AMED – Koma Hîvron û Raperînê ciwan bi stranên Kurdî coşandin

07-10-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê Festîvala Çand û Hunerê ya Kuçeya Hunerê bi rê ve diçe
Li Amedê Festîvala Çand û Hunerê ya Kuçeya Hunerê bi rê ve diçe
Nîşan Amed Festîvala Çand û Hunerê ya Kuçeya Hunerê Koma Hîvron Raperîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê 1emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kuçeya Hunerê bi rê ve diçe.

Festîvala ku ji 5ê mehê ve dest pê kiriye, dê sibê biqede.

Rojek berê Koma Hîvron, şevê din jî dengbêjên kurd û hunermend Raperîn derketin ser dikê û temaşevan bi kilam û stranên Kurdî coşandin.

Piraniya kesên ku tevli festîvalê bûn keç û xort bûn. Kelecan, coş û peroşa ciwanan hêjayî dîtinê bû.

Lewre ev 6-7 sal in cara yekemîn e ku festîvalek bi rih û giyanê kurdewar li vê kuçeyê tê lidarxistin.  

Hunermenda navdar Raperîn ku piştî dengbêjan derkete ser dikê, wê bi awaz û stranên xwe bala ciwanan kişand.

Raperînê ji Rûdawê re got, “Ez gelek ji Amedê hez dikim. Festîval jî ji bo Amedê, ji bo çanda me gelekî girîng e. Ez gelek kêfxweş im ku niha liv ir im û stranên xwe dibêjim. Ez gelek kêfxweş im.”

Kuçeya Hunerê yekemîn kuçe bû ku di destpêka sala 2000î de hate vekirin. Bi festîvalên çandê ev kuçe bû navendeke rewşenbîriyê.

Lê paşê bi demê re vê taybetiya xwe ji dest da. Komeleya Dikandarên Kuçeya Hunerê bi lidarxistina vê festîvalê careke din xwestin kuçeyê vegerînin reseniya xwe.

Rêveberê Komeleya Dikandarên Kuçeya Hunerê  Ramazan Şîmşek jî got:

“Hem ji aliyê gotûbêjê, hem ji aliyê meşê û hem ji aliyê konseran ve jî xwedîderketineke baş çêbû. Em bawer in dê bi xwedîderketineke mezin ev bername û festîvala me, bi awayeke serkeftî bi dawî bibe.”

Ji îro û pê de êdî her sal Komeleya Kuçeya Hunerê dê festîvalên çand û hunerê li dar bixe.

Naveroka festîvalan jî weke vê festîvalê dê awaz û dengê çand û hunera kurdî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst