Jason Greenwald: Divê Trump pir cidî were dîtin, çi dibêje dike

12-12-2024
Nwêner Fatih
Jason Greenwald û Niwêner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Jason Greenwald û Niwêner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Donald Trump Sûriye Rojhilata Navîn Îsraîl
A+ A-

Şandiyê Berê yê Amerîka yê Rojhilata Navîn Jason Greenwald diyar kir ku Donald Trump her tiştê ku dibêje dike û divê gelekî cidî were dîtin.

Greenwald li ser ketina Esed got, “Ji bo gelek kesan ne çaverêkirî bû ku serhildêran karîbû zû bi pêş ve biçin û Sûriyeyê kontrol bikin.

Eşkere ye ku kesên ku niha desthilat girtine, dibe ku metirsîdar bin lê dibe ku ji bo Sûriyeyê qonaxeke nû be.”

Jason Greenwald li ser Tehrîr El Şamê anî zimên, “Ew di lîsteya çavdêriya terorê ya Amerîkayê de ne. Ez nizanim çima Serok Biden Hûsî ji wê lîsteyê derxistin lê hemî nola hev in.

Hemas, Hizbulah û yên din dixwazin deverê xopan bikin.

Çêtir e cîran haydar bin çimkî ew xeternak in. Heta ku em nizanibin ew bi rastî kî ne, dibe ku Îsraîl û cîranên wê di metirsiyê de bin.”

Greenwald li ser rewşa ku Îran ketiyê da zanîn, “Tiştê hatiye serê Îranê pir balkêş e, piçekî dişibe kûçikekî ku dûvikê wî di nav lingên wî de ye.”

Jason Greenwald diyar kir ku Trump sozên xwe bi cih tîne û xwe lê berda:

“Berî her tiştî, divê xelk wî cidî bibîne. Carinan bawer dikin ku Serok Trump tiştê dibêje nake lê tiştê ku dibêje dike.

Sûriye ne hevalbenda Amerîkayê bû. Ji piştgirîkirina Trump a Îsraîl an Erebistana Siûdî yan Îmarat an jî Qeterê cuda ye.

Ew dost û hevalbendên Amerîkayê ne û Trump piştgiriya hevalbend û dostên me yên Amerîkayê dike lê Sûriye ne dost û hevalbenda Amerîkayê bû.”

Wî nêrînên xwe yên li ser mana leşkerên Amerîkayê ya li Sûriyeyê wiha anîn zimên:

“Dê Amerîka ji bo rênimayiyê li wir be, ji bo alîkariyê, ji bo aramiyeke mezintir bixebite lê naçe hundir û leşkerên Amerîkî li ser erdê bi cih nake ji bilî ku Amerîka bi xwe yan hevalbendên wê yên pir û pir girîng li herêmê di metirsiyê de bin.”

Hevpeyvîna Niwêner Fatîh a bi Şandiyê Berê yê Amerîka yê Rojhilata Navîn Jason Greenwald re bi vî rengî ye:

Rûdaw: Birêz Jason Greenwald, bi xêr hatî Rûdawê. Ez pir kefxweş im. Şanazî ye ku ev hevpeyvîna me bi te re heye.

Jason Greenwald: Spas ji bo vê hevpeyvînê.

Rûdaw: Spas. Tu şandiyê Serok Trump bo Rojhilata Navîn bûyî, vêga gelek tişt li Rojhilata Navîn diqewimin. Sûriye, ketina Beşar Esed. Nûçeya dawî ew e ku Rûsya dibêje wî dev ji desthilatê berdaye û terka welatê xwe daye. Bi her awayî, bi baweriya min, Beşar û rejîma wî kuta bûn. Ev li ba te dihat çaverêkirin?

Jason Greenwald: Na, bi baweriya min, ji bo gelek kesan ne çaverêkirî bû ku serhildêran karîbû zû bi pêş ve biçin û Sûriyeyê kontrol bikin. Ez dibêjim wî dev ji desthilatê berneda lê bi kurtî hat qewitandin lê ez ji te re dibêjim, li gorî min, dibe ku fersendek li vir hebe, ev çend sal in Sûriye êşê dikişîne? Zêdeyî 14 salan. Gelek kesan giringî neda Sûriyeyê û milyonan kesên ku êş kişandine.

Eşkere ye ku kesên ku niha desthilat girtine, dibe ku metirsîdar bin lê dibe ku ji bo Sûriyeyê qonaxeke nû be. Niha pirs ev e ka gelo Îran dê ji Sûriyeyê veqete ku bi baweriya min dê baştirîn tişt ji bo her aliyî be yan jî Îran dikare careke din li wê meydanê bilîze? Îran bi awayekî bingehîn hate qewitandin ku bi nêrîna min ji bo deverê pir pir baş e. Ka em binêrin dê çi biqewime.

Rûdaw: Heyeta Tehrîra Şamê (HTŞ) ku paşxana wê ya Eniya Nusra û Qaîdeyê heye, cihê nîgeraniyê ye?

Jason Greenwald: Bê guman. Ew di lîsteya çavdêriya terorê ya Amerîkayê de ne. Ez nizanim çima Serok Biden Hûsî ji wê lîsteyê derxistin lê hemî nola hev in. Hemas, Hizbulah û yên din dixwazin deverê xopan bikin.

Dixwazin her tiştî wêran bikin lê ger Îran bi rastî hêza xwe li Sûriyeyê ji dest bide û ger ev kes ji dil bin, çimkî daxuyaniyên erênîtir li ser rêzgirtina mezargehên Şîeyan û rêzgirtina Xirîstiyanan didin, dibe ku rêyek hebe ku bi rastî karibin tiştekî baş pêşkêş bikin lê çêtir e cîran haydar bin çimkî ew xeternak in. Heta ku em nizanibin ew bi rastî kî ne, dibe ku Îsraîl û cîranên wê di metirsiyê de bin.

Rûdaw: Bi dîtina te, encama krîza Sûriyeyê dê bandorê li krîzên din ên deverê wekî Yemenê bike?

Jason Greenwald: Bê guman dê bike, heke ev wekî baweriya xelkê derkevin, mirovên pir xirab in lê bi nêrîna min xelet in heke bifikirin ku dikarin bilîzin, nemaze ku mesele têkildarî Îsraîlê ye. Wan dît Îsraîlê çi anî serê Hemasê, wan dît Îsraîlê çi anî serê Hizbulahê û Îsraîl dikare pir bi lez bîne serê wan jî.

Loma ger ez li şûna wan bûma, ger min şîret li wan bikira, xasma vêga ku Serok Trump dîsa dibe serok, bi nêrîna min, divê pir pir bi baldarî tevbigerin, heke na dê her hêviyeke hebûna siberojê ji dest bidin.

Rûdaw: Baş e. Lê girêdayî Îranê? Bi rengekî ku bi kêmanî em dikarin bi teqezî bibêjin ku bandora Îranê li Sûriyeyê ne wekî duh an pêr e. Gelo tişta ku li Sûriyeyê heye dê bandorê li welatên din û bandora Îranê li welatên din ên herêmê bike?

Jason Greenwald: Tiştê hatiye serê Îranê pir balkêş e, piçekî dişibe kûçikekî ku dûvikê wî di nav lingên wî de ye. Hemas, yek ji komên wê yên wekîl, nêzî kutabûnê ye. Hîn jî dikarin hin kêşeyan çêbikin lê nêzî kutabûnê ye.

Hizbulah bi awayekî dramatîk birîndar bûye. Her du jî du dûvelankên pir girîng in. Hûsî jî ne ew qasî bi hêz in, her çend zirarek jî dane. Ez hêvî dikim Trump wan jî çare bike lê Îranê du caran zirar ji Îsraîlê dîtiye.

Îranê du caran hewl da hişk êrişî Îsraîlê bike lê di vê navberê de Îranê bi xwe jî zirar dîtiye. Ger ez li dewsa Îraniyan bûma, min zanîbû ku derfeteke wan heye vêga bi serokekî re ku berjewendiya wî bi şerê dijî Îranê nîne.

Berjewendiya wî di çêkirina peymanekê de ye ku ji bo Amerîka û hevalbendên wê watedar be. Niha dem hatiye ku ew di dawiyê de xwe biguherin. Wekî referansekê ji axaftina Serok Trump re, ew MAGAyê bi kar tîne ku tê wateya bila em Amerîkayê dîsa mezin bikin. Bila em bikin MIGA, ango Îranê dîsa mezin bikin.

Eger karibin felsefeya xwe biguherin û hewl nedin herêmê kontrol bikin, nexwazin Îsraîlê wêran bikin û nexwazin gefan li Amerîkayê bixwin. Ger bi rastî dixwazin alîkariya welatê xwe bikin, baş e, niha derfeta wan heye.

Lê ger tenê rejîmeke qirkirinê ne û dixwazin her tiştê ku di rêya wan de ye dêran bikin, Îsraîlê û her tiştê din, li gorî min, çarenûseke ne xweş li benda wan e, ji ya îro xirabtir.

Rûdaw: Te dabaşa Serok Trump kir. Li ser tiştê ku li Sûriyeyê diqewime daxuyaniyeke wî hebû û got, ev ne karê me ye, ne şerê me ye. Ti aliyek ji wan ne dostê me ye û ti têkiliyeke me li gel wan nîne. Tu jî şandiyê Serok Trump ê Rojhilata Navîn bûyî. Tu vê daxuyanî û helwesta Amerîka û Serok Trump çawa dinirxînî?

Jason Greenwald: Berî her tiştî, divê xelk wî cidî bibîne. Carinan bawer dikin ku Serok Trump tiştê dibêje nake lê tiştê ku dibêje dike. Sûriye ne hevalbenda Amerîkayê bû. Ji piştgirîkirina Trump a Îsraîl an Erebistana Siûdî yan Îmarat an jî Qeterê cuda ye.

Ew dost û hevalbendên Amerîkayê ne û Trump piştgiriya hevalbend û dostên me yên Amerîkayê dike lê Sûriye ne dost û hevalbenda Amerîkayê bû. Hin tişt hene ku Trump dikare bertekê nîşanî wan bide, wekî ku kir dema ku Sûriyeyê hêla sor derbas kir, dema Esed hêla sor derbas kir, berovajî Obama ku behsa hêleke sor kir û tiştek di vî warî de nekir.

Berjewendiya Trump ne ew e ku were vir û bi leşkerên Amerîkî Sûriyeyê baş bike. Trump di wê baweriyê de ye ku ev pirsgirêka Rojhilata Navîn e û divê Rojhilata Navîn wê çareser bike. Dê Amerîka ji bo rênimayiyê li wir be, ji bo alîkariyê, ji bo aramiyeke mezintir bixebite lê naçe hundir û leşkerên Amerîkî li ser erdê bi cih nake ji bilî ku Amerîka bi xwe yan hevalbendên wê yên pir û pir girîng li herêmê di metirsiyê de bin.

Rûdaw: Bi dîtina te, Trump dê li ser Rojhilata Navîn jî heman siyasetê bimeşîne ku di gera yekem de ku tu şandiyê wî bûyî, meşand?

Jason Greenwald: Li gorî min wisa dike. Merema min ew e ku ew kesekî pir cihgirtî ye. Li gorî min, armanca wî parastina Amerîka, parastina hevpeymanên me û avakirina aştiyê ye. Mînak, li gorî min, pir hewl dide ku Peymana Brahîm berfireh bike. Niha ji berî 7ê Çiriya Pêşîn, ji berî Hemasê, ji berî Hizbulahê pir aloztir bûye lê li gorî min, dê pir bala xwe bide ser hewldana ku vê herêmê ewletir û dewlemendtir bike, nifşê ciwan ku li vir dijîn ji bo paşerojeke baştir tî ne, ew ji vê yekê pir kêfxweş e lê berî her tiştî, divê navçe bi xwe rabe û kar bike.

Ew dê piştgir û hevkar be. Dê ji wan re bibe alîkar ku ber bi pêş ve biçin lê gelek kes dibêjin ku divê Dewletên Yekbûyî serkirdatiya vêya bike, divê Dewletên Yekbûyî xwedî bandor be. Ez dê vê berovajî bikim.

Divê herêm bixwaze û biçe cem Serok Trump û bibêje, alîkariya me bike. Em dê serkirdatiyê bikin û pabend bin. Em dê her tiştî bikin ku karibin, alîkariya me bike. Ne ku divê tu serkirdatiya me bikî. Divê tu, Trump, leşker Amerîkî bi kar bînî. Divê tu, Trump, pereyên Amerîkî bi kar bînî. Trump wisa nafikire. Rastî berovajî vê ye. Dixwaze piştgiriya hevalbend û dostên xwe bike, paşerojeke baştir li vir dixwaze lê divê Rojhilata Navîn bi xwe serkirdatiya xwe bike.

Rûdaw: Serok Trump naxwaze Amerîka bibe polîsa Rojhilata Navîn?

Jason Greenwald: Lap wisa ye.

Rûdaw: Di serdema rêveberiya Biden de, siyasetên li hemberî Rojhilata Navîn guherîne. Tu van polîtîkayan çawa dinirxînî?

Jason Greenwald: Li gorî min, Serok Biden di vê rêyê de têk çû. Mînak, bi Erebistana Siûdî re. Bi marjînalkirina şahzadeyê Siûdiyê dest pê kir, welatê wî paşguh xist. Li gorî min, ev tiştekî pir pir xirab bû. Zû fêrî dersê bû. Fêr bû Erebistana Siûdî ji bo cîhanê nexasim ji bo Dewletên Yekbûyî çi qasî girîng e û niha têkilî baştir e.

Bi nêrîna min, têkildarî Îsraîlê cuda bû. Hin tişt hene pir baş bi cih anîn. Piştî 7ê Çiriya Pêşîn çû Îsraîlê. Keştiyên şer li wir bi cih kirin. Çek dabîn kirin lê carinan çek ragirtin. Bi lez li peymana aştiyê ya Îsraîl-Filistînê negeriya, bi dîtina min ev helwesteke rast bû. Bi giştî, bi dîtina min, baş bû, baş kir, tewra ger hin xeletî jî kiribin lê bi dîtina min, Serok Trump dê pir cuda be.

Dê hevalbendên me yên li herêmê, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Îsraîl, Behreyn û yên din hembêz dike. Bawer im dê pişta Îsraîlê bigire. Bê guman dixwaze ev nakokî bên çarekirin, dixwaze Îsraîl karê xwe dijî Hemasê temam bike lê bi nêrîna min, tu dê karê zelaltir, yekalîtir û pir bihêztir bo parastin an qet nebe dengbilindkirina bo parastina dost û hevpeymanên me li vir bibînî. Ango ez dibêjim ku ew dê mîna Biden be, lê pir, pir çêtir.

Rûdaw: Bi baweriya te, tu ligel hin Komariyan hevnêrîn î ku dibêjin di serdema rêveberiya Biden de hêza rêgiriyê ya Amerîkayê, bi taybetî li Rojhilata Navîn û her wiha li deverên din ên cîhanê, nehat parastin û nema, bi kêmanî ne xurt bû. Ma neyarên Amerîkayê di serdema rêveberiya Biden de ji Amerîkayê neditirsiyan?

Jason Greenwald: Erê, ez hevnêrîn im. Bi dîtina min, di nav sedemên ku di serdema îdareya Serok Trump de aramiyeke berçav li Rojhilata Navîn hebû, hêza rêgirtina mezin hebû. Xelkê cidî werdigirt. Bi rastî, pêşbînî nekirina Trump bi xwe pir bi hêz bû, xelk ditirsiyan sînor derbas bikin.

Pir mixabin, ev bi Serok Biden re têk çû. Ez naxwazim Serok Biden ji ber van hemî aloziyan lome bikim. Ev dê ne dadmend be, lê beşek ji sedema ku em di vê aloziyê de ne ew e ku hêza rêgirtina Amerîka qels bû. Em bi şêwekî derketin ku ne xurt in, bi şêwekî derketin ku em giringiyê nadinê. Ez bawer nakim ku tu vê di heyama Serok Trump de bibînî.

Ez bawer dikim ku xelk rast radiwestin. Tewra tu vê yekê li derveyî Rojhilata Navîn jî dibînî. Tu hin lîderan dibînî ku dema Trump yekem car serok bû bi cidî wernegirtin, li pişt wî tinazên xwe pê dikirin, niha jî direvin Mara Lago ku bi wî re hevaltiyê bikin. Çima? Ji ber ku wan fêm kir ku xeletiyek kirine. Wan xeletiyek pir, pir ehmeqane kir ku ew cidî wernegirtin û niha alîkariyê jê dixwazin. Ew lîderên li derveyî Rojhilata Navîn in. Serkirdeyên Rojhilata Navîn hertim ew bi cidî werdigirtin. Rêza wî girtin û wî jî rêza wan girt.

Rûdaw: Gelek peywendiyên te li Rojhilata Navîn û welatên Kendavê û bi serkirdeyên Rojhilata Navîn û dostên Amerîkayê re hene. Ma hûn kêfxweş in ku Serok Trump vedigere?

Jason Greenwald: Erê, bê guman hemî kêfxweş in. Dibe ku di siyasetê de cudahî hebin û ev jî normal e. Di siyasetê de her tim cudahî hene, jina min jî bi her tiştê ku ez dibêjim razî nabe lê dostanî û rêzeke pir heye ku di her du aliyan de, di navbera Dewletên Yekbûyî û gelek serkirdeyên Rojhilata Navîn de derbas dibe. Îsraîl, Konseya Hevkariya Kendavê û yên din. Pêzanîneke kûr heye ku dibe ku, vêga ku cih ew qas hov û xofdar bûye, yekî mîna Trump bi rastî dikare hinekî baş bike û ji nû ve bi hev ve bizeliqîne.

Rûdaw: Ger Serok Trump bixwaze bala xwe bide ser Çînê û mijarên mezin ku her tim behsa wan dike, mîna Çîn û Rûsyayê, bi baweriya min divê pêşî hin karên neqediyayî biqedîne yan jî bi kêmanî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û hin navçeyên din çare bike da ku rêveberiya wî karibe bala xwe bide ser tiştê ku li ba wan li pêş e. Bi dîtina te, dê karên yekem ên Serok Trump li Rojhilata Navîn çi bin?

Jason Greenwald: Ez bawer nakim ku ew pêşî bala xwe bide ser Rojhilata Navîn û nede ser Çînê. Qesra Spî, bi taybetî jî rêveberiya Trump, wekî gotina Amerîkî dibêje, di meş û cûtina benîşt di heman demê de pir baş e.

Divê em her tiştî bi hev re bikin. Li gorî min, dê bala xwe bide ser Çînê. Li gorî min, dê bala xwe bide ser Rûsya û Ukraynayê. Li gorî min, dê bala xwe bide ser Rojhilata Navîn, hemî bi hev re çimkî divê wisa bike.

Li Rojhilata Navîn, li gorî min hewl dide bala xwe bide ser parastina ewlehiya Îsraîlê, xurtkirina têkiliyên kûr ên Dewletên Yekbûyî bi hevalbendên me yên Ereb re. Li gorî min, nakokiya Îsraîl-Filistîn ne hewce ye ku roja ewil be, piştî 7ê Çiriya Pêşîn û tiştê ku niha diqewime, li gorî min, dê pir dijwar be k meriv li ser wê bisekine lê hewldana ji bo baştirkirina jiyana Filistîniyan jî dê tiştek be.

Dûv re, hîvîdar im gava karî tiştan baştir bike û tişt hêmintir bibin, dikare bala xwe bide ser nakokiya Îsraîlî-Fîlîstînî û bibîne gelo çareseriyek jê re heye.

Rûdaw: Rêkeftina Îbrahîm dê bi hêzî vegere?

Jason Greenwald: Ez wisa difikirim. Ez difikirim ku Trump, nemaze ji ber awayê nêzîkatiya xwe, divê karibe li ser peymanên Brahîmî bipêşketinên bêtir bi dest bîne. Ma dê bibe Peymana Îbrahîm 2,0 bi komek welatan re, wekî Erebistana Siûdî ku îmze bikin?

Hê zû ye meriv vêya bibêje, lê bi dîtina min pir hewl dide rê li ber Peymana Îbrahîm veke, çimkî ew ji bo Dewletên Yekbûyî çêtir e û ji bo tevahiya vê herêmê çêtir e.

Ne giring e meriv çawa li ser nakokiya Îsraîl û Filistînê difikire, trajediya Sûriyeyê û pirsgirêkên Lubnanê çi dibin bila bibin, peymanên Îbrahîm dê ji bo her kesî siberojeke geştir biafirînin.

Rûdaw: Kî jî dê di lîsteyê de cih bigire?

Jason Greenwald: Ji Peymana Îbrahîm re? Pêşbînkirina wê her gav dijwar e.

Rûdaw: Erebistana Siûdî?

Jason Greenwald: Li gorî min, pêwendiya Erebistana Siûdî bi Dewletên Yekbûyî re baş kar dike û cihê ji Peymana Îbrahîmî geşbûn û pêşkeftina xwe didomîne.

Tiştek min ji vê zêdetir kêfxweş nake ku Erebistana Siûdî Peymana Îbrahîm a 2,0 îmze bike lê li gorî min gotina vê zû ye.

Rûdaw: Îran hinekî ji siyaseta Trump li hember Rojhilata Navîn nîgeran e lê te behsa wê yekê kir ku Trump naxwaze rejîma Îranê were guhertin. Ma li gorî te, derfeta Îranê heye ku peymanekê bi Serok Trump re çêbike?

Jason Greenwald: Pêşî, divê Îran nîgeran be çimkî Trump cidî ye lê naxwaze rejîm biguhere. Guherîna rejîmê qet ji bo Amerîkayê baş nebû. Me berê hewl daye. Ti carî serkeftî nebûye. Trump rêkeftinê dixwaze lê eger Îran bixwaze ji bo rêkeftinê here cem Trump, divê Îran li ser wê yekê cidî be ku rêkeftin dê çawa be.

Dê qet ne tiştekî mîna JCPOA be, divê peymanek be ku wateya wê hebe ku Amerîka ji hêla Îranê ve neyê tehdîdkirin, Îsraîl ji hêla Irannê ve neyê tehdîtkirin. Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê, kes ji aliyê Îranê ve neyê tehdîdkirin.

Li gorî min, peymaneke ku watedar be ew e ku ti çekên atomî nebin, peymanek ku bihêle Îran bala xwe bide hundir û hewl bide ku welatê xwe ve ava bike. Di serdemekê de ku welatekî pir balkêş bû.

Niha lê binêre, welatekî lap têkçûyî ye. Ew e ku alîkariya gelê Îranê dike geş bibe. Li Erebistana Siûdî binêre, binêre Erebîstana Siûdî ji bo welatê xwe çi dike, ne wisa? Divê Îran rêya Erebistana Siûdî bişopîne. Bala xwe bide ser hundir û welatekî xweş biafirîne.

Rûdaw: Ango divê Îran di nav sînorên xwe de be. Ev tê wateya lawazkirina bandora Îranê li herêmê?

Jason Greenwald: Divê Îran di nav sînorên xwe de bimîne. Divê Îran karê xwe bike û li derveyî sînorên xwe pirsgirêkan dernexe çimkî bêtir û bêtir, navçe bi tevahî têdigihe ku piraniya aloziyên vê herêmê ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin.

Ger Îran bala xwe bide ser navxwe, bala xwe bide ser welatê xwe, bala xwe bide ser gelê xwe, bala xwe bide ser aboriya xwe, dikarin siberojeke xweş û geş ava bikin lê ger Îran bixwaze kîn, şer û gefan li derveyî Îranê belav bike, bi dîtina min, hûn ê bibînin ku Trump dê pir bi tundî li dijî vê yekê be.

Rûdaw: Birêz Jason, tu Serok Trump pir baş nas dikî. Çend sal in we bi hev re kar kiriye?

Jason Greenwald: 23 sal.

Rûdaw: 23 sal.

Jason Greenwald: Ez ne ew qas pîr im lê 23 sal, 20 sal di sektora taybet de, 3 sal li Qesra Spî.

Rûdaw: Ev demeke pir dirêj e. Ev tê wê wateyê ku tu hevalê baş ê Serok Trump î. Bi dîtina te, ew xal çi ye ku xelk û serkirdeyan li hemî dinyayê û Rojhilata Navîn bi kêmî li Serok Trump meyîzandiye?

Jason Greenwald: Bi dîtina min, yek ji xeletiyên herî mezin ku kirin ew bû ku bi daxuyaniya xwe ya derbarê NATOyê de dest pê kir ku rexne li hevalbendên me yên NATOyê kir ku para xwe ya dadmend nedan.

Bi baweriya min, wan tu carî cidî negirt ku ew amade ye ku maseya normên dîplomatîk wergerîne. Serok Trump bi normên dîplomatîk bawer nake. Ew bi Amerîkayeke dewlemend û ewle bawer dike. Ne girîng e xelk di derdorên dîplomatîk de çi dibêjin û ew çawa cuda diaxive, bala Serok Trump dê Amerîka be.

Bi rastî dibêje dema dibêje em dê Amerîka dîsa mezin bikin. Ger karibin bi wî re hevkar bin da ku Amerîka careke din mezin bibe û her wisa welatên xwe biparêzin û bi hev re li ser wan hewlan bixebitin, dê têkiliyeke wan a baş bi Trump re hebe lê heke ew li pişt wî biaxivin û bibêjin, oh ew ne kesekî dîplomat e û merema wî ne ev e û bi cidî wernegirin ku gelek ji wan li Ewropa, ne ku li Rojhilata Navîn lê gelekan li Ewropa û Keneda yekem car wiha kirin, bi nêrîna min dê tûşî heman kêşeyên ku yekem car tûşî bûn, bibînin. Ew dê biserkeve û geş bibe, her wisa Amerîka jî, ew dê bêtir li paş bimînin. Tewra tu dê vê bi Serokwezîr Trudeau re bibînî dema reviya Mara Lago da ku Serok Trump bibîne. Fêm kir cara berê çi şaştî kiriye.

Bi dîtina min, divê Fransa bala xwe bide. Bi dîtina min, Almanya û Brîtanya baş bûn. Macaristan pir baş bû. Hinek welat li Ewropayê hene ku derfet ji dest dan û bawer dikirin ku dikarin çavên Trump girê din û bibêjin ew tenê demeke demkî bû. Ew ne demkî ye. Tiştekî din jî ji te re dibêjim, ne tenê çar salên Trump e ku tên, piştî vê gerê çimkî Trump tenê dikare yek gera din xizmetê bike, rêzek komarên bişiyana baş hene, mihafezekar in û bi armancên Trump bawer dikin. Trump bi awayekî Komarî bi temamî serûbin kirine.

Demokrat pir qels in. Dibe ku hin stêran bo hilbijartina bê bibînin, nizanim lê van welatên ku Serok Trump cidî wernegirt divê lîstika dirêjdem bikin û têbigihin ku ne tenê ev çar salên Trump in, çar sal plus, dibe ku, dibe ku pir eger hebe kesên nola Trump Koşka Spî tijî bikin. Bifikire, vêga her sê desthilatên hikûmeta Amerîkî hene. Lewra bi nêrîna min şaştiyeke mezin kirin û hêvîdar im hînî dersê bibin.

Rûdaw: Gelekî spas, birêz Jason Greenwald. Spas ji bo vê derfetê. Dîsa bi xêr hatî bo Rûdawê.

Jason Greenwald: Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst