Li Efrînê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin

13-09-2023
RÛDAW
Li Efrînê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Li Efrînê pêşangeheke şêwekariyê hate vekirin
Nîşan Efrîn Şêwekarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê pêşangeheke şêwekariyê hat vekirin.

Pêşangeh a 13 şagirtên şêwekar Lava Bekoyê ye ku di 4 mehan de hatine fêrkirin.

Şagirt li rêxistina Riwadê fêrî şêwekariyê bûne û 50 tabloyên wan di pêşangehê de hatin nîşandan.

Mamosteya Şêwekariyê Lava Bekoyê got:

“Ev sal in ez şêwekariyê fêr dikim. Em her çar mehan carê kursan nû dikin.”

Tabloyên di vê pêşangehê de hatine nîşandan, li ser şer û aloziyan û xwezaya Efrînê ne.

Şagirtên Lava Bekoyê bi vekirina pêşangeha xwe kêfxweş in.

Yekê ji wan da zanîn ku ew di 4 mehan de fêrî şêwekariyê bûye û niha tabloyên ciwan çêdike.

Şagirta Şêwekariyê Sozîn Şêx Reşîdê anî ziman:

“Ev 4 meh in ez fêrî şêwekariyê dibim. Min pir kêf kiriye.”

Di pêşangehê de bi dehan welatiyên Efrînî amade bûn, bavê şagirteke şêwekariyê got ku keça wî xwest bibe şêwekar û wî jî dilê wê nehişt û ew bi karê keça xwe kêfxweş e.

“Dilê qîzikên xwe neşikînin”

Bavê Sozînê, Şêx Reşîd got:

“Qîza di 4 mehan de fêr bû, ez kêfxweş im. Ez dibêjim bila kes dilê qîzikên xwe neşikîne.”

Zêdetirî 3 salan e, Rêxistina Riwadê ya Alîkarî û Geşedanê kursên fêrkirina şêwekariyê, muzîk û komputerê belaş dide zarokên Efrînê, ji bo wan pêşangehan vedike û ahengan li dar dixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst