Sanherîb Bersûm: Em daxwaza Sûriyeyeke federal dikin

14-12-2024
Nalîn Hesen
Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî Sanherîb Bersûm/Wêne: Ji ber dîmenan
Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî Sanherîb Bersûm/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Sanherîb Bersûm Sûriye Partiya Yekîtiya Siryanî Rêveberiya Xweser
A+ A-

Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî Sanherîb Bersûm got, “Em daxwaza Sûriyeyeke federal dikin.”

Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî Sanherîb Bersûm ji Rûdawê re ragihand ku wekî gelê Siryan-Aşûr ew daxwaza mafê xwe yê neteweyî û olî dikin ku di sîstemeke federal û demokrat de tê misogerkirin.

Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî ku beşeke Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye da zanîn ku di demeke nêzîk de şandeyeke Rêveberiya Xweser dê biçe Şamê.

Sanherîb Bersûm diyar kir ku destpêkê her kes bi tirs bûn û hîn jî ev tirs li cem Xirîstiyanan heye lê heta niha Heyeta Tehrîr El Şamê reftareke baş nîşanî Xirîstiyanan daye.

Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî Sanherîb Bersûm bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.

Rûdaw: Piştî van guhertinên li Sûriyeyê, rewşa Xirîstiyanan li Heleb, Şam û Himsê çawa ye?

Sanherîb Bersûm: Ev tiştê ku li Sûriyeyê rû dide guhertinên gelekî mezin ên piştî rûxîna rêjîmê û Beşar Esed in. Rewşa Xirîstiyanan bi vî awayî ye, destpêkê hemû bi tirs bûn û hîn jî ev tirs li cem Xirîstiyanan ji Helebê heta Şamê heye lê heta niha Heyeta Tehrîr El Şamê heta asteke reftareke baş li gel hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi giştî û Xirîstiyanan bi taybetî dike. Hêviyên me hene ku di qonaxa veguhêz de roleke me ya bihêztir hebe ji ber ku ew qonaxa avakirina Sûriyeya nû ye.

Rûdaw: Kanalên we yên pêwendî û gotûbêjan li gel HTŞyê û desthilata niha ya Şamê hene?

Sanherîb Bersûm: Heta niha ti kanalên me yên rasterast ên pêwendiyê li gel HTŞyê nînin lê li ser qonaxa veguhêz û nûnertiya miletê me di vê qonaxê de, her wiha daxwazên me wekî milet li ser asta Sûriyeyê em hewl didin ku li gel wan bicivin û gotûbêjan bikin. Gelek dosya hene ku divê li gel Hikûmeta demkî ya Şamê gotûbêjeke avaker li ser were kirin. Hemû aliyên Sûriyeyê li bendê ne ka wê hikûmeta veguhêz û HTŞ çi pêşkêş bikin lê divê li ser hemû aliyan vekirî be û desthilata Sûriyeyê nexe destê xwe bi tenê ji ber ku ev yek nayê qebûlkirin û divê hemû pêkhate nûnerên xwe hebin ji ber ku Sûriye ji bo hemû Sûriyeyiyan e.

Rûdaw: Daxwazên we çi ne?

Sanherîb Bersûm: Hejmarek daxwaz hene li ser asta neteweyî wekî miletê Siryan-Aşûr ku di serdemên rejîmên ku li Sûriyeyê desthilatdar bûn, ti mafên Xirîstiyanan di destûrê de tunebûn û maf, çand û zimanê Siryanî dihat paşguhxistin. Divê ev mafên wan ên neteweyî di destûrê bê ya Sûriyeyê de bê çespandin û miletê Siryan li kêleka miletên din di rêveberiya welatê xwe de xwedî rol be. Her wiha me mafê olî jî hene ji azadiya perestinê, rewşa kesî û rêûresmên olî. Ev daxwazên me yên neteweyî û olî wekî miletê Siryan-Aşûrî li Sûriyeyê ne.

Rûdaw: Ji bo ku daxwazên we bêne bicihanîn, hûn daxwaza sîstemeke çawa ya desthilatê li Sûriyeyê dikin?

Sanherîb Bersûm: Em beşek in ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em daxwaza Sûriyeyeke federal, nenavendî û firehalî dikin ku dan bi hemû pêkhateyên neteweyî û olî bide. Ev xalên serekî ne ji bo sîstema desthildariyê, nenavendî, federalî ye ji ber ku ji bo Sûriyeyê gelekî girîng e û dihêle Sûriye yekbûyî û bihêz bimîne. Divê taybetmendiya her navçeyekê di federaliyeke jeografî li ber çavan bê girtin û sîstemeke demokrat û firehalî hebe. Ev prsensîbên serekî ne ji bo desthilatdariya li Sûriyeyê û wekî sîstema desthilardariya rêjîma berê nebe ku yekalî û hizbeke tenê desthilat bû. Em naxwazin ev ezmûn li Sûriyeya paşerojê dubare bibe.

Rûdaw: Berî çend salan we û rêxistina Aşûrî bi destpêşxeriya Amerîka diyalogeke serkeftî kir û nerîna we bû yek. Gelo di van rojan de civîneke şandeyeke Amerîkî li gel we nebûye?

Sanherîb Bersûm: Di van rojên dawiyê de, piştî rûxîna Esed, ti pêwendî çênebûne. Berê me hevdîtinên berdewam hebûn û jihevtêgihiştin li ser çend pirsan çêbûye. Ew nerîn û daxwazên me di Sûriyeya nû de dizanin. Bi giştî Amerîka her wiha Hevpeymaniya Navneteweyî daxwaz û nerîneke xwe ya nêzîk ji ya me heye wekî mafê pêkhateyan û dibe ku ev wekî raspardeyên nerastrast bin ku wekî peyamekê ji hikûmeta Şamê re dişînin. Ev helwest alîkar dibe li gel helwestên me wekî miletê Siryan-Aşûrî her wiha ji bo miletê Kurd jî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê ku bi rastî em hevbeşên hev bin.

Rûdaw: Di civînên we yên berê yên li gel Amerîkayê de we daxwazên xwe pêşkêş kirin ku di nav de federalî jî heye. Gelo Amerîka piştevaniya sîstemeke federal li Sûriyeyê dike?

Sanherîb Bersûm: Ez bawer im ku piştevaniya sîstemeke wiha dikin û li dijî dernakevin û wekî baştirîn sîstem ji bo Sûriyeyê dibînin. Ev sîstem rê dide miletan bi xwe rêveberiya xwe bikin û sîstemeke demokrat e û li dijî her cure sîstemeke navendî li Sûriyeyê ye.

Rûdaw: Wekî Xirîstiyanan, ti nûnerên we li Şamê hene?

Sanherîb Bersûm: Hikûmeta niha hemû ji Heyeta Tehrîr El Şamê ne û ti nûnerên me di nav de nînin lê dema wan 3 meh in û piştre wê Encûmena Veguhêz bê avakirin ku hemû Sûriyeyiyan li xwe bigire. Em dê di demeke nêzîk de dest bi pêwendî û hevdîtinan bi hikûmeta Şamê re bikin ji bo qonaxa bê.

Rûdaw: Niha ti şandeyên Xirîstiyanan li Şamê hene?

Sanherîb Bersûm: Na, heta niha ti hevdîtinek çênebûye û ti şandeyên me li Şamê nînin. Dibe ku di demeke nêzîk de şandeyek biçe Şamê.

Rûdaw: Şandeya we ya ku diçe Şamê, cuda diçe yan jî di nava şandeya Rêveberiya Xweser de ye?

Sanherîb Bersûm: Em beşek in ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û em dê di nava şandeya Rêveberiyê de cih bigirin. Her wiha wê şandeyeke cuda ya Xirîstiyanan hebe ku daxwaza mafê Xirîstiyanan bike.

Rûdaw: Şandeya Rêveberiya Xweser kengî diçe Şamê?

Sanherîb Bersûm: Dem heta niha nehatiye destnîşankirin lê biryar hatiye dayîn. Şande dê di demeke gelekî nêzîk de biçe.

Rûdaw: Kengî, îro, sibe yan kengî?

Sanherîb Bersûm: Dem nehatiye destnîşankirin lê Rêveberiya Xweser biryara pêkanîna şandeyekê daye û di çend rojên bê de diçe Şamê.

Rûdaw: Hûn beşek in ji Rêveberiya Xweser, ew astengî çi ne li pêşiya destnîşankirina rojekê ji bo çûyîna şandeya Rêveberiya Xweser a ji bo Şamê?

Sanherîb Bersûm:  Na, ez ne bawer im ku niha ti astengî hebin lê ev li ser helwesta hikûmeta veguhêz a li Şamê dimîne. Ez hêvî dikim ku erênî be.

Rûdaw: We hêzeke bi navê Hêza Sotoroyê heye, paşeroja vê hêzê dê çi be?

Sanherîb Bersûm: Hêza Sotoroyê wê yekê qebûl dike ku damezirandineke nû li Sûriyeyê heye û hikûmeteke veguhêz heye û kar li ser nivîsandina destûreke nû tê kirin û bê guman divê hemû hêzên ewlehiyê yekbûyî bin û di bin banê Wezaretê de li Şamê bêne rêxistin. Ev nerîneke giştî ji bo hêzên ewlehî û serbazî ji Hêza Sotoroyê û Encûmena Serbazî ya Siryanî ye. Her çareseriyeke ku hemû Sûriyeyî li ser li hev bikin ji bo laşeke yekbûyî ji bo hêza serbazî û leşkerî hebe em jî li gel in.

Rûdaw: Hûn dibêjin laşekî yekbûyî yê serbazî lê Sotoro dê wekî nav bimîne yan jî asayî ye ku endamên wê yek bi yek tevlî nav artêşa bê ya Sûriyeyê bibin?

Sanherîb Bersûm: Ev li ser gotûbêj, yasa û peyrewên navxwe dimîne ku di demên bê de niqaş li ser tên kirin. Navê Sotoroyê taybetmendiya xwe heye ku gotineke Siryanî ye, wateya wê ewlehî ye. Dema di Sûriyeya nû de dan bi zimanê Siryanî bê dayîn wê demê ti rêgirî nînin ku navê Sotoro jî bimîne.

Rûdaw: Hejmara Xirîstiyanan li hemû Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çend e?

Sanherîb Bersûm: Bi giştî ti amarên nû nînin lê berî 2011ê hejmara Xirîstiyanan 2 milyon û 500 hezar kes bû. Koçberiyeke mezin çêbû û dibe ku nîvê wan koçber û penaber bûne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara Xirîstiyanan di navbera 40-50 hezar kesî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst