e ku divê heta radeyekê aramî hebe. Serok xwe wekî pisporê rêkeftinê dibîne. Loma tewra gava helwesteke hişk li hemberî Îranê werdigire, bi nêrîna min, bi awayekî dibe ku çawaniya gihîştina cûreyekî rêkeftinê misoger bike û bihêle Îran paşvekişînê bike, ne tenê ji bernameya xwe atomî, lê ji bandora xwe ya xirab li herêmyê. Ev jî berê hatiye qelskirin bi saya operasyonên li dijî Hizbulah, Sûriye û yên din. Lewra, bi nêrîna min, kêliyeke girîng li vir heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst