Cemîl Turan Bazîdî: Heger dewlet nebe netewe nabe

18-06-2022
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî
Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî
Nîşan Cemîl Turan Bazîdî Yunanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî antolojiya duyemîn li ser 30 jinên helbestvan ên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê dinivîse. Cemîl Turan Bazîdî ê 67 salî ji Bazîd a Agirî ya Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1984an ji neçarî welatê xwe bicî hişt û li Yunanistanê bicih bû. Cemîl Turan Bazîdî li wî welatî jî ranewastiya û bi awayekî çalak, kar û xebatên xwe birêve birin û di mala wî ya biçûk de, di her quncikê de mirov sembol û nîşaneyên Kurdbûnê û dûrbûna ji welat û hezkiriyên wî dibîne. Cemîl Turan Bazîdî got, “Ji bo me girîng e ku em Kurdistaneke serbixwe, hikûmeta serbixwe û dewleteke serbixwe ava bikin, ji ber ku heger dewlet nebe netewe nabe.”

Cemîl Turan Bazîdî 525 nivîsên xwe di rojnameyên Yunanistanê de belav kirine û 12 pirtûk nivîsandine, gelek xelat ji aliyê Parlamentoya Yunanistanê û zankoyên Ewropayê ve wergirtine.

Cemîl Turan Bazîdî li ser xebatên xwe anî ziman, “Navê min di nav 10 romannivîsên herî baş ên Yunanistanê de ye. Min heta niha zêdetirî 40 hezar nusxeyên “Berfîn Di Nav Xwînê De” çap kirine, di van 40 salên derbasbûyî de daxwaza min ew bû ku ez dîaspora, çand, dîrok û tevgera xwe ya siyasî bi Yunanan bidime nasîn. Me li vê derê lobiyeke Kurdî çê kiriye.”

Jiyana penaberiyê wiha li Cemîl Turan Bazîdî nekir ku ji kar û xebatê dûr bikeve, wî Yunanistan kir welatê xwe yê duyemîn û di demeke kurt de mohra xwe li vî welatî xist.

Cemîl Turan Bazîdî 32 salan bi wezîrên çapemeniyê yên Yunanistanê re xebitiye û hîn jî beşdarî piraniya civînên fermî yên li ser Kurdan û penaberan dibe.

Nivîskar Cemîl Turan Bazîdî got, “Min berê jî got genc dikevin nav siyaseta qaçaxçiyan û siyasetmedaran, ji wan re derewan dikin û tînin vir li vir perîşan dibin. Ew dibêjin qey li Ewropayê mal heye kar heye û jiyaneke xweş heye lê ku li vi nexebitî nikarî bijî, kes bê pere malê nade te. Ji bo me girîng e ku em Kurdistaneke serbixwe, hikûmeta serbixwe û dewleteke serbixwe ava bikin, ji ber ku dewlet nebe netewe nabe.”

Cemîl Turan Bazîdî di rojnameyên Yunanistanê de 525 gotar nivîsandine û 12 pirtûk jî çap kirine. Ew bi romana xwe ya bi navê “Navê Min Azad e” hêjayî Xelata Akademîk a Taybet a UNESCOyê hat dîtin.

Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî di romana xwe de behsa çîroka rasteqîn a malbateke ku piştî Komkujiya Helebceyê neçarî ji Kurdistanê koçber bûye, dike.

Ev romana Cemîl Turan Bazîdî ya ku di sala 2015ê de nivîsandiye, hêjayî Xelata Akademîk a Taybet UNESCOyê hat dîtin.

Romana bi navê “Me Llamo Asad” anku "Navê Min Azad e" bi Yunanî hatiye nivîsandin û ji bo zimanên Spanî û Îngilîzî hatiye wergerandin.

Nivîskarê Kurd Bazîdî heta niha xwediyê 12 berheman e û di piraniya berhemên xwe de cih daye dîrok û serxwebûna Kurdistanê.

Cemîl Turan Bazîdî li navçeya Bazîd a parêzgeha Agirî ya Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û piştî kûdetaya 12ê Îlona 1980an a li Tirkiyê, diçe Yunanistanê û heta niha jî li wir dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst