36 hunermendên Kurd, Ereb û Alman beşdarî sempozyûmekê bûn

08-08-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Sempozyûm Şêwekarî Peykersazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Suedbahnhof Krefeld navendeke hunerî ya navdar a bajarê Krefeldê ya Almanyayê ye.

36 şêwekar û peykersazên Kurd, Ereb û Alman li kampekê dê hefteyekê li ser xebat û guhdariyê bixebitin.

Beşdar li Almanya, Brîtanya, Swêd, Belcîka û Fransayê rûdinin.

“Hunermend meriv fêrî curetê dikin”

Şêwekara ji Başûrê Kurdistanê ya ku li Swêdê dijî Aşna Dewletê got:

“Eger bi hunermandan re di sempozyûmên wiha de bixebitî, hunermend meriv fêrî curetê dikin û fêrî sûdwergirtina ji kesên derdorê dikin.”

Beşek ji hunermendan her çend xwedî tecrubeyên dirêj ên xebat û jiyana bireng, fîgur û forman bin jî xebata li pêşiya wan bûye asteng.

Şêwekarê ji Rojavayê Kurdistanê yê ku li Almanyayê dijî Cengîman Omer jî got, “Ez dixwazim ez û tabloyê bi tenê bin, kesê sêyem di navbera me de nebe ku em karibin bi hev re biaxivin.”

Xeyredînê ji Sûriyeyê dixwaze wateyên nû bide her tiştî. Fantaziyeke wî ya berfireh heye ku carinan ji bo mirovên asayî têgihîştina wê zehmet e. Karê wî ew e ku cihanê bi xwe re biguncîne.

“Her têkiliya bi kesekî xwediyê karîn û ezmûnên cihê re têgihîştineke baştir dirust dike”

Şêwekarê Sûriyeyî yê ku li Almanyayê dijî Xeyredîn Ubêd jî got:

“Her têkiliya bi kesekî ku xwediyê karîn û ezmûnên cihê, nêrînên cihê, taybetmendiyên cihê re, bê guman têgihîştineke baştir dirust dike.

Di van 4 rojan de ez mat mam, dixwazim bi hemûyan re bim, nas bikim. Ew xwediyê çendîn ezmûnan in û min nikarî wan nas bikim.”

Rêkxerên vê saziya hunerî bi hunermendê Kurd Welîd Îbrahîm re têkilî daniye û ev hevkarî cara duyem e tê kirin.

Ew dixwazin ku her van karan her û her berdewam bikin.

Rêvebera Projeyan a Suedbahnhof Krefeld Anja Jansen got:

"Ez dilxweş im ji ber ku bihêzbûneke din çêbû. Em ji bo lihevguhertina hunerî berçav bigirin, ez dixwazim spasiya hunermendan bikim, ji ber wê enerjiya ku didin vê projeyê.

Bi baweriya min, hêviyên gelekî baş hene ku em karibin di demên pêş de wan projeyan çêkin.”

Êvara 11ê Tebaxê berhemên ku di vê kampê de hatine çêkirin dê bi pêşangeheke hevbeş li heman salonê bên nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst