Fîlma ‘Bê Niştiman’ di cejnê de tê pêşandan

17-07-2021
Fîlm behsa çîroka jiyaneke rasteqîne li Kurdistanê dike
Fîlm behsa çîroka jiyaneke rasteqîne li Kurdistanê dike
Nîşan Bê Nîştman Hanî Touraj Eslanî
A+ A-

Hewlêr (Rûaw) -  Fîlma “Bê Nîştiman” ku ji çîrokek rasteqîne ya jiyaneke li Kurdistanê vedibêje, dê di roja yekem a Cejna Qurbanê de li sînemayên Herêma Kurdistanê were pêşandan. Piştgiriya medyayî ya fîlmê ku derhênerê wî Touraj Eslanî ye û tê de hunermendê navdar Hanî dilîze, Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Fîlma "Bê Nîştiman" ku navê wê ji aliyê sînemahezan ve tê mereqkirin, çîroka jiyanek rastîn a li Kurdistanê vedibêje.

Di fîlimê de ku derhêneriyê wê derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Touraj Eslanî dike, kesên navdêr ên wek hunermenda Kurd Hanî Mojtahedy, û Cahit Şahin Yalçin, Şivan Etuf, Bulent Keser, Rîkeş Şabaz, Beroj Akreyî, Bengîn Elî, Narîn Mihemedî, Firmesk Rehîmzade, Havkar Ebdulkadir Mihamed, Teha Ebdulkerim, Rewal Nezif Elî, Aso Refîk Hawraman jî tê de rol wergirtine.

Fîlm bi berhemhênana MAAD Movie û Helkewt Reşîd ve bûye û rewşa Kurdistanê û herêmê di dema şerê DAIŞê de vedibêje.

Fîlm behsa rêwîtiya xeternak a jinek hunermend û mêrê wê ku dema ew ji ber şer û aloziyê biryar didin welatê xwe biterikînin dike.

Jina ducanî ya hunermend, ku di konserekê dide teqînek çêdibe, û ev bûyer dibe sedem ku biryara derketina ji welat zûtir bidin.

Di dema wê rêwîtiya xeternak de, zarokan wan di hundurê tankera petrolê ya ku xwe tê de vedişêrin ji tê dinyayê.

Fîlma ku di 20ê Tîrmehê roja yekem a Cejna Qurbanê de li Silêmaniyê di sînemayan de were pêşandan, dê pişt re ji bo temaşevanên li Hewlêr, Duhok, Kerkûk û Bexdayê li salonên sînemayê were pêşandan.

 Sponsoriya medya ya fîlma "Bê Nîştiman" Tora Medyayî ya Rûdawê bûye.

"Peyam evîna welat e"

Yek ji cihê herî girîng ên fîlimê gotina yek ji lîstikvanên sereke ye, "Ew mirovê zimanê xwe yê dayikê nizane bê kok e".

Derbarê fîlim de derhêner Touraj Eslanî ji Rûdawê re axivî û got, “Mijara fîlim çi dibe bila bibe, li peyama me ew e ku em ji welatê xwe dernakevin. Rewş çiqas dijwar be jî, dema ku em dest da hev astengiyek ku em nikaribin li welatê xwe, derbas bikin nîne. Eger em mil bi mil bidin, em dê welatek bedew ava bikin û em neçar nabin ku koç bikin.”

Eslanî, ku di 1973an de li Kirmaşan ji dayik bûye û 25 sal e wek profesyonel derhêneriyê dike, got: “Fîlm li ser bingeha çîrokek rastîn e. Ew çîroka malbatek vedibêje ku di şerê DAIŞê de ji Kobanî çûye Ewropa.”

Fîlima yekem a Hanî ye

Hanî Mojtahedy ku di fîlimê de rola sereke dilîze, ji Rûdawê re li ser fîlim axivî û got ku ji bo wî ezmûnek bêhempa bû.

Hanî diyar kir ku ew ji zarokatiyê ve bi şanoyê re eleqedar bû, lê nikaribû derkeve ser dikê, got: “Dema ku min dît senaryo û çîroka fîlmê gelek bibandor, min xwest di fîlmî de rol werbigirim. Fîlma ku cara ewil tê de Kurdî, Erebî, Tirkî û Farisî tê axaftin, beşek ji jiyana gelê Kurd pêşkêşî dike. Ew fîlimek nû û rast e li ser koçberî û penaberan. ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst