PSK: Jinên Kurd her tim di xebata azadiya neteweyî de rolekî girîng dîtiye

07-03-2024
RÛDAW
Nîşan PSK 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Jin Jiyan Azad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand ku jinên Kurd, her tim di xebata azadiya neteweyî de rolekî girîng dîtiye û di têkoşînê de aktorên girîng bûne.

PSKyê bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” daxuyaniyek belav kir.

PSKyê bi bîr xist ku jinan cara yekem sala 1857an ji bo zêdekirina mûçeyan û kêmkirina dema kar, li Kargeha Tekstîlê ya New Yorkê xwepêşandanek li dar xist.

Jinan cara duyem jî 8ê Adara 1914an li bajarên Ewropayê meşiyan û xwest şerê li cîhanê bi dawî bibe û aştî pêk bê.

Di sala 1917an de, jinên Rûs xwepêşandanek di bin dirûşma "Ji bo nan û aştiyê" li dar xist.

Her çend desthilatdarên wê demê, hewl dan ku rê li ber xwepêşanderan bigirin jî lê Yekîtiya Jinan, desthilatdar neçar kir ku saetên kar kêmtir bikin û mafê dengdanê bidin jinan.

Ji wê rojê vir ve, 8ê Adarê wejî Roja Jinan a Cîhanî tê pîrozkirin.

PSKyê diyar kir ku 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî îro li hemû cîhanê wekî sembola dijî zilm û zordestiyê û wekî sembola demokrasî û wekheviyê çi bi zorê û çi jî bi serbestî tê pîrozkirin. 

“Jinên Kurd di têkoşînê de aktorên girîng bûne”

PSKyê herwiha da zanîn ku li Kurdistanê ev roj wekî roja serhildana li dijî tundûtûjîyê, ji bo bidestxistina maf û azadiyên jinan û ji bo wekheviyê tê pîrozkirin.

Di daxuyaniya xwe de PSK tekez dike ku jinên Kurd, her tim di xebata azadiya neteweyî de rolekî girîng dîtiye û di têkoşînê de aktorên girîng bûne.

“Jinan bi mêran re mil bi mil şer kiriye”

Berdewamiya daxuyaniya PSKyê wiha ye:

“Di şoreşa Başûrê Kurdistanê de jinên Kurd di şerê çekdarî de jî bi mêran re mil bi milên şer kirine.

Di bidestxistana mafê federalî û avakirina hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê de rolek baş dîtine.

Bi taybetî piştî raperîna mezin a sala 1991ê, jinan bi têkoşîna xwe karîbûn guhertinên esasî li Parlmentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan bikin.

“Jinên Kurd bûne xwedî biryar”

Îro hejmareke mezin ji jinan gihan musteweya biryardanên siyasî û îdarî, wekî wezîr û şêwirmend û dadweran.

Di dezgehên din ên hikûmî de jî ji bo sererastkirin û guhertina qanûnan, bi taybetî wek derkirina yasaya li dijî tundûtûjiyê û yasaya li dijî firejînî, berhemên tekoşîna wan e.

“Li Rojhilatê Kurdistanê jin her tim li pêş bûne”

Li Rojhilatê Kurdistanê di xebata dijî zordariya rejîma Îranê de, jin her tim li pêş bûne.

Bi taybetî, di şoreşa Jîna Emîniya 22 salî de ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve tê girtin û di bin şkenceyê de canê xwe ji dest dide.

“Jin, Jiyan, Azadî bû şîareke sereke ya jinan”

Jinên Kurd bi şîara Jin, Jiyan, Azadî bi xwepêşandanên protestoyê efsane xulqandin.

Vê tekoşînê piştgiriyek xurt ji jinên cîhanê wergirt. Jîna bû wekî semboleke tekoşîna jinên cîhanê û îro şîara Jin, Jiyan, Azadî ji aliyê hemû jinên cîhanê ve bû şîareke sereke ya jinan.

“Jin têkoşerên bêwestan in”

Belê jinên Kurd, li malê jî mamosteyên perwerde û mezinkirina zarokan in. Di qada xebatê de jî mil bi milên mêran re têkoşerên bêwestan in.

Îro jinên Kurd, çi li welat çi jî li derveyî welat, di nav gelek qadên xebatan de xwediyê biryarê ne.

Parlamenter in, rêvebirê partî û rêxistinên sivîl in, hunermend û nivîskar in.

Rewşa jinên Kurd, îro ji doh baştir be jî lê nayê wê wateyê ku hukmê mêran, şîdeta li hemberî jinan û êrişa derûnî bi dawî bûye.

“Azadiya jinên Kurd bi pêşketina civatê ve girêdayî ye”

Azadiya jinên Kurd, bi azadiya civata Kurd ve, bi pêşketin û demokratîkbûna civatê ve girêdayî ye.

Tekoşîna jinan bi her awayî ji bo bidestxistina azadiyan her berdewam e.

Jinên Kurd, ji bo zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî, têkoşîneke bêhempa dimeşînin.

Herwiha Jinên Kurd, ji bo mezinkirin û perwerdekirina nifşên nû ku xwedî hişmendiya neteweyî bin, bi çand û zimanê xwe mezin bibin û evîndarê netewe û welatê xwe bin, di serî de li malbatê û di hemî qadên jiyanê de rolekê sereke dibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst