Merasima destpêkirina festîvalê duh êvarê bi fîlma "Jeanne du Barry" a derhênera Fransî û Cezayîrî Maiwenn Le Besco hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku derhênerî Swêdî Ruben Ostlund serokatiya juriya wê dike, despê kir. Di festîvalê de 21 fîlm dê ji bo Palmiyeya Zêrîn milmilaneyê bikin.
Merasima destpêkirina festîvalê duh êvarê bi fîlma "Jeanne du Barry" a derhênera Fransî û Cezayîrî Maiwenn Le Besco hat kirin û festîval dê heya 27ê Gulanê bidome.
Îsal di desteya juriyan a ku derhênerî Swêdî Ruben Ostlund serokatiya wê dike de 9 endam beşdar in.
Ostlund di 2017an de bi fîlma "Çargoşe" û par jî bi fîlma "Sêgoşeya Xemgîniyê" xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.
21 fîlm dê ji bo Palmiyeya Zêrîn pêşbirkê bikin
Filma Nurî Bîlge Ceylan a bi navê "Kuru Otlar Ustune" (Li Ser Giyayên Hişk) ji bo Palmiyeya Zêrîn pêşbirkê dikin de cih digire.
Fîlmên pêşbirkê:
Club Zero - Jessica Hausner
Asteroid City - Wes Anderson
The Zone of Interest - Jonathan Glazer
Fallen Leaves - Aki Kaurismaki
Les Filles D’Olfa (Four Daughters) - Kaouther Ben Hania
Anatomie D’une Chute - Justine Triet
Monster - Kore-eda Hirokazu
Il Sol Dell’Avvenire - Nanni Moretti
La Chimera - Alice Rohrwacher
Kuru Otlar Ustune - Nuri Bilge Ceylan
L’Ete Dernier - Catherine Breillat
The Passion of Dodin Bouffant - Tran Anh Hung
Rapito - Marco Bellocchio
May December - Todd Haynes
Firebrand - Karim Ainouz
The Old Oak - Ken Loach
Perfect Days - Wim Wenders
Banel Et Adama - Ramata-Toulaye Sy
Jeunesse - Wang Bing
Tê çaverêkirin ku di pêvajoya festîvalê de 120 hezar kes serdana bajarê Cannesê bike. Herwiha heta saet 06.00ê sibeha 28ê Gulanê lidarxistina xwepêşandanan li qada festîvalê hat qedexekirin.
Li hola ku amadekariyên ji bo Festîvala Fîlma Cannesê didomin, xaliyên sor hatine raxistin.
Festîvala Fîlman a Cannesê festîvaleke ku her sal li bajarê Cannesê yê Fransa, tê li dar xistin. Fîlmên ji çar aliyê cîhanê tên pêşandan.
Tenê kesên ku têne vexwendin dikarin beşdarî festîvalê bibin. Fîlma herî serkevtî Palmiyeya Zêrîn werdigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse